|
Serpêhatyên kurda yên ku mane ji pêmayên devikî
yên miletê kurd bi sedê salan, di van serpêhatya
dîtin û zanîna milet tê xwyakirin, û tiştin hêja
yên ku derbas bûni di jiyana vî militia de, di
van gotinên xweş, geşbûn û ronayî di çand û
cultûr û pêmayên xwedî qûnax û kok tên hole .
Yek ji van serpêhatya, ku tên ser ziman, û di
nav bera civet û civînê kurda de tê gotin (rih
di bi post, dujmin nabe dost .. ) .
Ev peyv di keve nav dan û stendinê di warê
hişmendî û zanînê, ku tu caran dujmin ji kiryar
û pêkolîn û dixsitiyên xwe û pîlanên dijwar
nayê xwar, û nabe dost, ta go mirov di nav
salade hiri û bi temenê xwe mezin bibe, û rih lê
sipî bibe heta bibe weke hirya pez, ya tê
naskirin bi (post), lê divê ser pêhatyêdi rengek
di tê ser ziman, ji bilî (post), tê gotin
(bost), yan (buhust), ew gotna gwi wateya wê tê
binavê pîvana bi dest, lê ev axavtin şaşe û ne
duriste, tev go hatiyê nasîn, di hinin civatê
kurdîde.
Lê ev metelok û ser pêhatya me didi xwya ku div
ê mirov pişta xwe need dujmin, û behwerya xwe
nedêye, ji bir ku ew dimîne dujmin, û wê bimîni
dujmin, çingî zikreşya wî kûr û dûri, û nikari
xwe ji dujminayê biparêze .
Ev gotina hêja ji pêşyên kurda ne ji ber xweve
hatye, belê ji dan û stendinek jiyanî dûr û
dirêjde hatye, ta ku bûye ji ware dîroka tore û
zanistya milet, ji ber vî hawî ji me tê xwestin
em baş nasbikin, û bi dostan xweşbin, û xwe ji
dujminê dijwar bi parêzin, bi her awayî, û bi
zanebûn û xwe cihê nas bikin, ku em karibin kar
û barê xwe bi cih bînin, di warê konevanî û dan
û stendinê de, ku em nekevin nav lepp û nigan û
xapan dinên dujmin .
|