|
Kurdmancî:
Ebdulrehman Efîf
Li wê rojê di şîn
heyva septemberê de
Bêpêjin li jêr ciwan incasdarekê
Li wir min bi wê girt, evîna bêdengî spî
Di zendên xwe de mîna nazik xewnekê.
Û di ser me re di spehî havînezmanî de
Ewrek hebû, yê min lê temaşekir dirêj
Pirr spî bû û li jor bû bêmînak
Û dema min dîsa lê nerî, nema ew li wir bû ticarî.
Ji wê rojê ve pirr, pirr heyv
Avjeniyan bêhis bi jêr ve û veçûn.
Darên incasan reviyan
Û ji min bipirsî ger, çi hat bi serê evînê?
Ji te re wiha dibêjim: ez bînim bîra xwe nikarim
Û belê, bêguman, çi tu dimebestînî, ez dizanim.
Rûyê wê, vî tiştî ez birastî ticarî nizanim
Ez dizanim tenê hîn : min ew maçand carekê.
Û maç jî, ew ji zû ve jibîrbikira minê
Ewr ger ne li wir baya
Dizanim wî û timmî bizanibim ezê
Spî bû ew gellekî û ji jor bi vir ve hat .
Dikulîlkin darên incasan hîn timmî belkî
Û ew pîrek aniha hebe zarokê wê ê heftan belkî
Ew ewr bişkivî û kulîlkî lêbelê çend deqan tenê
Û kêlîka li jor nerî min, di ba de windabû.
|