|
Nazim HÎKMET
Ji Tirkî: Jîr Dilovan
Ji cîhanê, ji mirov, ji welatê te
Ji ber ku ne qutin hêviyên te
Te dardenekin
Te bêxin girtîgehê de
Tê razê deh salan pazdeh salan
Jı bilî ku tê hê jî razî,
Ne bêje
“Xwezka mîna alayekê
bi hejiyama bi benekî ve”
Tê inyad bikî bi jiyanê re.
Êdî belkî bextewarî be,
Lê deynê li te ye
Jiyana rojeke zêde
Ji inyada bi dijmin re.
Tu dikarî bi aliyekî xwe tenê bimînî di hundir de
Mîna kevirekî li binê bîrê.
Lêbelê pêwîst e aliyê te yê din
Wisa tevlî qerebalixa cîhanê bibe
Tu biveciniqî di hundir de,
Li derve li cîhekî çil rojî pelek bihejije
Li hundir bendewarî nameyan
Stranên xemgînî bibêje.
Şevbuhêrka bi çavên li aqrê rawestiyayî
Xweş e lê xeternak e.
Ji tiraşê heta bi tiraşê li rûyê xwe binihêre,
Temenê xwe ji bîra bike,
Xwe biparêze ji sipiyan,
Ji êvarên biharan,
Nan
Û heta bi pariyê dawiyê xwarin,
Û heta tu bikaribî ken ji bîr nekî ti caran.
Belkî hêrs bibe
Jina tu jê hez dikî ji te hez neke,
Ne bêje ev tiştekî biçûk e
Mîna çiqilekî şîn bişike
Diqewime li zilamê di hundir de.
Di hundir de xirab e hizirandina gul û baxçeyan
Baş e hizirandina çiyan û derya
Nivîsandin û xwendina bê rawestan
Û raçandina pêşniyara mın ji bo te.
Ango di hundir de deh sal pazdeh sal
Heta hê zêdetir
Ne ku derbasnabe
Dê were derbaskirin û wê de
Tenê
Bila reş nebe cewhêrê di bin çiçika çepê de!
|