
Kurdên sûriyê xwepêşandaneke
serkeftî li Berlînê pêk anîn
Soparo/Taybet:
Roja duşemê
23.02.2009ê li paytexta Elmanyayê
Berlîn dora 1500 kesan ji revenda
kurdên sûriyê xwepêşandanek pêkanîn.
Ev xwepêşandan ji layê Komîteya Karê
Hevbeş a kurdên sûriyê hatibû amade
kirin ji bo protestokirina
hevpeymana, ko di navbera
desthilatdariya sûriyê û Elmanyayê
de hatibû navişkirin bo vegerandina
7000 penaberên sûriyê ko piraniya
wan Kurd in. Xwepêşanderan di
despêkê de berê xwe dabû ber bi
Şaredariyê Berlînê ve û paşê ber bi
Şehyariya derve ya Elmanyayê ve
berdewam kirin. Di dawiyê de
xwepêşanderan berê xwe da Şehyariya
hindur a Elmanyayê û dest bi greva
birçîbûnê kirin. |