|
Ez baş im, weke berê me. Carna bedena
min ji nîşka ve tund dibe, carna jî pir
sist dibe, ez wisa di bin bandorê de me.
Diyar e ji ber dermanê ku ez bikartînim
e.
Gelo civîna Kongreya Civaka Demokratîk
berdewam dike? Ma tenê du rojan berdewam
kir? Erkekî kongrê heye. Divê herdem
bixebite û civîn berdewam bikin. Divê
gel birêxistin bikin. Eger girtin û
binçavkirin çêbibin bila bibin. Wê deh
kesên din têkevin şûna wan. Gelo
Kongreya Civaka Demokratîk çawa derbas
bû?
Ev cara yekemîn e ku em bi pêvajoya
demokratîkkirina Komarê re rû bi rû ne.
Pêwîst e Tirkiye were demokratîkkirin.
Ji bo demokratîkkirina Tirkiyê zemîneke
demokratîk heye. Divê mirov vêya
binirxîne. Girîng e ku Tirkiye were
demokratîkkirin û Kurd vîna xwe deynin
holê, her wisa nîqaş bikin derbarê ka wê
çawa xwe birêxistin bikin û di vê mijarê
de ber bi encam ve biçin. Min li vê derê
herdem got ku pêwîst e Tirkiye were
demokratîkkirin. Di rastiyê de Komar di
sala 1925an de hate cemidandin. Em
dibêjin ku ev Komara ku hatiye
cemidandin, em li ser bingeheke
demokratîk wê ji nû ve zindî bikin.
Divê destûra bingehîn a 1921an esas were
girtin.
Dema Mustafa Kemal Komarê damezrand rol
û tevlîbûna Kurdan herî kêm bi qasî rol
û tevlîbûna Tirkan girîng e. Kurd
endamên damezrîner ên resen ên Komarê
ne. Mustafa Kemal jî vê yekê dizanîbû û
lewma desteka Kurdan girt; digot ku divê
xweseriya herî berfireh ji Kurdan re
were dayîn. Weke ku tê xuyakirin yên bûn
asteng, ne Mustafa Kemal û Kemalîst in.
Lê belê bi kadroyên Îttîhatger Mustafa
Kemal dorpêç kirin. Mustafa Kemal pir
baş dizanîbû ku eger Kurd nebin, wê Şerê
Rizgariyê nikare were qezenckirin. Loma
çûbû destê xwe dabû Diyap Axa, û weke wî
desteka 60 kesayetên girîng ên Kurd
girt. Wekî din, di wê deme de tevgera
Îslamî pir xurt bû. Eger desteka wê
nehatiba girtin, gengaz nedibû ku
biserbikeve. Mustafa Kemal desteka beşa
Îslamî girt. Seîdê Nûrsî bi rengekî
aktîv destek da Komarê. Rola Mehmed Akîf
tê zanîn. Her wisa desteka komînîstan
girt. Yanê Mustafa Kemal di wê pêvajoyê
de Komarê bi sê komên siyasî damezrand.
Vana Kurd, Îslamgir, Mehmed Akîf, Seîdê
Nûrsî û yên din, û yên sêyemîn jî
Komînist in. Eger Kurd nebûna, Komar
nedikarî bihata damezrandin; eger beşa
Îslamî nebûya, Komar nedikarî bihata
damezrandin; her wisa heger alîkariya
Lenîn nebûya Komar nedikarî bihata
damezrandin û Şerê Rizgariyê nedikarî
bihata qezenckirin. Eger desteka Lenîn
nebûya, ti demê nedikarîn biserbikevin.
Lê belê Îngîlîstan û dewletên mezin
gelek tedbîran girtibûn. Ji bo
kapîtalîstkirina Komarê hemî tedbîran
girtibûn. Komarê kirin kapîtalîst.
Mûstafa Kemal dorpêçkirin. Kurd hatin
tasfiyekirin. Kurdan jî nekarîn wê
pêvajoyê tam têbigihijin. Beşa Îslamî
hate tasfiyekirin, rewşa Mustafa Suphî û
yên din tê zanîn. Ezê derbarê Mustafa
Suphî de nirxandinên berfireh bikim.
Tirkîtiyeke sexte hate afirandin. Di
aliyê sosyolojîk de ti girêdana vê
Tirkîtiya Sexte bi Tirkitiyê re nîne.
Her wisa ti pêwendiya wî bi netewa Tirk
a di dîrokê de nîne. Dîsa ti pêwendiya
vana bi Tirkitiya rasteqîn re û bi
netewa Tirk re nîne, heta piraniya vana
Tirk jî nîne. Bila şaş neyê fêmkirin, ez
nabêjim ku Tirk nîne, helbet netewa Tirk
û netewa Kurd hene. Heta çend çandên
Tirk hene. Ew tiştê ku ez qala wî dikim
ev Tirkîtiya sexte ye û feraseta
Îtîhatgir e. Tirkîtî jî bûye olek. Wer
kirine ku di civakê de wek olek tê
têgihiştin. Kirasê dînan li civakê
kirine. Her asta civakê xistine bin
destê xwe. Di rastiyê de van hemî
pirsgirêkan pirsgirêkeke Tirk e.
Li pey vana ne tenê Cihû, hêzên din jî
hene. Ez wisa wê teoriya ku tê zanîn
weke ku li cîhanê sedema her tiştî Cihû
ne, naynim ziman. Ez li vê derê du
tiştên cewaz tînim ziman. Cihû li her
deran xwe baş birêxistin kirine . Ê
Hîtler jî, sed û pencî heb aligirên wî
yên Cihû hebûn. Vana bi tevahî berê xwe
dan her deran. Tiştên ku ez dixwazim
bêjim ev e: aliyekî Hîtlerîst ê Cihûyan
heye. Rola Hîtler a di kapîtalîzmê de
hîn jî nehatiye ronîkirin, diyardeyeke
wisa ye ku di tarîtiyê de maye. Hîn jî
tam nehatiye têgihiştin ku ka Hîtler tê
çi wateyê. Cihûyan ne tenê M. Kemal û
Marks, di heman demê de Lenîn jî,
paşevaj (saptırma) kirin û araste
(yönlendirme) kirin.
Karker di roja me ya îro de piştevanên
herî mezin ên kapîtalîzmê ne. Unsurên
herî girîng in ku kapîtalîzmê kedî
dikin. Vê yekê pir trajîk e ku karker,
ku ji aliyê Marksîstan ve weke dijminên
kapîtalîzmê têne nirxandin, di roja me
ya îro de can-dostê kapîtalîzmê ne. Ma
di roja me ya îro de ti karkerek heye ku
tenê ji bo karekî, ji bo karekî baş û ji
bo mûçeyekî (maaş) baş, hevalê xwe
neperçiqîne, wî nefiroşe û wî di rê de
nehêle?
Li hemberî Kurdan ji Şêx Seîd û vir ve
herdem heman hêz heman lîstokan dilîze.
Bûyera Şêx Seîd di 15ê Sibatê de destpê
dike. Dîroka komploya navnetewî ya li
hemberî min jî, 15ê Sibatê ye. Şêx Sêîd
di 29ê Pûşperê (Hezîran) de hate
bidardekirin, biryara bidardekirinê ya
di derbarê min de jî di 29ê Pûşperê de
hate dayîn. Û wateyek vê heye ku ev
rastî heman dîrokê tê. Vana ne tiştên
tesadûfî ne. Bi zanabûn denk anîne li
gel heman dîrokê. Tevahiya yên vana
kirine, heman hişmendî (zihniyet) ye. Ev
feraset ne tenê di nava artêşê de, di
heman demê de di nava sivîlî, burokrasî,
bazirganî û di her warî de birêxistî ye.
Ez ji nû ve ji vê derê bang li Birêz
Serokwezîr dikim. Ez dibêjim em Tirkiyê
bikin demokratîk. Ez nabêjim ku niyeta
Serokwezîr xirab e, niyeta wî baş e. Lê
bêlê şêwirmendên wî agahiyên şaş û kêm
didin wî. Em amade ne ku agahiyên rast
bidin wî. Ji ber vê yekê ez ji vê derê
yekser bang li Serokwezîr dikim. Eger
hun pêngavên rast navêjin, her wisa
pêngavên demokratîk navêjin, hunê her
tiştên xwe wenda bikin.
Li Tirkiyê yên dixwazin vê pirsgirêkê
çareser bikin hene. Serokkomar samîmî ye
û dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.
Wer xuya ye ku Serokwezîr wê li gorî
rewşê helwest bigre. Artêş, bi qasî ku
ez têdigihîjim, dixwaze vî şerî sînordar
bike. Axaftina Serfermandar vê yekê
nîşan dide. Sê Serfermandar, ango
Karadayi, Kıvrıkoglu, Ozkok dixwestin ku
qada demokratîk vebe. Kıvrıkoglu digot
“me ji Mesud Yilmaz re desthilatiyê
pêşkêş kir, lê nekarîn binirxînin”.
Dîsa, Ozkok digot: “ pêwîst e qada
siyasî were firehkirin. Ji bo vê jî
gelek biwêrekî tevdigeriyan. Li hemberî
99 der sed bi tena serê xwe tekoşînê
dikir. Serfermandarê niha jî dibêje ku
divê qada siyasî rola xwe bilîze. Ma
Hukumet ji artêşê destekê dixwaze? Ha ji
te re destek! Van hemî tiştan destek in.
Eger hukumet di warê siyasî de rola xwe
nelîze, dê biqede. Hukumeta Ecewît
dixwest hindek tiştan bike, lê MHPê
astengiyan jê re derxist, loma rola xwe
nelîst. Wan axaftinên min ên wê demê
vekin û lê binerin, min gotibû “eger
hukumet pêngavên siyasî navêje, wê belav
bibe û biçe”. Hukumeta Ecewît nekarî
pêngavên siyasî bavêje, lewre belav bû û
dawî lê hat. Ez niha jî heman tiştî
dibêjim, eger hukumet pêngavên
demokratîk navêje, Tirkiyê neke
demokratîk û van pirsigirêkan çareser
neke, wê di demeke kin de belav bibe û
biqede.
Li holê belgeyek heye. Ji ber vê belgê
bihev ketine. Serfermandarî jî şaş bûye
û nikare ji nava vê derbikeve. Ta ku
çareser nekin ka ev belge ji ku derê
derketiye, wê nikaribin vê pirsgirêkê jî
çareser bikin. Her wisa ta ku van tiştan
çareser nekin, wê nikaribin bizanin ka
ev belge ji ku derê derketiye. Gelo DTP
dikare viya çaresere bike? Nexêr,
nikare! Gelo Serokwezîr û Hukumet
dikarin viya çareser bikin? Nexêr,
nikarin! Gelo Serfermandarî dikare viya
çareser bike? Nexêr, nikare! Ev belge li
ser serê wan digere û ez nizanim ka wê
encam bigîhîje ku derê.
Pêwîst e mirov bûyera Gundê Zangirtê baş
têbigihije. Misoger divê romana wî were
nivîsandin. Di îdîanameyê de, ku di
çapemeniyê de derket, weke du hevok
derbas dibe; yek ji cerdevanê ku li wê
derê di nava bûyerê de ye, li du kesên
ji rêxistinê digere, ango pêwendîdar e
li gel wan; her tişt hatiye eyarkirin.
Piştî ku bûyer çêbibe, wê sûc bavêjin
ser rêxistinê, ji rêxistinê jî du kes
hatine eyarkirin û amade ne.
Belê, her tişt amade kirine, wê sûc
bavêjin ser rêxistinê, ango wê bûyerê
bavêjin ser rêxistinê. Ez ji Serokwezîr
re dibêjim, “Birêz Serokwezîr, eger hun
dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin,
divê hun bûyerê bi her aliyê wê ve
ronîbikin”. Gelo van du kesên ji
rêxistinê kî ne? Min berî niha dîsa qala
bûyera ku li Gundê Peçenek ê Mêrdînê
hatibû jiyîn kiribû. Ne gengaz bû ku wê
bûyera hovane ji aliyê feraseta PKKê ve
hatiba kirin. Min di xewna xwe de
bidîta, dîsa min bawer nedikir ku PKKê
kiriye. Min lêkolîn kir, Hogir ku
ciwanekî Mûşî bû û yên din vê bûyerê
kiribûn. Bêyî ferq û cewaziya kal û
zarokan, hemiyan kuştibûn. Ez di nava
dehşetê de mam.
Çawa ku Ergenekon xwe li her alî belav
kiriye, dibe ku di nava PKKê de jî xwe
dirêjî hinek kesan kiribe. Heta dibe ku
hinek hêzên biyanî jî, di nava PKKê de
hinek kesan kontrol bikin. Birêz
Serokwezîr, hun dibêjin PKK, ez jî pirs
dikim: Gelo kîjan PKK? Hun wisa dibêjin
PKK û giştî dikin, lê ev ne rast e. Gelo
hun qala kîjan PKKê dikin? Yên ku di
têkiliyê de ne eger du kesên di nava
rêxistinê de bin, ez jî li dijî vana me.
Ez jî li dijî vê PKKê me. Lê belê PKKyek
heye ku demokrasiyê esas digre,
çareseriya demokratîk dixwaze û dixwaze
dawî li tekoşîna çekdarî bîne. Ma tu
çima pê re diyalogê danaynî? Were em bi
hev re Ergenekona li Tirkiyê jî û yên di
nava PKKê de çareseriyê naxwazin jî
derxînin holê. Ê min, bi rengekî
sînordar be jî hêzeke min heye.
Roja ku Serfermandar axivî, di 14ê
Avrêlê de (Nîsan) operasyona li hemberî
DTPê çêbû, ev manîdar e. Operasyoneke
wisa ye ku ji bo sabotekirina axaftina
Serfermandar û bêbandorkirina wî hatiye
kirin. Min di destpêkê de wer dizanî ku
bi agahiya wan hatiye kirin, lê paşê min
fêm kir ku bûyera cûda ye. Ez nikarim
bêjim ku Serfermandar û Serokwezîr ji
operasyonê berpirsyar in. Ev karê
kadroyên Îtîhatgeran e ku li Tirkiyê hîn
jî bibandor in. Dibe ku haya
Serfermandar jî jê nebe, haya Serokwezîr
jî ji vê operasyonê nîne. Ez bawer nakim
ku operasyoneke wisa be ku bi îmzeya
Serokwezîr hatibe kirin. Rojek berî
dîroka ku Serfermandar axaftina xwe ya
duyemîn kir, ango rojek berî 29ê Avrêlê,
mayîn teqiya. Pêwîst e ev bûyer baş were
lêkolînkirin. Ez hevalên me yên li wê
derê tewanbar nakim. Gelo kî wan
leşkeran şand wê derê? Gelo teqemeniyekî
wisa mezin bi çi awayî li wê derê hat
bicîh kirin? Li wê sêçivê (üçgen) di
salên derbasbûyî de jî hinek çalakî û
bûyerên bigûman ku me fêm nedikir
çêdibûn. Teqemenî çêdibûn ku nedihat fêm
kirin ka çawa çêdibin, hinek hevalên me
li cihê ku lê bûn, bombe li wan teqandin
û wan difirandin hewayê.
Serokwezîr ji DTPê re dibêje “eger ji
PKKê re nebêje rêxistina terorîst, ezê
jî pê re hevdîtin çênekim”. Tiştê wisa
nabe. Divê Serokwezîr pirsgirêkê çareser
bike. Divê bi herkesî re hevdîtinan
çêbike. Divê bi rengekî hegemonîk
tevnegere û derfet bide ku hêzên
demokratîk pêşbikevin û xwe îfade bikin.
Li vê derê ev heft sal in ku min tehemul
kir. Ji bo çareseriya demokratîk a
pirsgirêkê ez ji wan re pêşniyaran
dikim. Herî dawî min ji Serokkomar
Abdulah Gul re nameyek a şansdeh rûpelî
şandibû. Li wê derê jî derbarê
çareseriya pirsgirêkê de min nêrîn û
pêşniyarên xwe pêşkêş kiribû. Ez bawer
dikim nekarîn bi têra xwe fêm bikin.
Eger Birêz Serokwezîr pêvajoyê di
rasterêya erênî de pêşnexe û operasyonan
nede rawestandin, ezê ji niyeta wî ya
baş gûman bikim. Ji ber ku Serfermandar
weke ku bixwaze operasyonan sînordar
bike, lê wer tê fêmkirin ku hinek tiştên
ku wî derbas dikin hene. Pêwîst e Birêz
Serokwezîr jî vê yekê bibîne. Ev heft
sal in ku ez sebir dikim. Ezê du mehên
din jî pêvajoyê bişopînim. Eger ji bo
çareseriyê pêşiya min neyê vekirin, ezê
bêjim ku tiştekî din ku ez bikaribim
bikim nîne, û ezê xwe vekişînim. Eger
Serokwezîr gavan navêje, ezê ji vê dere
wî weke hêjmar-yek ê Ergenekonê îlan
bikim. Tiştekî zêde ku mirov ji Baykal û
Baxçelî re bêje nîne. Lê ez dixwazim ji
wan re vê yekê bêjim; bila ji faşîzmê
dûr bisekinin û pêşiya pêvajoyê negirin.
Birêz Serokwezîr Erdogan bi mantiqê
bazirganan nêzîk dibe. Bi îthalata deh
der sed û bi hinek îhaleyan, li pey pere
û pûl in. Di îthalata deh der sed de
pereyên pir mezin qezenc dikin. Ji ber
vê sedemê, gel û yên din jî nafikire û
nade berçavan, her wisa gelê Tirkiyê jî
nafikirin û nadin berçavan. Heta
karkerên Tirk neçarî pîyaseyên erzan ên
navnetewî kirine. Ev 85 sal in ku weke
keran li pişta Kurdan jî û ya Tirkan jî
siwar dibin û wan bikartînin. Lê nekarîn
viya fêm bikin.
Min destek da demokratgeriya
Muhefezekar. Min diyar kir ku dibe ku ev
bibe. Û reng e bibe jî, heta ez hewl
didim wan fêm jî bikim. Lê ez li hemberî
wê yekê me ku pêkhateyek hegemonîk ku
tevahiya civakê digre bin bandora xwe
ava bike. Li Tirkiyê demokratên lîberal
jî hene, ji xwe her tim jî hebûn.
Demokratên Lîberal di her demên dîrokê
de hebûne. Wekî din demokratên lîbêral
jî hene. Divê demokratên radîkal di
civak û siyasêtê de rola xwe baş fêm
bikin û bilîzin. Min berî niha jî gotibû
ku demokratên muhefezekar, lîberal û
radîkal dikarin di xala demokrasiyê de
werin cem hev du. Demokratên muhefezekar
beşek û çandek temsîl dikin, lê tiştên
niha dikin ne Îslamî ye jî. Ez
Îslamiyetê dizanim, pêwendiya cewhera
Îslamiyetê bi wan karên ku demokratên
muhefezekar dikin re nîne. Demokratên
lîberal jî her hebûne, lê bêlê hêza wan
a ku karibin guherînê pêkbînin nîne.
Hêza rasteqîn ku karibe guherîn û
veguherînê pêkbîne demokratên radîkal e.
Divê demokratên radîkal vê hêza xwe baş
têbigihijin. Divê ew ji guherînê û
demokratîkbûnê re pêşengiyê bikin. Ew
her sê kom jî dikarin di çarçova
prensîbên demokrasiyê de werin gel hev
du. Dikarin destûreke bingehîn a
demokratîk a weke li Îspanya ava bikin.
Eynî weke ya li Amedê, divê Kongreya
Komara Demokratîk li Enqere jî were
çêkirin. Divê Kurd û demokrat bi awayekî
aktîv destek bidin vê. Mirov dikare
hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê têxe
liv û tevgerê û wan arasteyî vê Kongrê
bike. Ev berî her tiştî girêdayî wê yekê
ye ku Kongreyên Civaka Demokratîk ên
Kurdan bi xwe biserbikevin û pêwîst e
her du Kongre bi rengekî paralel werin
meşandin. Divê li her bajaran, navçeyan
û beldeyan Konseyên Bajaran werin
damezrandin. Ji xwe ev di zagonê de jî
heye. Mirov dikare Konseyên Bajaran ên
sê sed kesî li bajarên mezin, ên du sed
kesî li bajarên din, ên pêncî yan jî sed
kesî jî li navçeyan û beldeyan ava bike.
Divê bi lezgînî van Konseyên Bajaran
werin damezrandin. Ji bo pirsgirêkên
civakê û çareseriyên wan, damezrandina
vana girîng e. Mirov dikare şaredariyan
jî li gel van Konseyên Bajaran bigihîne
xebitîn û xebatkirineke demokratîk. Divê
şaredariyên me li ser bingeheke rast û
bi riya xwe spartina gel, xebatên xwe bi
awayeke demokratîk û bi lezgîniyeke
mezin bidin meşandin. Wisa bi riya xwe
spartina kapîtalîzmê, bi krediyan û bi
bezîna li pey krediyan nikarin vî karî
biserbixin. Ancax dema xwe bispêrin gel
û hêza gel bixin nava liv û tevgerê,
dikarin biserbikevin. Eger parêznameyên
min jî werin xwendin, wê baştir were
têgihiştin ka ez dixwazim çi bêjim. Eger
nekin, ezê bi tundî rexne bikim û ez van
rexneyên xwe veşartî dihêlim.
Gelo hun dizanin, hun jiyaneke çawa
dixwazin? Ma hun dizanin pêwîst e hunê
çi bikin ji bo ku hun ji vê jiyana heyî
ya riziyayî rizgar bibin? Gelo hun
dizanin komkujiya çandî di dîrokê de tê
çi wateyê? Ma hun dizanin ku komkujiya
çandî ji komkujiya fizîkî xetertir e?
Gelo hun dizanin mirov çawa dikare li
hemberî komkojiya çandî tekoşînê bike?
Gelo hun dizanin dostên we kî ne û
dijminên we kî ne; ma hun wan nas dikin?
Ma hun dizanin ka destûra bingehîn û
zagonên demokratîk ên pêwîst, ji bo
civaka we û gelê we, divê çawa bin? Gelo
hun dikarin di van mijaran de xebat
bikin? Gelo hun dizanin ka destûra
bingehîn a demokratîk bi kîjan rêbazan
wê were amadekirin? Gelo hun dizanin
mafên we yên civakî, ka bi kîjan rêbazan
têne qezenckirin? Ma hun dikarin yek
zarokekî welatparêz ê durust pêşbixin?
Ma hun dikarin yek zarokekî xwe jî bi
zimanê zikmakî pêşbixin? Eger hun van
hemî tiştan nizanibin û nikaribin
çareseriyê biafirînin, wê demê ezê jî
bêjim ku vana nizanin û nikarin bikin û
ezê ser wan xêz bikim û wan negirim
dîqetê jî, çawa ku nagirim dîqetê.
Te tune dihesibînin, ziman û çanda te
nîne. Ti tiştekî te nîne. Lê dizanin
zarokan çêkin! Qala evînê û hezkirinê
dikin! Lê bêlê nikarin zimanê xwe yê
zikmakî fêrî yek zarokekî xwe jî bikin,
nikarin yek zarokekî xwe jî pêşbixin.
Derbarê welatê xwe, zimanê xwe û çanda
xwe de ti evînekî wan, hêcanekî wan û
hewldanekî wan nîne, hezkirina wan a
welat nîne, ji bo vê yekê tekoşîna mezin
nîne. Ez Cihûyan pir rexne dikim, lê
aliyên wan ên ku ez hez dikim jî hene.
Mînak dema li hemberî wan felaket
çêdibe, xwe davêjin nava herriyê, ji
serî ta lingan her derê xwe dixin nava
herriyê, her aliyê wan reş û tarî dibe,
cîhanê radikin ser piya, bi vî rengî wê
bûyerê ji bîr nakin û ta ku tola xwe
hilînin, di bîra xwe de dihêlin. Eger
evîn û hezkirin hebe, divê ev bi armanca
welat û gel be. Gelo civakek çawa
dixwazin? Gelo hunerek çawa, çandek çawa
û jiyanek çawa dixwazin? Divê bi vê
armancê hewldanên wan hebe.
Ez dibêjim ku ez nikarim li vê derê
Serokatiya pratîk bikim û bibim Serokê
pratîk. Bila ew biryarên xwe bi xwe
bigrin. Ez tenê dikarim nêrînên xwe
bînim ziman. Ez nikarim ji wan re bêjim
ku parastina xwe nekin. Ez nikarim ji
wan re bêjim ku dest ji rêxistingeriya
xwe berdin. Wê ev bibe ketîbûna
(alçaklık) herî mezin. Lê divê ew bi xwe
biryarên xwe bigrin. Bila Kurd parastina
xwe bi xwe bikin. Min herdem got ku
pêwîst e herkes parastina xwe bi xwe
bike. Parastin bi dû cûreyan tê kirin:
yek; parastina rewa ku bi armanca
parastina hebûna xwe tê kirin. Du;
parastin û tekoşîna ku ji bo azadiyên
xwe tên kirin.
Ufuk Uras îstîfa kiriye. Qala tevgereke
nû dike. Ev erênî ye û pêwîst e. Ez
silavên xwe jê re dibêjim, hun dikarin
bi navê min pê re hevdîtin pêkbînin.
Ez destek didim vana. Di nava Tevgera
10ê Kanûnê de gelek nav hene, hinek
navên weke Derya Sazak ji rojnameya
Miliyetê jî hene. Bila vana jî hebin,
heta bila beşên hîn firehtir jî tê de cî
bigrin. Eger TKP (Partiya Komînîst a
Tirkiyê) demokrasiyê diparêze, beşên
demokrat jî dikarin têde cî bigrin. Eger
girêdayî bîranîna Mustafa Suphiyan in,
divê bi rengekî demokratîk tê de cî
bigrin. Divê çepgir xwe ji çepgiriya
Ergenekonparêzan pak bikin û li ser vê
bingehê xwe weke çepgirên demokratîk di
civaka Tirkiyê de birêxistin bikin.
Pêdivî bi avabûnekî wisa heye. Çêbûneke
weke Partiya Sîwan ji bo demokratîkbûna
Tirkiyê pêwîst e.
Bi Konferansên ku wê ji alî Tevgera
Partiya Sîwan ve werin kirin re dikarin
xwe bigîhînin beşeke hîn firehtir. Divê
her beş karibe tevlî bibe, divê bi sedan
ramanên cûda karibin xwe îfade bikin,
divê komên baweriyê yên cûrbecûr heta
Elewiyan, kêmnetew, komên etnîkî, heta
hawirdorparêzan karibin tê de cî bigrin.
Divê hemî derdorên demokratîk ên li
Tirkiyê destek û tevlîbûna xwe pêşkêş
bikin û tê de cî bigrin.
Divê mirov Yaşar Kemal, Vedat Tirkalî,
Mîhrî Bellî –ku di rastiyê de pir kal e
-vexwîne Kongreyê. Ji hemiyan re silavên
xwe yên taybet radigihînim.
Pêwîst e mirov Yaşar Kemal carekî din
vexwîne, bila were li kongrê nêrînên xwe
bêje. Bila piştgiriya xwe ya bi Kurdan
re nîşan bide. Bi navê min ji Yaşar
Kemal re bêjin bila here serdana Wanê.
Wan di nava pêşketineke pir mezin de ye,
di nava pêşketineke demokratîk de ye.
Bila saziyên me yên li Wanê zîyaret
bike, bila nêrîna xwe ji wan re û ji
şaredariyê re bêje. Bila dostanî û
piştgiriya xwe ya bi Kurdan re nîşan
bide. Mirov dikare jê re bêje ku bila di
Kongrê de nêrînên xwe pêşkêş bike.
Hevsera wî jî ji Babanzadeyan e, ez
silavên xwe jê re dibêjim. Babanzade yek
ji wan êlan e ku yekemîn serhildana Kurd
daye destpêkirin. Her wisa ji bo
girêdana bîranîna bapîrên xwe, bila bi
Kurdan re diyalogên xwe pêşbixe.
Ma tiştek wisa dibe? Mafên takekesî
mafên civakê ne, mafên civakî ne. Mafên
civakî mafên takekesî ne. Vana nikarin
ji hev du veqetin. Mafên takekesî bi
mafên civakî re wate digrin. Ev tê vê
wateyê: Kurd heye, lê civaka Kurd nîne!
Nabe ku tiştek wisa bibe. Hun nikarin
vana ji hev du veqetînin. Takekes bi
civakê wate digre, civak jî ji takekesan
pêktê.
Li Îranê rewş tevlîhev bûye. Ehmedînecad
dişîbînin Hîtler. Rast e, aliyên wan ên
dirûb (benzer) hene, lê ne Hîtler e.
Balkêş e ku wî dişîbînin Hîtler. Pêwîst
e mirov zanibe ku çima wî dişibîninê.
Pêwîst e Îran jî mafên demokratîk ên
gelê me yê li wê derê nas bike. Eger
pêwîst bike, derbarê vê yekê de hun
dikarin bi navê min ji Ehmedînecad re
name binivîsînin. Van nêrînên min ji wan
re dikare were ragihandin.
Rast e, kî pirsgirêka Kurd çareser bike,
ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya
Rojhilata Navîn heta li Ewrûpa bibandor
bibe. Desthilatdarên li Tirkiyê dest bi
hejînek kirine. Ji niha û pê ve feraseta
hegemonya ya şêwaza kevn zor e.
Ez ji vê derê careke din bangawazî li
Birêz Erdogan û Birêz Gul dikim. Pêwîst
nake birtirsin. Eger ev her du gel, ango
gelên Kurd û Tirk, bi hev nekevin, ti
kes nikare ti tiştek bike. Eger em vê
pirsgirêkê weke du gel çareser bikin, wê
pêşiya Tirkiyê vebe, wê Tirkiye derkeve
pêş û bibe welatê serok ê Rojhilata
Navîn. Ewrûpa vê yekê naxwaze,
xirabkariyan dike. Eger li Tirkiyê ev
pirsgirêk çareser bibe, wê bibe welatek
zengîn, di nava refahê de be û
pirsgirêkên xwe çareser bike. Ma tiştê
ku em hemî dixwazin ne ev e? Ez li vê
derê birengekî bêberhember, weke
pêdiviya welatparêziyê, ji bo vê di nava
hewldanan de me. Ez bi rengekî
bêberhember van tiştan mîsoger dikim û
agahiyên belaş didim; pêwîst nake ku
biçin deverên din. Ev alîkarî û
tevlîkirina ku ez pêşkêş dikim, bi
milyaran dolar jî xerç bikin û li
pêşberî Emerîka çil teqle jî bavêjin
nikarin bidest bixin.
Ez biwijdan tevdigerim. Eger ez
bêwijdanî bikim, ez jî dikarim kirasê
dînan li civakê bikim, her wisa ez
dikarim artêşa milyon kesî ava bikim. Wê
guhdariya min jî bikin û wê şer jî
bikin. Em bêjin ku di navbera her du
aliyan de şer derkeve û di encam de yek
milyon kes bimre, ma wê kî ji vê yekê
qezenc bike? Eger gel li hemberî hev şer
bikin, wê herkes êş bikşîne û wê ti kes
ji vê ti tiştek bidest nexe. Du mehên
din dem heye. Eger bi rengekî rast ji
pirsgirêkê re nêzîkatî çêbibe û
çareseriya demokratîk pêşbikeve, aşitî
dikare were bidest xistin. Lê belê eger
ev lîstokek be û bi armanca
valaderxistinê be, wê wenda bikin. Vana
pratîka PKKê nizanin, wê bi erdê re
bikin yek. Divê Birêz Erdogan pêvajoyê
bi rengekî rast bigre dest. Emê alîkarî
û desteka pêwîst pêşkêş bikin. Lê pêwîst
e pêşiya min vekin. Ez di van mercan de
nikarim Serokatiya pratîk û polîtîk
bikim. Eger di rasterêya çareseriyê de
pêngav neyên avêtin, ezê ji gelê xwe re
raber bikim ku ez ji vê derê nikarim
Serokatiya pratîk û polîtîk bikim. Ezê
bêjim: aşitî çênabe û divê hun bi xwe
biryarên xwe bidin: gelo şer an aşitî!
Ew îdîaya ku dibêje çalakiyên bersivdanê
giraniya artêşê ya di siyasete de zêde
dike, ne rast e. Ne wisa ye. Bi rengekî
pir sivik digre dest. Ez siyasetê
dizanim. Divê Ehmed Altan ew qas sivik
negre dest. Bila hewl nede ku siyasetê
fêrî min bike. Dixwazin berxwedana
Kurdan bişkînin. Eger berxwedana Kurdan
were şkandin, Ewrûpa, Tirkiye, DYE û
Îsraîl weke gurên birçî di kemînê de li
bendê ne, wê me biqedînin, wê Kurdan
biqedînin. Eger niyeta aşitiyê hebe, emê
pêşiya vana bigrin. Ew karekî hesan e.
Yên di nava PKKê de jî û yên di nava
dewletê de jî, beşên ku aşitiyê naxwazin
wê werin derxistin holê û bi vî rengî wê
li hevhatin were çêkirin. Ev karekî
hesan e.
Rojnameyan wisa dibirrin û didin min.
Kovaran jî carna dibirrin û didin min.
Min serî li Hakimtiya Înfazê dabû ji bo
ku rojname û kovar, bêyî ku bêne birrîn,
werin dayîn û pirtûk jî bi hev du re
bêne dayîn. Lê belê daxwaziya min hate
redkirin. Tê diyarkirin ku heft rojan
mafê min ê îtîrazê heye ku ez serî li 2.
Dadgeha Giran a Cezayê ya Bûrsayê bidim.
Ev biryar di 01. 06. 2009an de hatiye
dayîn. Dibe ku dema îtîrazê derbas jî
bûbe. Divê parêzerên min bişopînin. Hun
dikarin pirtûka Benedîct Anderson a bi
navê Cemaetên Xeyalî bînin. Her wisa
pirtûka Maalouf a bi navê Benderên
Rojhilat (Doğu’nun Limanları) jî bînin…
Nameyên hatine hene. Cahît Îlboga ji
Girtîgeha Trabzonê, ji Diyadîn a Agiri
yê ye. Nameya wî xweşik e. Hun dikarin
jê re bêjin tu baş diçî, dikare xwe
zêdetir kûr bike. Nameyek Ebedîn Ebed
heye. Ew bi xwe nexweş e. Gotinek
ragîhandiye. Ew gotinek wisa ye ku ez jî
begem dikim. Nameyek Încî Roj heye. Wekî
din nameyek Gulnazê jî heye. Gulnaz ji
Girtîgeha Bakırkoyê şandiye û meraq dike
ka min nameya wê girtiye an na, bi israr
li benda bersivê ye. Hun dikarin jê re
bêjin ku min nameya wê girtiye, ez
silavên xwe jê re radigihînim. Ez ji
hemî hevalên li girtîgehan re silavên
xwe radigihînim.
Ji hemî gelê me re hezkirin û silavên
xwe dişînim.
Roj baş.
17 Pûşper 2009
|