Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

10 July 2008 14:03

 

 

 

Pira xwedê ..

  û berfa te ya li ser…!?

Abdulkadir Musa

rojava.net/10.07.2008

     

 “Ji bo xifşa xwe li reya min xist”

 

“ me dîlan dikir, EW tije bû ji dilikên  pembe

   ruyê WÊ geş bû, pirr bû ji tiştên zemawengê û ez hê di zikê wê de bûm , dengê 

   mûzîka Mozart dihat û min dîlan dikir

   min hestdikir ku hê ew li vire?!

  û diya min ya ku wê diya min be li gel me bû…Jîn Musa- Burg 12.10.07 “

 

- Ji diwarê temenê te yaseminen xewnên min diwerin ,

 

- civikên baranê  bi civciva dilopên xwe camên cavên min dinikilinin,

   ez kor dibin di şilbûna baskên xewna van perran de!

 

- Kulîlkekê li ber avê destê min guvaşt

  gulava te ji tiliyên min kesk herikî..

 

- gulekê xwe rakêşa

  bêhnvedana te henasa min bêhn çikand..

 

 

- Tu xweşike..

 Evîndar te ji dilê hev direvînin

- Tu dikeve.!

 Gumîna maçakê ji dilê te tê..

- Derya fireh dibe

 Gemî ber bi mirinê ve diçe…

 Gumelerze xwevedigire canê min

 di keysanîna nîşana evînê de şîşa dilê min diqerime,

 betadibin nêçîr di evînê de..

 li qiraxa jiyanê

 Gemî ber bi mirinê ve rût dibe.!?

 

- weke ku zengilê tirsekê be,

  weke ku çirîna ketina te di bîra min keve!?

  nizanim di vê kêlîka bêdeng de

  di vê êvara westiyayî de

  Nizanim!?

  tu min têşîne bi derdên ku tu ji dilekî din re dibêje.

  û balgeha min tije tirsexewn dibe!?

  û çîroka çûyînê bi mitêlê re parvedike..

 

 

- baskên kê ne..

  çivîkên kîjan mirinê ye

  xewna te dihejîne û evînê di nîverojê de di nîvxewnê de

  li bin cenge te dixe!?

 Mirî tên

 Mirî dixurijin,bi carekê re,

 Mirî dikevin livîn a min…

 

- li paş xwe meyzeneke

  histuyê xwe pir nezîvirîne

  û çavên xwe bi pencereya mala me ve girêne de

  bi hêvîya destek malavahiyê libabike

  di kolana li jêr belkona me gavên xwe hêdî naveje

  lê dergehê malê li piştê bihêle

  wê serdanvanên me bên

  bera bikêfa dilê xwe mirî derbasbibin

 bera bi kêfa dilê xwe nobedarîya guldanka te ya ku gulên canê min tê de hişkbûne bikin

 berî mirinekê

 piştî mirinekê

 di mirinekê de….

 

 

 

- dîmenê te yê şil di reşika çavê min de

  filmekî mijgirtî ye

 

  xirecira bîranînên te

  anîşkan li parsûyên min dixin

 

  ev êşa ha!?

  û ” ez bi ser birînên xwe venabim”

 

  gul di bin xunavê de dilerizin

  cavên te bi kutkutan diçin  r..a.. z..a..n..ê

 

  hêstirên te..

  têra şûştina çavên min nakin

 

 bixurtî tu dibare xewna min

 baran pencereya hişê min ji xewnê vediciniqîn!?

 

 Tirs..

 Tirs jî ji xwedê derbasbû ye.

 

 Dojeha te şîne..

 û find li ser mezê lavijan hilor dike

 

 

 

- sibehe mîna her roj

  ez Qahwê dikelînim

  bêhna tilîyên te difûre

  ez fincan a te dişom

  destê te di bin avê de dibe sûlav,

  li ser belkonê bi vexwarina qahwê re

  li beramber min roj li ser kursiya ku tu lê rûdinişt hiltê

  û dûyê cixarê di ber min de dîmîne

 

- havîne 

   berxikek xwe davêje siya mexelê jêr memikên te

  germe..

  çav di rewewka laşê te yî xwêdangirtî de şaşdibe

  û ava bîra negala Saraê ji qeşa jî hêniktire

  qiçîna nîro ye

  pirêze zere

  serêbêndera  zere

  gulgenim zere

  agir zere

  camên pencereyan ji dervede..

  ji hundir de tu di di xwe de dikele!?

 

- ne pira baskên wî têra xweragirtinê dikin

  û ne ba wî dixîne

  dinavbera du hêlîna de…

  xwdê li ezman dimîne.

 

 

- Porê te pêlan, li derya reş,li beravan dide

  û beha mirinê ji masiyên destên te, behna masîyên nîvkuştî ji kulmên te dişemitin

  Tu biberfirehiya ava xwe di gola min werdibe, evîn di ser re diçe û jîyan di peşkên mirinê de

  şil dibe…

 

  Çavên te yên şîn deryayê vedixwin

  Çavên te ronîya min vedixwin

  Çavên te min vedimirînin

  Çavên te ji lêvên berxekê hartirin

  Guhanê çavnerîna min zûhadikin?!

 

 

  Evê nîvşevê …

  pêlên xewnên min gumînê ji qiraxên xewa te tînin

  gerînoka bêrîkirinê hizra te dadiqurtîne

  û hesret, li giravê, gora mirîyan diêşîne!?

  û derya nikare te ji xwîna min û min bişo!?

 

  Bi sibeherê..

  weke rojê derkeve, ser belkona beramber peravê

  da siya min li perav, min li hêviya te ragire!?

 

  Tê çawa pira xwedê ya dûdirêj derbaske!?

  ezê çawa di pira xwedê wernebim?

  û xwe li te ragirim.

 

 

- îroj bû!?

   iştî îro bi rojan bû

   min perîkekî neama di nav pirtûka xwe de dît,

   ev 12 salin lêdigerîyam!?

   bi ser jibîrkirinê venabim!

 

 

 

 

- her tişt weke berê ye

  divê ez dilê xwe ta bi qata 5 an hilgirim..

  divê ez maçên rojane li ser pêpilkan bihejmêrim

  divê ez terqîna dilketinekê ji dergehê malê bînim

  divê ez bipejirînim ku ezê te li ber dergeh li pêşîya xwe nebînim

  û divê ku ez amade bim ku herdeh tilîyê xwe gezbike

  ku destê bi hemî gulan ve êrîşî hatina min nekin

  divê…

  divê…

  divê…

  lê gulên li ser mêzê dilê min ji hev bir!?

 

- keftelefta balafirgehê

  wekê ku tê nû bê , berî 5 salan

  lê gul ne di destê min de ne

  destê te yê 5 salî xwe û gulên min diyarî jineke din dike!?

 

- Gulên ku di kolan a me de ji te de ketin

   Pash salekê serê xwe di pencereya me re derxistin.

 

 

23.09.07 veger Berlin

cavê min heyvek ba di ewrê rûyê te re derbs bi ba..

wê rondik ne barana zivistana ber awirên sarbana!?

 

 

- Destê min bi meya ji tilîyên te ,ku bi ser destikê dergeh de herikî serxweşkirin di ser  

   şiyatokbûn a kilîtê re, serxweş dibin!

 

- pîpîkên çavên min vegera du çîçekan dipên.

  reng di çavnerîna min de

  dînbûn..!! û perpitîn …

 

 

 

- li ser pira xwedê

  xwe  ji nişka ve li pêşîya min xist.

  û min bi ser min de anîxwar….!

 

- me dîlan dikir, diya min tije bû ji dilikên  pembe

   ruyê dayika min geş bû, pirr bû ji tiştên zemawengê û ez hê di zikê wê de bûm , dengê  

   mûzîka Mozart dihat û min dîlan dikir

   min hestdikir ku hê ew li vire?!

  û diya min ya ku wê diya min be li gel me bû…

 

  Jîn Musa- Burg 12.10.07

 

 

- Pira xwedê ji vir û ha de ye!?

  ji maça li min derbasbûyî de ye…

 

 - dibe ku maç li min çûbin ?

   ez te di mirçînê de dihêlim

   û lêvên pembe li ser girnijîna te dihêlim,li ser kenê te,nazdariyên te…

   û li ser maça te.

 

- ez hê li ser pira xwedê me

    maçan belavdikim

    maçên te,tu ya ku bi maçan çû mirinê û maçê…!?

    û ez şipya mam li ser pira xwedê

 

 

- dîsa destek li xewna min ket!

  û tu ji milê min ketexwar

  weke poşmanîyê,

  tu bi dû min ma!

 

- Ezê porê qerçiyan ji sorbûn a van kolanan re berdim

   û ezê rengheneyîyê ji xaçirikên destê xwe re bihêlim

   û gulîyên te ji ser dilê xwe re.

 

 - Çavên te yên germ dikarin baş tevgera li jêr balkonê sarbikin

     lê pelûla di dilê te de li ber diserveçûnê re ye!

 

 -  Pira xwedê ji vir û ha de ye!

     û te ez dabezandim, bi zora xwedê, ji serê rê de têwerbûneke ji ketina rengê kenê te.

 

-  her dever tarîye..

   ma dilkorek ronîya mirina min nabîbe?

   her dever tarîye

  ma xetîreyek ji bona xwedê xwe ji ezmanê te berna de.

  her dever tarîye

  Ma sterkek na çirise..

  Ma

 Ma mama te bi dawî na be?

 

- îstegeha te ya dawî ji balefirgehê destpêdike û bi dawî na be ev rê..

  li wir li serê rê min dil li evînekê pêça …û me xakek ne dît ku binaxbikin !

  lewra me tu li azmanan bergor kir û çavê xwe bi stêrkan ve girêda…

  û li şûna te xetîre hatinxwar…

  li peyhev bûn pir, bûn pira xwedê ya ku ji vir û ha de ye…

  Pira tirsê

  Pira lerzê

  Pira kapûsên nîvê şevê

  Pira te ya ku ez li ser pişta wê şipya dihilim!?

  ne  bi dawî dibe, ne ez têdiperim..!

  wisa nivkuştî jiyan dixile…

 

- sernişîv bêyî ha ji xwe ke di baranê de werdibe!?

  di dengê xwe de dengvedana tirsa şerekî bê xwîn.. derbasdibe û ranaweste…

  di êşa qolincên paş zayîna mirî de dimre û …

 

- taya xwedayekî melûl û keftelefta mirineke erzane…

  li ber dergehê dojeke bê agir û buhişteke xapînok..!

 

- ez ji pira xwe filitîm

  û tu li pêşiya min maaa..tu pira xwedê!!!

 

 

- Berf li sipîbûna te digere û yasemîn xwe radikêşin lepikên destên min yê sipî,

   berf kêla te û destên min dinixumîne..

   û gewrbûn ji birîna darbesta te diherike.

 

- Em bi hev re barîyan

  berf a te ez veneşartim!?

  û baran a min tu newerivand..

  me bi gijlokê girte ser deryayeke dûredest…

 

- Tu werivî…

   gewrbûn a te çemê evîndaran dieserebir

   lêmişta yasemînan li peravên livîn a min kombûn!?

 

- Barîn a te ezmanê min ji stêrkan valakir.

 

- xwe li evê evînê nexe?!

  bisekine..

  bisekin..keçê.b..i..s..e-kin.

  xwe lê nexe..

  Ma tu ji çiyan bilindtire?!

 

- qirdikê mirinê

  di nîvê şeva sersalê de

  bi yek birûskê qurpînê ji xewna min tîne

  û Canê dîsa vediciniqe!?

 

- de

  da em bixijiqînekê xwe bavêjin ewê çayxana ha..

  û bi qahweyekê –dibe- ku em evê qirayê biwerivînin.

 

- nehinguve min.

   wê destên te jî vemirin?

 

-  ez ji zu ve ji xwedê xeyidî me??

     xifşekê xwe li reya min xist,li ser pira wî û te werbu.

 

 

 

 

 

 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1