Neue Seite 1
Kampanya  100
01 June 2009 17:22
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

01. 06. 2009

Ehmedê Huseynî:

Şêxê Mino!

Bi kîjan reşeewran dest bi keskebarana cubeyê te bikim û bi kîjan zimanî xatirxwestina te wergerînim zimanê sirûd û balindeyan û ji kîjan welatê te çîrokê ji zarokên xwe re bibêjim Şêxê mino!?
Bi kîjan rengan dest bi nehwirîn û rexên şînê û dest bi velerzînên çiyayên bendemana te bikim û vê gerdûnê wek sosretekê di hinavên xwe de biteqînim Şêxê mino!? De zorbaziya jiyanê ji nav destên xwe yên ji gazinan û ji nêrgizan ber bi tenhatiya sînorên êşê ve berde û di navbera keskê kêlê û bêrengiya tavsorkê de; pêrgî hawara min a şikestî bibe!

31. 05. 2009

Salih Kobanî:

Jibo bîranîna şêxê şehîdan Maşûq Xiznewî
Berî du salan, li ser gora şehîd Ferhad Sebrî ku yek ji şehîdên 12ê adarê ye, şêxê şehîdan Maşûqê Xiznewî ji zengiloka xwe ya birîndar diqîriya û digot:"em tevde tewanbarê şehîbûna we ne, destê me tevan di xwîna we de heye!". Katjimêr ne wesiya… katjimêrê karê xwe weke caran berdewam dikir..Qet bawer nedikir, rojek wê bê… wê rê tevlihev bibin, ji hev beş bibin, û çaterê li hev şaş bibin û wê gavê, têne wê gavê katjimêr wê bê xapandin

30. 05. 2009

Selah Bedredîn:

Di yekemîm salvegera şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî de : Ber bi çêkirina komîteyeke navnetewî ya lêpirsînê bo şopandina doza wî
Di yekemîn salvegera revandin û kuştina zanyar û şêxê kurd, Şêx Maşûq Xiznewî de, hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û tiwêjên xwe di bin nîrê zulm û zordariyê de ye, di dema ku hewildanên li ser asta ramyarî bê rawestan ji layê tevgera opozisyona niştimnaiya demokratîk ve ji bo rastkirina refên wê û gihştina çarçewekê ku wê bidê serhev û pirogramekî yekgirtî têne kirin. Diyar e

29. 05. 2009

Imer Kalo:

Ronakbîr û Pakrewanê mezin Hilgirê xetîreya azadiyê Dr. şêx Me'işûq El-xeznewî Qet ji bîr nabe
Pîroz be Şêxê delal .... ku darbesta te bi sed hezaran ji hêsir û girî û gaziyan hate pêşwaz kirin, û bi ala kurdistanê ya rengîn hate pêçandin, û bi dilarî û germahiyeke zor mezin hate himbêz kirin!! vestîvaleke mezin û xemgîn bû, ji hilbijartina te re, wek serokekî ji komara pakrewanên 12 avdarê re!! pîroz be .... û silavên me bighîne Şêx Se'îd, Qadî Mihemed, Barzanî û hemû pakrewan û nirxbilindên kurdan, û ronahiya

28. 05. 2009

Dîlan Zêbo:

Bê tirs binivîsîn dîrok
Li ku derê?/Li ser rûpelên Nasnameya penaberên bê Welat, /Li ser asîmanê buhişta giyanên pakrewanên Avdarên xemgîn, /Li ser çirûskên bendewariya Girtiyên azadiyê /Li ser cilnivêja Şêx MaŞûqê bê guneh /Li ser piştên Karkirên Avahiyên Dagîrkeran rizyayî /Li ser Lepên Zarokên Tiliyên wan di boyaxa pêlavên serbazan de lerizîne /Li ser Şûr û Mertalên Qureyşiyan ku mirovatî hînî kuştinê kirine

27. 05. 2009

Ezîz Xemcivîn:

Şêxê min Maşûq miletek e
Ne tu tenê armanc bû, îro roj doza te, azadiya peyva te, pêşketina doza te, pirsa kurd û kurdistanê ew armanc in… xelk tevde dizanin çima Şêxê me hate kuştin, çima bi rêya tiror û veşartokî ji Şamê tu birin Heleb û li Dêra zorê veşartin….!! Şêxê min: ez bi rastiya rêka te bikim, te misilmantiya rast û durist dixwest bi cih bike, li gel jî kêşa gelê te herdem armanca te bû… qey tirsa rastiya te dilê neyaran dikeland û kul û dax dikir, wisa xuya dikir ko ji te bi xwe ditirsiyan, lê Şêxê min tu

26. 05. 2009

Salih Cefer:

Kujerên te newêrek bûn
Şêxê hêja,
Dijmin mêr jî dibe û newêrek jî dibe. Dijmin heye singê xwe dide singa te û enî bi enî, rû bi rû, yan kujere yan tê kujtin. Dijminên newêrek nikarin enîya xwe wek mêran bidin enîya lehengan, ew ji paşîyê de derba xwe li mirovan dixin yan bi xiyanet kiryarên xwe dikin. Xwiya bû ku dijminên te ji newêrekan newêrektir bûn. Birînên li termê te nîşana dijminan da xwiya kirin. Enîya te bê birîn bû şêxê hêja, birînên te

25. 05.2009

Bêwar Ibrahîm:

Dara Ûcaxên Kurdayetiyê naÇilmise
Were Qamişlo were !
Dengê bê dengiya axîn û nalînên
Ku di sînga te de sincirîbûn/Li ser peravê çemê Ceqceq bi peqîne, Agirê di navbera
Derya û peravê de gurbûye vemrîne, Wêraniya Qidûr Beg /Di bin konê Şîniya xwînlî de bi civîne
Xewnên keç û xortan ji nû ve li ser
Teşiya rastiya tal û zilindar bi rêse,
 

24. 05.2009

Arşevê Oskan:

Şêx Kete Dîrokê
Li ser asta tevgera siyasıya kurd lı Sûriyê, mixabin piraniya oldarên me roleke erênî ne lîstin e, ji ber ku tim û tim ketin e xizmeta siyaseta wendabûna netewa Kurd. Ew jî, ji ber gelek sedeman tê, û nemûneyên herî balkêş, di vê çarçewê de Keftaro û Seîdê Botî ye yên wek wan in.  Lewra ku gelê kurd, bi kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî, pir êşiya û qîrîneke balkêş jê derbû, da ku mirov nas bike yê ku bi kêrî doza

23. 05.2009

Konê Reş:

Pîroz be Qamişlo !
Qamişlo !/Vê nîvrojê piştî min nûçe sehkirin bi kuştin û dîtina termê şex Maşûqê Xiznewî,tenahî û aramiya min ji hev belawela bû ,spîbûna dilê min bi reşahiyê ve hat/lewitandin...û xemgîniyê konê/xwe/di/ser/Qamişloka/evînê/re/vegirt../Qamişlo ! /Çima tu evqasî xemgînî ?! Nizanim.. /Tu dibê qey vê êvarê min tiştekî xwe winda kiriye..Ez bûme mîna hîmekî kevirî,ku rih û can têde nemaye.. /Tu dibê qey, ez xatir ji te dixwazim, û pişta xwe didim dost û yarên xwe .. /Qamişlo ! /Tu dibê qey, vê sibehê min qehwe

22. 05.2009

Sebrî Silêvanî:

Bi Navê Xwedê Binivîse Qamişlo
Bi pelên xemên xwe /darbejnên me yên tazî binixumîne /çolistana demsalên pirr leylan bi tîrêjên elindek nû bixemlîne /bi êsirên hesretên xwe /zuhabûna me av bide/tu dikarî /birînên gendel, /di ruha me de /bi hilma henaseyên xwe sarêj bikî /û di xewna keçkên bênivêj de /evîna aşiqên dilrizî li Firengistanê bipalînî /tu dikarî jî di giriyê xwe de, /stirana bendiya me û azadiya xwe /bi lêvên zarokan bistirînî. /Bi ximava sor ji desmalên Fînosan /
tu dikarî /dastana avdarên bê av û dar binivîsî /tu dikarî, /li ber dengê nalîna birîndarên axê û toza berbangan
 

21. 05.2009

Şêrko Bêkes:

XEZNEWÎ

Mirovek hebû, serê ewir/çavê kanî/û perên teyr
û bejna şîndarê/cara yekem…../pençera malekê ew nasakir/cara diwem…../barana gundekî/cara siyem jî…. Tenê tîşkên roja dû sê şaran/Eve çel û heşt sal xwest/Belê doh dîsan ev mirova/Di yek rojê de…. Tenê yek roj. /Dema serê pirîskê vêxist /Û gulek çand

20. 05.2009

Besam Mistefa:

Dastana Şêx Ma'şûqê Xiznewî
Ey şêx Ma'şûqê Xiznewî/Wey rêberê ol û dewlet /Ey zanayê dîn û hem dunyewî /Tu Kurd bû ev bû tuhmet Ey şêx Se'îdê demê /Te j'xew kirin şiyar em /Ey tîra serê rim ê /Te em kirin însan em !/Ey şehinşahê bê tac /Ey Rustemê kurê Zal /Eniya bilind wekû 'ac /Ax û ax û nale nal.../Ey şêx Ma'şûqê dîndar /Te sax kir Şêx û Qazî /Nikarin te ew bi dar /Vaye têt serfirazî /Ey teyrê fireh çeng /Wey Nemrûd û Herekol/Ey leheng ê şer û ceng/Wey şêrzadê di bîngo

19. 05.2009

Lava Derwîş:

Berbanga Gulana Xopanê
“Ji bo bîranîna şehîd şêx Maşûqê Xiznewî”/Gulxwînên adarê serî diçemînin /di barbanga gulana xopanê de/û karwan ser riya te de diçin/ey şêxê şehîdan…/bi alî berbanga welat ve/û/kujerên te hîn li te digerin../Ey şehîd../lê/mîna sunbilan/tu xwe diyar dikî di nav tishtan de/Kevoka ber qeraxê şeva kor/bi firê ket/bêxewiya deştan û keviran/veciniqand ../Rewanê te bi evîna zeviyê têkel bû/û

18.  05.2009

Tariq Hemo:

Şêx Maşûq, qurbaniyê guhertina mezin…
Di 1.6.2005 an de û piştî vegera wî ya ji Ewrûpayê, dewleta Sûriyê ya stemkar, zaniyar û oldarê kurd yê pêşverû Şêx Maşûqê Xeznewî bi şêweyekî hovane û piştî êşkenceyek mezin kuşt. Biryara kuştina Şêx Maşûq yê ku roj bi roj cihê xwe di dilê gelê kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê de digirt, ji berpirsiyarên ewlekariya Şamê yên herî mezin û payebilind derçû. Çima biriyara ji holêrakirina vî mirovê aştîxwaz?

17. 05.2009

Şêx Maşûqê Xiznewî:

Ti kes mafan bi xêra xwe nade, mirov mafên xwe bi darê zorê distînin.

Hûn giş dizanin ku ti rojan ez beşdarî şînên mirinê nebûme, yên nêzî min jî baş dizanin ku ez beşdarî salvegera koçkirina bavê xwe nabim. Berevajî hindek kesan, ger em mirinê wernegerînin û nekin jiyan, ti hewcedariya min bi şînîkêşanê û bi ahengên mirinê nîne.Ez îro di nav we de me, ne

16. 05.2009

Mizgîn (Hesko) Mehmûd:

Gulan her pîroz e

dîsa gulan hat/gulan her pîroz e/çendîn ew pakrewanan himbêz bike/ew her cejin û şoreş û newroz e/dîsa gulan hat..û va ye Barzanî/siwarê hespê boz e/û li gel wî Şêxê Şêhîdan e/maşuqê kurd bi daxwaz û doz e/Şêxê min tu hatî/te ji Şêx Se,îd û Qadî û Barzanî sûd wergirt/û te dest bi Dastanê kir/tu hatî/mîna lehiyeke boş, te qurmên mêrxasiyê bi xwe re anî/te navê rojava li nik bakur û

15. 05.2009

Ferhad Ehmê:

Xalê min şêx Maşûq, birayê min Mihemed Weyso
Nuha ku ez pêrgî xwîna we dibim,/Xalo,/Keko,
Dilê xwe yê bi xunava giyanê miletekî sêdarkirî stirayî li ber piyên we radixînim.. /Nuha we stêr û gerdûnan bilêv dikim û dilê xwe ji piyên we re bi berbû û xêlî dikim.. /Xwîna we tavên baraneke bengîn li biyabanên beyhûdeyiya me dibarîne... /Destê kekê min bernede xalo, lêvên wî fêrî hûnandina zimanê Qurana nimêja sibeha te nebûne...
destê wî bernede û ji meya kevnar ya işqa xwe bi ser bişirîna

14.  05.2009

Silêman Azer:

Ji bo bîranîna şêx Mihemed Maşûqê Xiznewî
Şaşika,/ji tirsandina tirsê re/di kîjan xweziyê de,
te razên xwe çandin/di çi nerînê de,/hate jibîrkirin pêçana te/ma tu dikarî,/li çi hebûnê,/xwe derînî/di keviyên spîbûna te de,/katdabûn,/şaxên xweziyan/ka bîna te,/di çi gulşenê de bariye/min bêriya herkîna te kiriye./kengî tê li hişbûna bêdengiyê,/bibare/Min,/di koçka

13. 05.2009

Dilyar Dêrikî:

Evînbaziya Sînoran
Yektahiya xiniziya xewnan/bipêçe(da ku kabokên/artêşên xwînedeman(sist bibin/û ber bi yezdangehê ve, /tevna kelîştekên giyanên sergûnê/birêse/Di helata vecqandina duhî de/harbûniya tarîstana tirsê/bimezêxe/Nexşeyên gulê mişt bûne /Tazî/pêxwas/û dîrokkirî/Ku dengê te yê sinckirî7ji hinavên yadgehên zaroktiya min tê7Wek pêtan

12. 05.2009

Nûşîn Hemê:

Nameyek dereng ji mirinek zû re
Silav li can û giyanê te şêxê min /Silav li raman û bîr û/baweriyên te /Silav li hestên te yên welatparêz/Silav li wan gotinên te yên xweş û wêrek/Dîsa silav/Şêxê min /Min xwest bi zimanê şirîn li ber dilê te binivîsim /Bi kurdî/Lewre min bi zimanê me yê birîndar nivîsand /Ez nizanim çima û ji bo çi şansê min tenê bo/Ku şa bibim bi dîtina te ya pîroz /Dema tu li welatên ,yan sala

11. 05.2009

Royarê Amedî: Pîrê ji elend û hucrikên Xezna êvar baş
Hespkirina şehîdan bo wergirtina pêşbirkan/Dû re kuştina hespan, dema ku pêşbirk bi dawî dibe,/bo ji dest ne derxistina êmên wan/( pendeke pêş dîrok Ewên ku ji te re bûn xwedî, tu kuştî û jibîrkirî hiştin /Bi kujerê te re, gora te kirin maseya guftûgoya kirîvaniyê/Ka kengî tê ji kuştina xwe rabî?!/Pîştî çend çepikan û çend rondikan û konekî heftstûnî dîsa te dikujin. /Ka kengî tê xwe bikujî, bo kes nema karibe te bikuje?/Pîrê ji elend û hucrikên

10. 05.2009

Hoşeng Broka:

Şêx Maşûqê Xeznewî: Navê nimêja bi Kurdî, şehîd

Dibe ku li ser hindek astan, ew xwîna nimêja şehîd, ku navê wê şêx maşûqê Xeznewî ye, li ba hindek aliyên bi Kurdî, ku îro jî li dar in, hîn jî pirs be, yan jî „pirseke mezin“ be, lê ew xwîn û ew nimêj, ku bûn şehîd, û ew şehîd, ku bû navê şêx Maşûqê Xeznewî, ji bo min, ji „pirsên mezin“ û wêdetir, ew „bersiveke mezin“ e:

Ew xwîn, „bersiveke mezin“ e, ku şehîd çû.

Navekî kuştî
ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike
Bo salvegera yekemîn a
 Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 01

11Ê GULANÊ 02

12Ê GULANÊ 03

13Ê GULANÊ 04

14Ê GULANÊ 05

15Ê GULANÊ 06

16Ê GULANÊ 07

17Ê GULANÊ 08

18Ê GULANÊ 09

19Ê GULANÊ 10

20Ê GULANÊ 11
 

21Ê GULANÊ 12
 

22Ê GULANÊ 13

23Ê GULANÊ 14


24Ê GULANÊ 15

25Ê GULANÊ 16

26Ê GULANÊ 17
 

26Ê GULANÊ 18

28Ê GULANÊ 19

29Ê GULANÊ 20

30Ê GULANÊ 21

31Ê GULANÊ 22

01
HIZÊRANÊ 23

 

 

 

 

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi tenê pîrozmendekî me yê ji ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû, xweşik mîna giyanan û zelal mîna eşq û evînan bû. Çîroka me ji me re şirove kir, em fêrî evînê, fêrî silavê kirin,  em hînî ku em dê çawan welat di maçekê de kurt bikin, kirin. Em hînî ku em dê çawan şehîdên xwe bi stiranan rapêçînin, kirin. Şêxê me bû, hevalê me yê ku me jê hezdikir û hezdikin, bû. Şehîdê biyan, şehîdê dastana hişê me yê nû, hevalê me yê ku tembînameya me bi destê xwe nivîsand û hetahetayê nemir û dê nemire. Em di salvegera jiyana wî de silavekê lê dikin

 

ROJAVA:NET

Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

 
rojava@rojava.net