|
Qet
ez Şebîb, kurmeta xwe jibîrnakim, dema ku li
gundê Nisran û di nav koma xortan de, bi çîroka
Seyê gundê Kêşikê û serpêhatiya wî belengazî re
di keniya!….
Lê
mixabin, ku hingî ez di giranbihayê wê çîrokê de
negihiştim, lê ku ez koçberî welatekî biyanî bûm
û di nav jiyana koçerîyê de, wek gelek penaberên
dî winda bûm û êş û derdên xwe li yê belengazê
Gurzo girtin, ez ji nûv re di serpêhatiya wî de
kûr ponjîm û ketim nav mitalen giran de!….
Li vî
welatê biyan, ku zagonên di yasa wê de hatine
rêzkirin, tev jî jibo serkeftina mirovayetiyê
ne!….Lê wilo jî, qet min dilşad nakin û ne li
hemberî dûrketina ji welat in!… Welatê ku min bi
dilê xwe, di nav dinanên lawiran de hişt û ez
reviyam!….
Ji lewre,
aniha ev çîrok heger di bîra min hat, ew jî
jiber ku bi rastî, li min û li penaberên wek
min, yên ku di nav van zagonên mirovayetî û
evîndariya welatê xwe de, dilxemgîn û bêçarin!….
Seyê gundê
Kêşikê, sekî pir zîrek bû!…. Û zîrekbûna wî
dihat diyarkirin, di kêlîka ku dengê dahol û
zirnê dikir!….Hingî jî, Gurzo û ev bû navê wî,
berê xwe dida bi aliyê dengê daholê de, jiber tê
di gihişt, ku dengê dahol û zirnê, cihê goşt û
hestuya ye!…..
Wilo jî,
Gurzo jiyana xwe bi dilşadiya gelên wan gundên
der û dora gundê Kêşikê re derbas dikir!….Û heya
wê roja bê qidoş, roja ku gelê gundê Kêşikê û
gundê di kêleka wan de, ji bo qeşmeriya xwe bi
belengazê Gurzo bikin, gotina xwe kirin yek û li
finasekî ku pê bikin geriyan!……Gelê gundê
Kêşikê, di vî warî de bi serketin, ew jî dema ku
du dahol anîn û her yek li gundekî danîn!….
Li gundê
pêşî dengê daholê hat guhên Gurzo, bilez xwe
vemitand û guzand û berê xwe da bi ser dengê
daholê de!…..Lê di nîvê rê de, deng hat birîn û
bêhnekê li peyê ji gundê Kêşikê dengê daholê
bilind hat!….Gurzo bi paş de vegeriya û hîn ne
ketî nav kolanên gund de, deng car dî hat birîn
û li gundê pêşî dest pêkir!…..Û wilo, li
belengazê Gurzo kirin, heya ku bi çûn û hatina
di navbera her du gundan de, ji qerem de ket!….
Di bîra
min tê, dema ku min bi dilxemgînî, ev pirsa han
ji Şebîb kir?…
-Ma ne
gunih bû, we wilo li wî belengazî kir?
-Na Xalo……
Gundên li der û dorên me, qerfê xwe bi gelê
gund`e Kesikê dikirin ku zanebûna wan li
şehrezayêya Gurzo di girtin û qapandikirin!….Êdî
tu kesî ji wan nedikarîbû gotinekê bibêjên, beyê
ku li pey wê vê gotin nebihîzê:
-Wek Gurzo
jîre…..Yan jî, Gurzo ji te jîrtire!….
A niha
jî, ez bibêjim, çî min û Gurzo bi hevûdin re
heye?…..
Yekem ew e,
ku me her du ya, jibo binfisik û hestuyan, xwe
li dengê daholê girt û em ji warê xwe dûr
ketin!…Duyem jî ewe, ku gelê gundê Nisran, wek
gelê gundê Kêşikê, min jî wek Gurzo zîrek
dibînin, jiber di baweriya wan de, reva ji
welatekî wêrankirî, zaniyarî û şahrezayêye!….
Ya herî
giring, di vê serpêhatiyê de, cude bûne dawiya
jiyan min û Gurzo ye, ku ew bi yek carê re ket û
ji êş û derdan rehet bû!….Lê ez belengazê Xwedê,
ku hîn di nav bera hestuyên welatê Alman û
dilxemgîniya ji dûrkrtina welat xwe de, her roj
mirinê bi çavên xwe dibînim û hîn ez ne
mirime!….
Bêgoman,
penaberên wek min, bi tena xwe di giranbihayê vê
serpêhatiyê de di gihijin û dizanin, bo çi aniha
ez bi çîroka Gurzo re di grîm û nema dikarim pê
bikenim!?….
18/02/96-Aachen
|