
Bîraninên Xewneke Lal
Hoşeng Osê
Cejnek dihat…
û welatek li ber sînorên şevê, mirar
dibû.
stiranek dihat…
û xewa wateyên şîn nedihat.
sawêrek dihat…
û tvîznokên peyvên har diçûn.
Hîna kela dilê jina kevrî, ji kuştina
siwarê avê, sar ne bibû, careke din,
siwarê ku xwe bi oxira axê pêçabû, deh
carên din kuşt.
* * *
Kê ji bêdengiya vê şevê re gotibû: ez ê
pêrgî gunhên xwe bêm…?!
Kê ji bê re gotibû: xweliya min di nava
memikên jina kevirî de, veşartiye…?!
Kî naxwaze navê min li têkçûna xwe ke…?!
Wê bê…
Eger ne vê êvarê, bi êvara girî re, wê
bê.
Bi vegera hechecîkan re…
Bi rêwîtiya birînê re…
Di gel qêrina dawî, di kêlîka dawî de,
wê bê.
Mîna şîna çemekî sêwî, ber bi goristana
pêjna ve biherike, da xwe bavêje bextê
pêjneke mê, wê bê.
Dizane ji bo kê, lê, nizane ji bo çi, wê
bê. |
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe
ye! |
|
|
|
|
|

Fîlmê derhinêrê
Kurdistanî Mano Khalil
Davîdê Tolhîldan
|

Dezgeha SEMA du pirtûkên
nû çapkir , pirtûka
yekem (dîroka kurda di
şaristaniya islamê de) û
ya diwem (kurd û
Kurdistan) ..Nivîskar..
DR (Ehmed Xelîl) . |
Daxwiyaniya Zürichê:
Damezrandina „Saziya
Berevaniyê bo Mafên Jinê
û Kêmayetiyan,
li Rojhilata Navîn û
Bakurê Afrîkayê
(MEMWA) |

PÎROZBAHÎ
Bo: Kongireya
sêyemîn ya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên
Rojava
|
|
Banga
Kovara Urkêş
Piştî çend mehan ji
derçûna jimara 1ê, aniha
desteya nivîskarên
Kovara Urkêşê dest bi
amadebûnan dike, daku
jimara 2ê ya kovarê çap
bike.
Desteya nivîskarên
Urkêşê, banga xwe
digihîne rewşenbîr û
nivîskarên zimanê kurdî
ku berhemên xwe yên teze
û nuh ji boyî vê jimarê
li ser emaila Urkêşê, di
hundurê du hefteyan de
bişînin.
Desteya Nivîskaran vê
bangê wek derfetekê
dibîne ku, spasiyên xwe
yên germ pêşkêşî bike ji
hemî rewşenbîr û
welatparêzên ku
alîkariya belavkirin û
firotina jimara yekê ya
Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya
Nivîskaran, helwesta
Yekîtiya Nivîskarên
Kurd- Tayê Duhokê, ya ji
boyî berdewamkirina
Urkêşê, helwesteke
rewşenbîrane û cihê
serbilindî û şahnaziyê
dibîne.
Em li bendî lêkolîn,
werger, çîrok û
helbestên we ne!
urkesh@rojava.net
www.rojava.net
Desteya Nivîskaran
05. 02. 2007 |
Kampaniya
berhevkirina 100.000
imeze bi dawî bû
HRKRD kampaniya
berhevkirina 100000 imze
bi dawî anî, lê pirsa
ziman di çaçoveya xebata
xwe de pirsa herî sereke
digire. Vê pirsê mîna
kampaniyeke vekîrî û
bêsînor dê bi awa û
şêwazên nû û cihêreng
berdewam bike. Bi
armanca avakirina
pirojeyeke netewî bo
zimanê kurdî dê di kar û
xebatê de be. |
|
|