| |
Dibistan
Mihemed Elî
efrin2612@hotmail.com
Tê bîra min hêj ez zar bûm em diçûn lêgerîn û
şopandina kuvarkan. Piştî nîvroj çawa em ji
dibistanê digihîştin mal, ez û hevalên xwe, me
xwe ji xwedanên xwe vedidizî û em diçûn şopa
kuvarkan. Ez nizanim hevalên min jî wisa hîs
dikirin? Lê çawa dibe bila bibe, ev hizir para
min bû, çimkî bi rastî şopandina kuvarkan
dilxwazî û hobiya herî bicoş di jiyana mirov de
ye!
Hingê me baş dizanî eger heye em bi katan(seatan)
kuvarkan bişopînin û negihînin tiştekî, lê digel
vê yekê em di hewl û helwesta xwe de dasepan(bi
îsrar) bûn. Em bi hezaran caran çûbûn şopandina
wan, hin caran em biser diketin û bi dilekî xweş
vedigerîn mal, lê hin caran jî em rûşikestî û
westîyayî vedigerîn, lê çêj û xweşiya wê
lêgerînê her tim yek bû...
Ka îro şopandina kuvarkan çi di rewîşta min de
nîgar kiriye? Ez bersivê bidim xwe, Kuvark- ev
heyînên biçûk û jîndar, heyînên şermok, ku ne ji
reqreqa ewran bin tew naxwazin ji binê axa germ
derkevin- ez di rêveçûna jiyaneke miştî êş û
azar de hînî pir tiştan kirime. Berî her tiştî
ez ji wan fêr bûne ku ez serwer ne beniyê
şarenûsa xwe bin! Di şopandina wan de min retbûn
û westîbûn ji ferhenga xwe avêjtibû, bi dehan
kilometer derbaskiribûn, tevî têkçûn û
destvalabûnê jî, lê ez tu caran dilşikestî
nebûbûm û her tim hêvî peydabû ku ez ê sibe tûşî
wan bibim.
Kuvarkan bawerî û mitmane di kesayetiya min de
afirandibûn, tê bîra min çiqas pevçûn di navbera
min û hevalan de çêbûbûn, ka kî dê li filan cihî
li kuvarkan bigere, belê ez bi piranî di
pevçûnên xwe de biser diketim û roj ji rojê
tovên vê hizra jixwebawerî û mitmane di kûrahiya
hişê min de damarên xwe xurt û kûr dikirin.
Kuvark bûne sedem ku ta roja îro ez bi vî çavî
li cîhanê binihêrim. Erê ez diaşirim, ez ji van
heyînên biçûk, heyînên ku pir kes bihemd an jî
bêhemd pêl wan dikin û dipelixînin, ez jê
fêrbûne çawa li qada çarenûsa bikotek bisekinim
û serê xwe jê re netewînim. Kuvark bûn, ên ku
hîştin piştî mirina bavê xwe li ser lingan
bimînin, ma ne ew jî bi reqreqa ewran re tên
jiyanê, lê piştî ewr dimrin, ew hêj li ser
lingan dimînin! Ez deh salî bûm, ewrên jiyana
bavê min vekişîbûn. Perdeya germ çirî bû û ez bi
tenê li ber seqema bêdil hîştibûm. Birayên min
ne kesên ku tu xwe bispêrî wan bûn. Jixwe wek
zirtbergîran bûn, lê tim li devê bavê min
dinihêrîn ku çawa çivîk xwarinê dike devê
çîlikên xwe, ew jî bike devê wan! Min çawa dabû
şopa kuvarkan her wisa min da şopa wergirtina
cihekî germ û dilovan di vê jiyana seqem û
hovane de. Ez di temenê kulîlkan de daketin
bajarên mezin, min di temenê zeytûnên hêj ber
nedane de karê mirovên teqez û berê zeytûnên
çelsalî rakiribû. Çêj û wateya ku tu li ber
destên jinbiraya xwe bijî ji zû de zimanê min
naskiribû, min daweta ker û lalan dîtibû û ez ji
govenda kulekan revîbûm...
Di deh saliya xwe de ez ji gundekî dehmalî
daketim bajarekî mezin, deryayeke bêbinî,
deryayeke ku melevanên ne pispor, masiyên bêkes
zû ji alî nehengan ve tên daqurtin, çawa bibe û
tu rûpleke tenik ku ji bîna avê dimezixe be!?
Behiya min di vê ava bêbinî de dîsa kuvark bûn,
dîsa ez ji wan fêr bûbûm, ku li ber xwe bidim, û
li hêviya ewrekî wenda ku bêhemd li tavekê
bikeve û li camêriya wî nesekinim ku bike reqreq
û min ji binî vê ava qirêj derxîne. Ew roj û
maweyên ku min li pey şopandina kuvarkan
derbaskiribûn, giş bûn ardû û hîştin ez li ber
dilovaniya melevan û masiyên şevekûr nesekinim,
hîştin ez mertalekî dilêr li sînga xwe biştînim
û tew pute bi wan nekim... Ew kuvarkên bi
reqreqa ewran re mezin dibûn, hêvî dabûn min ku
temenê min î biçûk dê sibe mezin bibe, salên min
dê pir bibin, kes dê nema karibe min bipelxîne,
ez dê bibama serwerê derdora xwe... ji min re
digotin bilezîn nesekin, ma nayê bîra te, te em
silef biçûk didîtin û her tu berve me dihatî em
mezintir dibûn, rêya xwe bişopîn, raneweste, yek
dibin didu, didu dibin çar... Kuvarkan ji min re
gotibû, tew ji têkçûnê zivêr û bedbîn nebe, vaye
te her sal serê me dibirî, lê sala din em bêyî
vîna te carik din derdiketin û me meydan ji te
dixwest!
Geşbîniya kuvarkan hertim hêviya sibeyek sayî
dida min, rastî ez ji damarên xwe ve hilûbûm, lê
wan ez fêrî girtina cihekî nû û berdana damarên
teze kiribûm. Di deryaya bêbinî de ez fêrî
melevaniyeke pisporane bûbûm û min karîbû xwe
biparasta, na, ya rast kuvarkan ez parastibûm,
min tew nedixwast tu masî di ser min re
melevaniyê bikin, min dixwast berî her kesî
derkevim ser rûyê avê û berî her kesî reqreqa
ewran bibersivînim, min dixwast ez jê re bêjim,
vaye ez hatim ha, hûn dibînin ez çiqas bi we re
dilsoz im! Jixwe dema min kuvark dişopnadin, min
hîs dikir ku ew ji hev didexisin û diketin
pêşbaziyê ka kî dê berî ya din bersiva ewran
bide, her kuvarkekê dixwast ji ya din mezintir
bibe, tu kesî nedixwast di bin sîpera ya din de
bijî. Min jî nexwast ez di bin sîpera kesî de
bimînim, bes e, min damarên xwe berdabûn û dem
hatibû ez şax bidim û berve qada jorîn ve
hilkişim.
Çima ez ê tim bi pêlavên kevin velukumim, çima
ez ê bi cilên qetî û rizî li ber sermayê
bitevizim, çima ez ê ji xwarina germ bêpar bibim,
çima û çima... Ez nema bi mewda gavên xwe qayîl
dibûm, divyabû ji wê firehtir bana! Ez nema bi
zimanê xwe qayîl dibûm, divyabû ji wî rewantir
ba, ez nema bi fêrnameya sereteyî bisînor dibûm,
divyabû ez ya navîn, lîseyê û diploma zanîngehê
jî bidest bixim, min tew nedixwast sîpera kesî
tîşka rojê ji min berbend bike, ez bûbûm lehengê
efsaneya sê libên fasîlan û di şevek bêdeng de
min ewr birîn, bi rêve min xatirê xwe ji wan
xwast û sipasiya reqreqa wan jî kir, ew reqreq
nema bi min pêdivî bû, ez bûbûm xwediyê vîna xwe
û êdî ez serwerê reqreqê bûm...
Sal borîn û rindiya kuvarkan hêj di dilê min de
li ser taca zêrîn rûniştiye, sal borîn û hêj ewr
dikin reqreq û hêj kuvarkên nû derdikevin, sal
borîn û hêj temenên kulîlkan koçberî bajaran
dibin û hêj rûpelên tenik di ava qirêj de
dinuqumin. Kes nema dixwaze ji kuvarkan fêr bibe,
kes nema dixwaze ji sîpera kesê din derkeve, ewr
ji reqreqan xwe diçirînin, lê mixabin perdeyên
guhan tev qetîne, esfane têk diçin, kes nema
ewran derbas dike, damar nema cendekan hildigrin,
ziman her roj lawaz dibe, bêje dimirin û reqreqa
ewran bi xwe re dikujin, kêfa xelkê ji ava qirêj
re tê, kufuk bi devê wan diveke û mêş li ser
cendekên mezixî kom dibin, pişaftin bûye
serleşkerê mîrê segan, pênûs bûne stûnên konên
perspankirî û kurm roj ji rojê dilê wan dixwin,
li şûn kuvarkan mayînên cendekên kulîlkên biharê
direvînin, diteqin...
Li dorî xwe mêzekin, hêj kuvark di nav mayînan
re derdikevin, li dorî xwe mêzekin, hêj cendekên
biharê temenê xwe dubare dikin, hêj ewran dil
heye bikin reqreq. Vaye melevanên pispor hêj tên
daqurtandin, sinifên kuvarkan ji şargitan vala
bûne, mamoste bê kar mane. Vegerin fêrbûn miftî
ye, vegerin bihara me bi xêr û bêr e.... herin
fêr bibin...herin fêr bibin... Kuvark li benda
we ne...
|
|