ger te xwendin ev name
û hezkirin di dilê te de forî weku yê min…,
bibûre ku peyvên min hîna Qamişlokî ne,
lewma em zarokê wê axê ne û wê helbesta te
ya ku di got "bavê Felek, dema tu çûy,
pisîkên bajarê me birçî man…".
Here
wî warî lê, here..
Û ji bîr bike reşatiya
bendemanê,
ger tu çûyî jî, min di
serê bajar de bihêle û derbas be, min bêriya
bihina axê kiriye,
li nav wî warî bigere, di
wê kolana dirêj re derbas be, bi piyan here,
piyase bike û ji darên li kêleka rê dilê min
bixwaze, ger tu nêzîkî Qenatsiwês bûy,
bihnekî raweste û kolmek genim li ber ba
bike, wê dilê min bihê hêran û tu yê
parçeyên bêrîkirina min bibînê, rêka xwe şaş
neke, tu winda nabî, li asîmanê bajarê me,
hemî deman kevokên Orfelî, Mecerî, Helebî, û
qelap difirin, wê li nêzî Cirinkê çiyayê
Toros xemgîniya bendemanê bi ser te de
bireşêne, xwe baş bi xemilîne, dema tu çûy
bajarê hezkirina min, ew ji ciwaniyê hezdike,
ew ji stiranên êşê û darbestên lehengê xwe
piştxûz bûye, wesan hatiye şîrdan, erê cana
can, hêdî here, lez neke, miriyên goristana
mezin şiyar neke, pêlî pelên payiza wî neke,
heger tu ji çiyayê Toros têr bûy, bizivire
ser milê xwe yê çep, wê Enteriyê kenê te
hemêz bike, wê ew, cilên bokaniyê li ber te
bike û wê tenê gotinekî ji tere bibêje, baş
guhdar bike" li vir em nasnama dilên bidarve
kirîne û li vir em zersosinana di bin erdê
de diçênin". Berî tu vegerê ez ê çîrokê
bidawî bikim, hîna gelek axaftin mane ku
nayên bîra min û hêsirên vî çavî deriyê dil
digirin, hîna tu ne hatî ez ê behsa wî ji
tere bikim, ger tu hatî jî, tenê bêhina
darên pirteqala bi xwe re bîne û min bi
bêrîkirnê bişewtîne.
Va ez diçim
Vê carê deriyê oda xwe
baş girt û perde hemî berdan, oda wê tarî bû,
hindek tîrêjên rojê xwe vedidizîn ser wê
erda sar ku bi hêsirên xwe germ dikir, di
nava çûn û hatina perdê re li ber piyên wê
weku miriyên sala çûy dirêj dibûn, çavên wê
mane li wan tîrêjan û dîsan nama xwe vekir û
berdewamî da nivîsanidinê, berî ku gotinekê
binvîse jêre nivîsand “ ji te hezdikim
can”. Di pey re, li wê remila di nava
nayilonê de meyzekir, baş baaş sew remil di
nava destên xwe de guvaşt û jêre got:
“tu jî dê herê, wê te
jî maç bikê,
Tu jî dê li ser sînga
wî konê bêrîkirina me vekê,
Jêre bibêje,
Bila bi rojava re min
bîne bîra xwe,
Bila çend gotinan ji
çokên çîroka me re bibêjê”.
Çanê min:
"Vê şevê jî ez hatim,
û min gunihên xwe li devê derî hiştin,
vê şevê jî ez hatim û
di sikaka nameyên hezkirina te de, kevokek
sipî difirî,
weku dilê te befrînî,
weku navê te avînî,
weku êşa şeviştana şeva
te koçerî,
xwe di cama pencera
odê re qorban dikir,
wê şevê ez siwarê
mirinê dihatim,
û bêhina stêrkên koştî,
ji kolanên bajar
diforî…..
hêdî hêdî hêsirên xwe bi
wî bilozê rêş ziwa kirin, dixwest xatir ji
namê bixwazê, lê dengê wî di dilê wê de
digot: “ ez hîna li hêviya nameya te me".
Parçek aşiq ji şevên
borî digel te..
Û em dikenîn û şewat di
êvarên deryayî de li pişt me diman, wê şevê
avahiyên ji remilê me rûxandin û pîroziya
hezkirinê me li asîmanekî ji hêviyan şîn
reşand, wê şevê sînorên sîngê te dibûne
qiyameta maçên min, bê hijmar ji xew radibûn
peşikên barana kevin û li ser pora teya
şevînî re di şemitîn.
Em jîna vîna vê axa
beravêtîne, dilê me li wir, xwîna me li vir…
navê me li wir, kenê me li vir.
Ma me çend xwezî hene ku
em vê bêrîkirinê di nava xwe de bikujin, wê
deriyayê îşev ji xew şiyarike, rica dikim wê
ji xew şiyarike û pêlên wê şona min maçke…wan
kevira..wan zuxira.. wê remilê di nava pora
xwe de bi bisikên xwe biguvêşe û bi ava wan
têhina dilê min bişkêne.. êdî dilê min dibê
tixûbek ji remilê û dilê te lê şîn dihê.
Şevên çûy, şerê sîngên ji
berfê û çavên bi terma xweda ve daliqiyayî
bûn û Ariyanên dengvedana şeveka agirîn bûn
di bêdengiya şerê hezkirina maran de.
Hîna te xatir ne xwestî
min bêriya te dikir,
hîna te hêsira xwe paqij
nekirî min dilê xwe li sêdarê da û çavê wî
kor kirin,
û navê te di çentê seferê
de parçên asiqê ji wan şeva kom dikir û
diyarî lêvên min dikir… hîna bêriya wan
kêliyan dikim
Kêlîkên remilê
Berî wê rojê tu di hatî û
kêliyên min xwe ji pêsîra wê sibiha zû
dihavêtin, wê sibihê dengê te hat, tu her ew
navî yê ku di mîhiraba evînê de hestên min
dixwarin.
Ger tu diçê biçe, vê carê
jî li hêviya zingilê mirina min nemîne, ji
xwe tu her diçê û her dilê vê şevê li sebira
stêrika şeva dî digerê, carina tu gelek
nêzîkî daristanên şewitî yên vî dilî dibê,
lê dîsan tu çavê xwe digirê û derbas dibê,
carina jî tu dibê şeveke reş û xwe li dilê
helbesta min dipêçê.
Gunihê min tenê helbest
bû dema min ew ji zindana dilê xwe azadkir û
tu bûy celada wê, gunihê min helbest bû û tu
bûy sêdara wê.
Vêcarê jî biçe û li
sînorên xwîna min meyize neke, hîna tu fêrî
vexwarina keldomana agirê dilê min ne bûye û
hîna tu tenê yî, lewma jî, dengê çiyayên di
hindirê min de nema sebira dilê te naînin.
Ew hêviyên li benda te
mabûn..
Te îro di zikê gulên
xerîbiya min de şewitandin
Û tu çûy…
Min îro hemî dostên xwe
civandin,
Dar, ax, asîman, av,
genim, bajarê tozê,
helbest,
çiya, agir, hêsir,
şevistan û me behsa wan bîranînên salên
çûyîkir…
Hemiyan got: çima tu dihelê,
çima tu dinalê, kê awazên te dizîn…
Wî wextî heyvê got: bihêlin,
ava wî çemî biherikê, bihêlin, dilê wî îro
dimirê, îro wî jî dostaniya mirovan kir.
Vêcarê jî biçe û bi kêlîkên
remilê re bireqise, bi ava deriyayê re dîn
bibe, lê berî tu herê xatir ji min nexwaze,
lewma tu her diçê û diçê.
Vêcarê jî biçe û peyvên min
ji bo min bişîne,
Ew helbestên te xwendin,
gunihên min, dostên gora minin, diyariyên
sedsala jibîrîkirinê ne, ariyanên dawiya
hêsrike kuştîne.
Hevdîtna
dawî bi bajar re
Bi hemî ciwaniya xwe hat, bi
hemî xemla xwe hat, katijmêr bi ser dîdarê
ketibû, bi tena xwe li ber dîwarê mirinê
rûniştî bû, çavên wî di cihê xwe de ne di
rawestiyan, dizanî bû ku wê îro asîman perên
xwe li erdê bişewitînê, dizanî bû ku wê îro
dilê wî di nava xwe de bigirî, dizanî bû ku
wê ew her bi tenê mêvanê giriyê xwe be, hat
bû ku jêre bibêjê…. Îro ne mire, wê rojên
xweştir bihên, wê bajarê me sala bihê jî
genim biçînê û sala bihê wê dîsan tûyên sor
û reş reqisa veqetînê bikin, lê nizanî bû ku
wê ew îro reqisa xwe li ser sêlên sor yên
hezikirnê bikî. Bê hişê xwe jêre got, bê
deng ma, rojên xwehiro mehiro hemî di destê
wî de kom bûn.
Hatibû ku xatir ji çavên wî
bixwazê, hatibû ku nimêja dawî li gel wî
bibhurînê, lewma jî xatirxwestin biqasî wan
kêliyan reş, biqasî dîtinê xweş û biqasî
mirinê, mirin belav dikirin.
Vêcarê di hindirê şikestinên
xwe de, şikestina pevçûna gulan jî dît, vê
carê di nava xewnên birçîbûna xwe de rengekî
dî ji rengê kuştinên serwext li giyanê xwe
kir.
Wê rojê hemî êş û xemên xwe
ji torikê temenê xwe derxistin, yek bi yek
li ber xwe danîn, ji xwe her şev xwarin û
vewarina wî êş û şînî bûn, lewma jî vêcarê
dilê xwe kire sifira mêvandariyê û li ber
destên wê danî.
Wê rojê jiyan, hezkirin, ax,
welat, sînor, dar, gul, bihar û konê reş
girêdanê xwe li stiwê wî dipêçan,
dixeniqandin, digndirandin nava newalên
xatirxwestina veqetînê.
Ma tu yê herê piştî vê
kuştinê
Yan tu yê herê piştî vê nîv
mirinê
Ger tu çûyî jî….
Ez ê her li ber têlên wî
sînorî, hezkirina te av bidim
Tîbîniyeke
berî dûmahiyê: bêhna axê dihat û dihê û hîna
jî maye, bila tenê helbestên me biaxfin û
matmayina çiyayên me guhdarî bikin, lewma em
gunihabrên hezkirina xwe bûn, ji bilî wê me
çi gunih ne bû, tenê me dixwest ku xewnên me
helbest
bin".