Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Rûyê "El-Cezîrê" yê reş!

Tariq Hemo


Kenala El- Cezîrê ya Qeterî bi riya nûçe û şîroveyên xwe yên yekalî raya giştî ya ereb rakiriye ser piyan. El- Cezîrê her û her xîtaba şer û provokasyonê li nava beşên civaka ereb geş dike. Bi riya nûçe û bernameyên taybet û weşandina nêrînek yekalî El- Cazîrê bi milyonan kes li derdora xwe civandîye.

Nûçeyên alîgirê xîtaba şer û dijwariyê yên ku hestên nifret û kînê di nava beşên civaka ereb ya nexwende de( 75 milyon nexwende li cîhana erebî hene) vedijîne û wan bi dijayetiya Rojava perwede dike, bûye nameya vê kenalê ya herî berz û xuya.

Ji vê zêdetir jî, El- Cezîrê bûye pelatform û zimanê hêz û rêxistinên terorîstî. Rêxsitina El – Qaîdayê name û bandeyên Usama Bin Laden û Eymen El – Zewahrî tenê di El – Cezîrê de pêşkêşî raya giştî ya ereb dike. Hemû kesên xwedî nerînên radîkal, nijadperest û dijberî şaristaniya rojava cihê xwe di vê kenalê de dibînin. Jixwe çend kesên xwedî nerînên tûnd û fundamentaîst ya olî û netewî, her roj li ser maseya vê kenalê ne.

Bi banga şer û berxwedana li djî "dijimnên" ereb û mislmanan li ser ekranê El- Cezîrê her gav û saat nîşanî temaşevanan dibin.

Hêzên dijberî prosesa lihevhatin û aşîtyê ya li Iraqê xîtaba xwe ya aloz di ekranên vê kenalê de radighînin xelkê. Serokên grûpên teroîstî yên li Bexdayê, tenê temaşevanên ereb dikarin deng û rengê wan di ekranên vê kenalê de bibînin. Her weha heman tişt ji bo kesên radîkal û alîgirên rejîmên ereb yên dektator. Ji dema rûxandina rejîma Sedam û heya niha El- Cezîrê rolek negatîv di ragihandina "rastiyan" de lîstye.

Eşker vê kenalê destek dida rejîma Sedam û idiayên wezîrê ragihanda Iraqê yê wê demê Dr.Derwîn Mihemed El – Sahaf rast dinrxandin!!. Niha El- Cezîrê dîsa, her kesên ku li dijî hikûmeta Iraqê ya nû û desthilatdariya Bexdayê gotinek xerab li kuderê bêje, dawetî cem xwe dike û wî mîna "ronakbîr" û"rojnamevanê" herî mezin li qelemê dide!!.

Derbarê şerê niha li Lobnanê diqewime, vê kenalê hemû dengên alîgirê şer û kuştinê derxistine pêş û dane ber raya giştî ya ereb. Gelek kes ji vana eşkere dozê li ereban dikin, ku ew çima heya niha bêdeng in û şerê "cîhadê" li dijî Israîl û Amerikayê ilan nakin?.

El- Cazîrê nakokiyên di navbera welatên ereban de geş dike û çi nûçeya prokatîv hebe yekser diweşîne û mezin dike.

Di heman demê de nakokiyên siyaseta dewleta Qeter ya biçûk(350.000) vedişêre û ji kesên li derdora xwe, daxwaziya bêdengiyê dike.

Qeter jî hevalbenda Amerika û Israîlê ye. Ew bargeha eskerî ya Amerika ya herî mezin e. Li bargehên " El -Sîliye" û " El-Adîd" şerê Amerîkayê yê li dijî rejîma Sedam bi rê ve çû!???.




tariqhemo@hotmail.com



Ev nivîs di rojnameya Yeni Ozgürpolitika yê de hatiye belav kirin .

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE