Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                                 rojava@rojava.net  

 

 » Hevgirtin
 » Nivîskar
 » Þêwekar
 » Navdarên Kurd
 » Kurdistana Rojava

 

 

Hespek di ber kaniyê re dibeze

 Ebdulrehman Şêx Efîf

 

 -1

 

Min kişand hingulîska ba bi dû

Xwe de û hatim welatê

Xwe…

Min eciband bejna memikên

Te û esirandin devê xwe û

Hatim welatê sînga te

Min xwe di ber te de dirêjkir

Û xweş bû navka gula

Navka laşê te

Min xwe ji xwe hezkir

Bi hingulîska keçikaniya te...

Min xwe zarokkir

Û bi ser xwe de guvaşt min

Xweşikiya te

 

-2

 

Helbestek ji helbestê derket

Û şibiya min...

Rahişt balafirekê kaxetî û ta

Kişand dilê havînê

Amûdê ji Amûdê derket û rahişt

Talikekî û qewsikekî rîhanê

Û ji qewsikê rîhanê ez

Pekiyam…

Ez pekiyam hindirê helbesta

Ji helbestê derket...

Geriyam li helbesta ji min û

Minminîkê firiya...-

Dîsa …zehmet bû !!!

 

-3

 

Di tirênê de bê te

Ko şaşbibim

Li te binerim û şaşbibim

Berf dibare

Darek ji dûr ve

Bêhnek ji dûr ve

Di camên tirênê re libadibû

Stêrka porê te

 

Heyvek spî ji rojê radibû

Û diket sînga te

Zelal dilê wê

...

Ji dûr ve tu

  

-4

 

Tiliyên xwe di ser kulîlka

Te re dibim – laşê çira min

Vêdikeve

Ez hinek gîhayê te dixwim

...

Tu vêdikeve

Minminîk

Sordibim- spîdibim û

Bi ser te de nizimdibim...

Tu min di xwe de

Kûr divê

Xurt divê

Çira te gurrdike hîn min

Dixwe û di te de

- Vedimirim û vêdikevim

Tu diçire û diçirise !!

 

-5

 

Ez bi nexweşiya paîzan ketime

Bi nexweşiya gulistanan

Bi bask ketime

Ji  bask ketime…

çiqasî dûr e

Ezmanê eniya te

Av û xwêdana binçengên te

Devê te û kulîlka

Rehnên te û kulîlka

Rehnên te!!

 

-6

 

Rûdinêm û evîn di min de

Şiyardibe

Nanivîsim û evîn min û

Pencerên nivîsandinê dinivîse

-         Wilo hesan e

-         Wilo dirim xewê û ew ji min

Re evînan û Memozînan

Dicivîne... min ji xwe

Re karek peydakir jê nan

Bixwim

Min ji xwe re helbestek

Anî û bilûrek û çûkek û

Bi baskê çûk rabûm û

Min bi çiçikên helbestê

Girt!!?

 

 

-7

 

Ez li ser kevir

Û helbest ji destên min dikevin

Ez hildikişim ser darê û

Bîranîn ji min û darê diweşin

...

...

Li ser gîhayê par – me li ser bi tênis

Lîst

Dibiriqe …dibiriqe çavên evîna me

Birçî…

Li wir maye bi zikê xwe lawaz

Bi tiliyên xwe zarok…

 

-8

 

Ko te xwe nema dît û tim

Êşiya bê sedem ... Tu yê bibe

Helbestvan... Û di pîrekên

Dilê te de… A vaye qitikek

A vaye kulîlkek kevirî

-         Wê kulîlk jidêvla qitikê bifire

-         Wê qitik jidêvla kulîlkê bigirî

________

Û tu dê razê wek bexçeyê paîzê

Û tu dê palde wek çiyayê ne ti welatî…

  

-9

 

Li ber gula te me-

Ax- Kevir jî hîn li vir

Gul li ser kevir

Kevir li ser

Û

Ba

Bi hezar hespî

Û

Nazik in poz û lêv

Nazik ava vê sibehê

Êşa vê sibehê nazik û

Tûj

Kevirê li bejna gulê

Koçerên kerwanên

Ba

Bi şûrên wek gulê tûj û

Tûj…

 

 

-10

 

Şimamoka çiya

A veşartî

Hespek di ber kaniyê re

Dibeze

Kaniya spî

A êzîdiyan

Zimanê sor û zer

Şimamokek li ser hespekî

Destê te yê pîrekekê spehî

Çavên kûr û tarî

Û ev navka te ye

Şeva kaniyê

...

Ev sedsal in bi laşê te

Yê veşartî re

Radizêm…

 

-11

 

-Wer…wer

Blûr ji kulîçên evînê

Xanî bi dûmana tenûrên laşên nazik û spî

-Wer ...wer, çavşêrîn!

Li sîka xwe dilikumim

Bi ser dev û poz de dikevim

Heshesûk dikevin mijankan

Dest dibin werîs

-Wer...wer, yê vê biharê

Di buxçikê de evîna te

Û keroşkek

...Çavên çûkên zer dil

Dinikilînin…

VEGERE