Bi salan e pirsa zimanê kurdî yê yekgirtî tê
gengeşekirin. Bi dehan civîn û konfrans li
ser vê pirsgirêkê hatine lidarxistinê. Lê
mixabin, heta niha karekî zanistî û
birêkûpêk di vî warî de nehatiye kirinê.
Gelek sedem hene ku ev kar nehatiye
birêvebirin, hin ji van sedeman jî, ev in:
1- Ev gengeşe herdem di çarçoveyeke siyasî
de, hatine kirin û hêzên siyasî bi xwe
birêvebirine. Kesên pispor wek ku hatiye
xwestin, bi proje û dîtinên zanistî tevî van
gengeşeyan nebûne. Pir caran jî, ev gengeşe
karên tektîkî bûn, ji bo propaganda û
bangeşiya rojane dihatin birêvebirin û cihê
xwe wek projeyên birêkûpêk û demdirêj
nedidîtin.
2- Tunebûna saziyeke zimanî giştî ji bo
zimanê kurdî.
3- Pirsgirêkên mewdanî û diravî, ji ber
tunebûna, dezgeh, rêxistin yan jî, saziyên
ku piştgiriya xebateke weha bikin.
4- Girêdana xebatên li ser zimên bi
siyasetên berteng û ne li ser bingeheke
netewî giştî, herweha nêzîkbûna şaş ji pirsa
zimanê kurdî re ku ew bi xwe hem bingeha
hebûna neteweya kurd e û hem karekî zanistî
ye nikare xwe di nav siyaset, raman û
bîrdozên teng de biguncîne.
5- Bi giştî tevgera kurdî ya siyasî û
rewşenbîrî û kesên têkildar bi pirsên zimanê
kurdî re, nikaribûn sînorên zelal, li ser
bingehên zanistî di nava ziman wek siyaset,
ziman wek zanistî, ziman wek ciwanî û ziman
û girêdana wî bi civak, xwiyê mirovan û
ramanê ve ava bikin.
Van sedeman û gelek sedemên din nehiştin kar
û xebatên li ser zimanekî kurdî yekgirtî
bikevin riyeke durust û encaman bidin. Niha
jî, gengeşe xurt dibe û xwe digihîne şerekî
di navbera zaraveyên kurdî bi xwe de. Encama
vî awayê gengeşeyê têkbirina zimanê kurdî,
cudakirina gelê kurd ji hev û perçekirina
neteweya kurd e. Ev pirsgirêk niha bêtir li
Başûrê Kurdistanê geş dibe. Mixabin ji bo
çareseriya wê, riyên şaş û tirsnak tên
şopandin. Ji bo zimanekî yekgirtî hewldanên
desthilatiya zaravayekî li ser yên din tên
kirin. Yan Soranî yan Kurmancî? Tê xwestin.
Ma gelo çi cudahî di navbera vê rêbazê û
rêbazên dagirkerên Kurdistanê de heye? Wan
jî, digot: yan erebî û yan erebî? Yan tirkî
û yan tirkî? Yan farisî û yan farisî? Bi vî
awayî dixwestin zimanê Gelê Kurd bibirin,
kesayetiya wî bikujin, nasnameya wî wêran
bikin û di encamê de neteweya kurd tune
bikin. Gelo kesekî kurd heye ku bixwaze vê
rêbazê li ser birayên xwe yên kurd ku bi
zaravayên din diaxivin birêvebibe? Eger
kesekî weha hebe gerek e em kurd milyonek
xalepirs li ser nav û ramanên wî deynin.
Çare çi ye?
Ev awayê gengeşeyê dê enacamên pir xirab bi
xwe re bîne û bandoreke nebaş li ser
berjewendiyên Gelê Kurd bike û herweha dê
bibe sedema têkbirina zimanê kurdî yê
yekgirtî ku tê xwestin ava bibe. Ji bo vê
yekê gerek e rê li ber vî awayê gengeşeyê bê
girtin. Di standardkirin û yekgirtina
zimanan de rêbazên zanistî hene gerek e kurd
serî li wan bidin. Ev kar jî, berî herkesî
wezîfeya desthilatiya Başûrê Kurdistanê ye.
Ji bo zimanê kurdî yekgirtî pêdivî bi
saziyeke zimanê kurdî heye ku ji hemî
perçeyên Kurdistanê û ji hemî zaraveyan pêk
bê. Di nava vê saziyê de, pêdivî bi pispor û
şarezayên zimên û zimanzan heye. Ev sazî
dikare bi projeyên zaniyarî û demdirêj
lêkolînan bike û ber bi zimanekî yekgirtî ve
here. Ziman bi biriyar û yasayan standard
nabe û darê zorê nikare zimanekî yekgirtî
ava bibe. Di yekgirtin û standardkirina
zimanekî de, lêkolîn û zanistiya zimanewanî,
bazar û aborî, civak û saziyên civakî,
rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî, ragihandin û
saziyên xwe û gelek faktorên din rola mezin
dilîzin. Li dawiya van tevan, ji nû ve
biriyara siyasî û yasa tên. Bi awayekî din
biriyara yekgirtina zimên ji jêr ber bi jor
ve diçe, ne berevajî wê.
Heta ku ev kar û xebat hemî bibin û bikevin
rê, ya durust û rast ew e ku her zaravayek
bi serê xwe xwe pêş ve bibe û piştgirî jê re
bibe. Ji ber ku her zaravayekî kurdî
zengîniyeke ji bo zimanê kurdî yê yekgirtî
eger ava bû. Li hêla din herdu alfebêyên
kurdî; erebî û latînî li tenişta hev dikarin
bên bikaranîn heta ku alfebêyeke yekgirtî bê
sazkirin.
Riya zimanê kurdî yê yekgirtî di
alfebêyeke yekgirtî re derbas dibe
Bi çi awayî mirov nikare bi yekgirtina
zimanekî bihizire eger ew ziman bi du alfebê
û du rastnivîsan bê nivîsandin. Ji bo vê
yekê jî, gava yekemîn ji bo standardkirina
zimên standardkirina alfebê û rastnivîsê ye.
Ji bo xebateke weha pêdivî bi komek zimanzan
û pisporên zimanzaniyê heye. Ev koma
zaniyaran lêkolînên zanistî berfireh li ser
herdu alfebêyan dikin; ji hêla phonetîk û
derxistina dengên kurdî, ji hêla ciwaniya
nivîsandinê, ji hêla teknolojî û zanistiya
wê, ji hêla bîr û ramanên nûjen û herweha
hemî aliyên ku zimên bi alfebêyê ve
girêdidin dibin mijarên lêkolînan. Di encama
kar û xebat û lêkolînên vê komê de, alfebêya
ku herî baş li zimanê kurdî dike tê bijartin.
Li ser bingeha bijartina vê komê û
gengeşeyên berfireh ji hêla saziyên
rewşenbîrî, civakî, ragihandin …. bi
biriyareke siyasî û yasayî alfebêyek dikare
bibe standard.
Alfebêya yekgirtî zaraveyan nêzîkî hev
dike û ber bi standardkirinê ve dibe
Li vir, bi pêşengiya saziya zimanê kurdî ku
ji hemî perçeyên kurdistanê û ji hemî
zaraveyan pêk tê, lêkolînên zanistî li ser
zaraveyên kurdî û nêzîkbûna wan ji hev re
tên kirin. Herweha li hêla din bikaranîna
zimên ji aliyê civakê ve, di xwendin,
dibistan, ragihandin, siyaset û hemî cureyên
jiyanê de û bi yek alfebêyê zaraveyan nêzîkî
hev dike. Di encama lêkolînên zanistî û
bikaranîna civakê de, zimanekî têkel ku
herkes, ji her zaraveyê têbigihîje tê
avakirin. Helbet, ev kar çênabe li hêviya
lêhatinê bimîne, her tişt bi rêbazên zanistî
û pilankirî gerek e bê birêvebirin;
bikaranîna peyvan di dezgehên ragihandinê
de, di pirtûkên dibistanan de, di rêvebiriya
sazî û dezgehan de, çêkirina ferheng û
ansklopîdiya kurdistanî û belavkirina
pirtûkên li ser zimên.
Xebatên zimanê kurdî berpirsiyariya
Başûrê Kurdistanê ye
Rewşa Başûrê Kurdistanê dihêle ku ew di roja
îro de berpirsiyarî û pêşengiya xebatên li
ser zimanê kurdî bike. Ev jî
berpirsiyariyeke dîrokî pîroz e. Di sînorê
vê berpirsiyariyê de, bê cudahî di navbera
zaraveyan de, piştgiriya pêşvebirin û
parastina zimanê kurdî tê xwestin. Di
çarçoveya vê berpirsiyariyê de, desthilatiya
Başûr dikare piştgiriya hin saziyên
navnetewî jî, bistîne; wek saziya UNESCO û
yên din. Ev berpirsiyarî nayê wê wateyê ku
kesên zimanzan yên kurdistanî ji
berpirsiyariyên xwe birevin. Di serî pêdivî
bi kar, xebat û lêkolînên van kesan heye. Ji
zimanzan û zaniyarên bi zimên re têkildar tê
xwestin ku hemî aliyên zimanê kurdî bi
awayekî zanistî şirove û zelal bikin.