rojava@rojava.net

 
   
 

rojava.net 31.10.2005

 


Te bi tenê nahêlim


 

Xelat Ehmed




Wêne: Reşîd Hiso
di şînahiya niyazên sibehê de
ez û tu
ji axê şîn dibin
xumîna deryaya hezar salan e
hîn di canê min de pêl dide
bê nav ji tariyê vediqetim
hêdî hêdî
bi ser rojê de xwar dibim
kavilê tirsa nebedî
ji bin piyê xwe berdidim
destê xwe bi serê pêtê ve tînim
bi îska axê re
ji bayê dirijim.
li wir dimînim
di guhê xwe de
ji xwe re dibêjim
                  ez ne li wir im.
                  di xew de bi mirinê re diçim
                  û sibe
                  di şînahiya niyazên sibehê de
ez û tu
ji axê şîn dibin
xumîna deryaya hezar salan e
hîn di canê min de pêl dide
bênav ji tariyê vediqetim
hêdî hêdî
bi ser rojê de ……
……………
………
……


 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin