 |
Êrîşa turkan û
helwesta kurdên bakur !
Ebdulbaqî
Huseynî
Êrîşa turkan û helwesta
kurdên bakur !
Ebdulbaqî Huseynî
Eve du roj in ku
cenderme û hêzên leşkerî
yên turkan bi hemî
alavên şer derbasî
Kurdistana başûr dibin û
êrîşê berdidin ser
gerîlayên PKK. Nûçeyên
dawî dibêjin ku turkan
bi dehan gerîlên PKK
kuştine û bes heft
cendermên wê hatine
kuştin. Lê mediya kurdî
û li ser zimanê
berpirsên PKKê dibêjin;
ku wan 44 leşkerên
turkan kuştine û cendekê
15 ji wan li cem wan in,
herwiha dibêjin ku
balefireke turkan
xistine erdê.
Bêguman dema mirovê kurd
ew çi fikr û ramanên wî
be, hestê wî yê netewî
wî dajone ku kurdên xwe
biparêze û wî tucarî
nehêle ku tekeve tehlûkê
.
Lê herdem hest tenê
nebese, divê em kurd
gelek caran bi mejî xwe
biramin, ku çawa em ê
karibin doza mafê xwe
bikin, bi kêmtirîn
xisaret ji alîyê kurdan
ve,..
Eve der-dora du-sê
heftiya ye ku turk
zîtirkan didin, ku wê
êrîşê berdin ser
Kurdistana başûr (
Kurdistana azad), bo
şopandina dijî gerîlayên
PKK. Li vir pirseke
mezin tê kirin, gelo
heta vê radeyê kurd ji
siyasetê fêm nakin, ku
vê qerebalixa turkan
nexistine hisabên xwe de
û berçavan nestendine?
Li vir mirov li ber mana
gerîlayên PKK li çiyayê
Qendîlê, û hatina
leşkerên turkan bo
tunekirina wan matmayî
dimîne û gelek pirsên
mezin tîne holê.
Dibe ku hatina hêzên
turkan bo Kurdistana
başûr gelek sînaryoyên
wan hebin, li vir û bi
rengekî bilez ez dikarim
van gumana destnîsan
bikim,
- Dibe ku sînaryoyeke di
navbera turkan û
emêrkanan de hebe, ku
herêma Kurdistanê têxe
bin destên xwe , ji ber
îro ro, Ereb bi hemî
dewletên xwe bê çare
mane û di rewşekê pir
lawaz de ne, û her
hêzeke bitund mîna
emrîka dikare ya dilê
xwe li ser vê zeviyê
bike, mînak duristkirina
Komara Kosovo bi destê
emrîkan û ewropiyan ve
wek nimûne.
- Ji ber ku ev êrîş bi
piştevaniya emrîka û
îsraîl tê kirin, sînarok
di navber hersê dewletan
de heye, bo rêjîma îranê
tehdîd bikin, û rikvanên
rêjîma îranê têxin şûna
gerîlayên PKK li herêma
kurdistanê.
Li vir turk gelek çûkan
bi kevirekî dikujin, wek
meteloka kurdî dibêje.
- Sînaryoya dawî û ya
herî giring û berçav ew
e, ku PKK li wir
tunebike, û hikûmeta
kurdistana başûr qels û
lawaz bike, û tucarî
nifikire ku bibe
senterek bo hemî kurdan,
û hêzeke xeter li herêmê,
da ku kurdên perçên dî
tu dozê nekin.
Em vegerin êrîşa dawî û
helwesta kurdan derbarî
vê bobelatê,.. gelek
nivîskarên kurd hene ku
dibêjin helwesta
hikûmeta kurdistanê li
başûr derbarî vê meselê
lawaz e, û divê kurd li
wir li himber vê êrîşê
derkevin, û serokên
kurdan li ser birayên
xwe yên PKK qebûl nekin.
Di vî derbarî de gelek
pirs tên xeyala mirovan,
belê rast e ku hikûmeta
Kurdistana başûr divê
helwestekê bistîne, û
ligor gumana min ewê tu
kêmasî nekiriye, û
helwesta kak Mesûd
Barzanî helwesteke
mêranî bû, dema li
himber turkan rawestiye
û got; ”emê tu carî wek
bîner li we temaşe nekin
ku hûn bingeha herêma me
birûxînin û kesên sivîl
bikujin”.
Hikûmeta kurdistanê xweş
dizane ku ” pîlaneke pir
mezin” li ser kurdan tê
çêkirin, divê em
mirovine pispor bin di
warê siyasetê de, ne bi
dilgermî herin meselê, û
xebata deh salan di şev
û rojekê beravêtî bikin,
zaten turk vê dixwazin
ku bi hiceta PKK,
kurdistanê tune bikin.
Bila ev ”rewşenbîrên
dilgerm” zanibin, ku
xisareteke biçûk bi
gelekî ji xisaretek
mizin çêtir e, û eger me
ev femkir, wê demê em
karin bêjin ku em hinekî
ji siyasetê fêmdikin.
Pirsa herî mezin ku min
kiriye navnîşana vê
gotarê, helwesta kurdên
bakur li himberî êrîşa
turkan!
Gelo ma kurdên meyî
bakur eve serê du mehan
tanq û topên turkan
nabînin, ku di nîvê gund
û bajarên wan de derbas
dibin û bi alî
Kurdistana azad de, bo
ku PKK tunebikin, Gelo
ev mesele ji wan re
nebalkêş e?
Eger ji her gundekî sed
mirov derketana pêşiya
wan cenderman û tanq û
topên wan, îro ro wê
nerîna rêjîma turkan ne
bi vî rengî ba.
Helwesta dost û hogirên
PKK li hundirê
Kurdistanê û Turkiya,
çima ewqasî lawaz e?
Gelo nikarin
xwepêşandanekê rojane li
himber dewleta turkan
rabane, ta ku rêjîma
turkî ev kiryar
rawestana, gelo nikarin
hilguvaştinekê li raya
giştî bikin , ku ev
karên rêjîm dike ne li
ligor berjewendiyên turk
û kurda ne?
Perlemanterên kurd ên ku
piraniya wan dostê PKKê
ne, nikarê helwesteke
tund derbarî vê rêjîmê
bistînin? Gelo çima ne
bicegerin û nabêjin;
eger rêjîma turkan ev
kiryar li dijî PKK û
Kurdistana başûr ne
rawestîne, em xwe ji
perlemana welat
vedekşînin.
Gelo dora 20 milîon kurd
li Kurdistana bakur û
Turkiya hene, li gor
deng û basên PKK û
mediyaya wê gerek
tibabek ji vî gelî heval
û hogirên vê partiyê
bin. Di vê germiya şer
de em tu dengê wan
nabihîzin, dêmek ew
propaganda tê kirin
nerast e! Ji ber ku
rastba wê
gerîlayên partiya xwe
biparastana, û herwiha
barê hikûmeta kurdistana
başûr sivik bikirna.
Ew kesên ku gazinan ji
hikûmeta Kurdistanê
dikin, nerînên wan
yekalî ye, û tucarî
berjewendiya gelê xwe
berbiçav derbas nekin,
ji ber ku berjewendiya
partiya xwe ji hemî
fakturên netewî mezintir
dibînin, û eve êş û
nexweşiya me kurda ye.
|
|