| |
Em Kurd tev mîna sêvên ji darekê ne !
Kemal Tolan
Berî ku ez têkevime nav babeta xwe, dibêjim
xweska fersend û delîl di destên hinek dîroknas
û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna û me jî
karîbûna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên
şaristaniya mirovatiya Mezopotamiya yê. Hingê me
yê bidîta û bizanîbûya bê ka netew û Êzdiyatiya
me çiqasî kevnare.
Ji bona em karibin ciyê hinek valeyiyên di
kironolojiya dîroka koç û qerkirina me Kurdan de
hene dagrin û piçekî jî dîroka resenî, koç û
qerkirina me Kurd û Êzdiyên Xaltiyan agehdar
bibin û xwe nasbikin, lazime û hêvî ji we
hêjayan dikim ku hûn binêrin li nêrîn û
çavkaniyên di lêkolîna min ya bi navê ÊZIDIYATÎ
HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA (
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html
) yê ye. Ev nayê wê mahnê ku min karîbû di vê
gotara xwe de hemû pirsgirêkên dîroka koç û
qerkirina me Kurdan zelal bidime xwanê. Lê, min
nêrîna xwe ya ku dibêjim Êzdiyatî haveynê
mirovatiya Mezopotamiyayê ye û bitaybetî jî
xizna nasnama gelê Kurd e û her weha nêrîna
gelek ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û
rojnamevanên navdar, ku di lêkolîn û pirtûkên
xwe de bi taybetî bahsa nav û dîroka Êzdiyên
Xaltiyan kirine zelal dane xwanê.
Weke ku ez ji van ilimdar, dîroknas, nîvîskar,
rewşenbîr û rojnamevanên navdar fahm dikim, ewan
jî di nêrîna xwe de zelal dayê xwanê ku gotina
miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xaldî“, „Xalidî“, „Haldî“,
„Halidî“, „Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“, „Xalid“ û
whd., ji wexta dewleta Hurriyan tê.
 
Û dewleta Kurdên Hûrrî jî 4000 sal beriya zayîna
Hazretî Îsa hebuye. Wexta Împaratoriya Êzdiyên
Xaltiyan di Mezopotamiyayê de hilweşiya ye şunde,
êdî Êzdî(Kurd) ketine bin bandora gelek
împaratoriyên weke ya Gutî, Kasiyan, Mîtaniyan,
Nehriyan, Mûşkiyan, Urartuyan, Mannaiyan,
Mediyan, Sassaniyan, Bîzansiyan, binêrin li
navên ser van xerîtên jorê ku ji ber çavkanî (1)
hatine girtin û whd.
Ji vê demê û pêde, êdî çiqas welat û zimanê me
yekbin jî, gelek cûdatî û nezanî ne ligoriya
daxwaziya me ketiye nava urf, adet, çand, ol û
gelên li Kurdîstanê hebûn. Her weha gelek valahî,
nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û
baweriyên li Kurdîstanê hene û têne belavkirin.
Min li ser van valahî û neheqiyên di dîroka me
de jî, di gelek lêkolînên xwe de behsa xesar û
zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran,
neheqî û zordariya di wexta destpêka ola
Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên
wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne,
her wusa behsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa,
mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên
hemû baylozxaneyên dewletên dagîrker ku li
Kurdan û Êzdiyan kirine, kiriye. Ev tev jî di
gelek malper, rojname û kovarên me Kurd û
Êzdiyan de ji bona agehdariya raya giştî hatine
weşandin. Dema hûn hêjayan karibin li wan
binêrin û ji wan fêde bikin kêfa min ê pir bê.
Weke min li jorê jî got, raste bi dehan nivîskar,
rewşenbîr, dîrokzanên xerîb û me Kurdan jî li
ser dagîrkirina welatê me, belabûn û asîmlebûna
miltê me nivîsandine.
Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî
dagîrker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên
me çendcaran qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê
qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî
nedane wan kuştine, mecbûrî koça kirine û ew
birine li herêmên cuda ku ji êl û êşîrên wan
gelekî dûr de ji bona berjewendiyên xwe bicîh
kirine.
Vêca, ezê vê carê jî biçime nava hinek
zargotinên me yên dinê guhdarî bikim û binêrim,
bê ka çend delîlên dîroknas û lêkolînvanên dinê
hene ku li ser kronolojiya dîroka koç û
qerkirina me Kurdan digihîjine hevûdinê û ez ê
wan jî pêşkêşî we dost û hevalên hêja bikim.
Ez gelekî dilxweş im ku hinek nivîskar,
rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me ên Anadoliya
Navîn jî li ser ol û koçberiya bav û kalên xwe
di malpera
http://www.xelkedondurma.com ,
http://www.birnebun.com ,
http://www.golyazibirligi.com û hwd.ê
de dinivîsin.
Weke ku ez ji zargotin û nêrîna hinek van
nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me ên
Anadoliya Navîne jî fam dikim, ev rêzdaran jî
weke nêrîna min didine xwanê û dibêjin, piraniya
pêşiyên Kurdên Anadoliya Navîn jî ji herêma
mîrgeha miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xalikan“, „Xaldî“,
„Xalidî“, „Haldî“, „Halidî“, „Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“,
„Xalid“, „Xalta“, „Xaldî (Ûrartû)” Serhedê,
derdora Wanê
(
http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_g_html/xalikan_bolge.html
) û whd.ê hatine Anadoliyê û heta hinek jî ola
bav-kalên xwe ye kevn eşkere dikin.
Ez niha dixwazim çend malik(paragraf)an ji wan
nêrînên wan ên balkêş û weke gotinên wan orgînal
pêşkêşî we hêjayan bikim.
Ev birayên hêja jî dibêjin:
1 - „Hinek rûspîyên me wiha dibêjin, ”Serokên
Eşîra ji hev heznedikir û hevdu biçûk didîtin,
ji hev lome û gazin dikirin." Li odeyekê an li
civatekê li ser tuneye şer dertêxistin ji hev bi
dehan însan dikuştin. Elbet di vir da rola
Îslamiyê jî pir bû. Eşîretên Anadoliyê bi piranî
ji mezheba Henefî (Sûnî bûn) nedixwastin ku
digel mezhebê din bijîn. Îro em dibînin
Şêxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba Şahfî ne.
Dimilî li aliyekî ne Şahfî û Henefî ne.
Têkiliyên xwe pir bi hev re pir tune ne. Di nava
civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û Elewî
jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe
dernetêxistine. Giran û giran ew jî derbasî
aliyê Sûniya dibûn.
Hetanî salên 1950-60 an de hê şopa Êzîdiyan li
ser Kurdên Anadoliyê hebû. Sîng singo dilîstin,
agirên mezin vêdixistin û di dor wî agirî re
govend dikşandin û kilam distiran. Digotin, ”avê
li êgir neke, ocaxî te kor bibe.” Berê xwe berve
rojê dikirin, dua dixwandin. Berê xwe berve hîvê
dikirin, dua dixwandin. Gava ku jina porê şê
dikirin, porê wan î ku diweşî vedişartin,
digotin ”gunehê vî porî veşerin.” Gava ku me
xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina
derdiket.
Kalê min digot, ”Ew çi ye lo hûn wek Êzîdiya
serhîşik in.” Min carek§e ji wî pirsî got, ”Kalo
çima Êzîdî ewqas ser hişik bûne? ”Kurê min, me
dîn/ola Mihemed qabul kir. Lê wan qabul nekirin,
li ser dîn/ola xwe man.’ Mînakên wiha gelek in.
Qadrî Cemil Paşa jî ji bona Gawestiya wiha
dibêje, di kovara Hawarê de: "Berî sed salî pirê
Kurmanca koçber bûn. Havînê xwe li çiyayên
Kurdistanê yên heftreng dema xwe di nav gul û
gulîlkan da derbasdikirin. Pêz û dewarên xwe
diçêrandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên
din ên germ. Ji Ferat heta Diclêyê li vê deşta
han a fireh cî cî koçer dihatin. Di vê çûyin û
hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên
malên wan hildigirtin. Yekcaran çend malan ji
ber qelsbûna gayên xwe nedikaribûn tevî hêla xwe
bimeşin. Ji wan vediqetin, di cîkî têr av û giya
da çend rojên xwe dibihartin. Paşê diçûn
digehştin heval û hogirên xwe. Qebîla Seyitxan
jî yek ji wane bû. Mînak hinek jî çiya dadikevin
li deşta Dêrîkê dimînin /mane. Yên ku li dora
Dêrîkê mane qebîla Rûta ye. Bi Xerecanan ve
pismamê hev in." - Berdewama vê gotara balkêş û
hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (2) an
de ye .
2 - „ Gerokê bi nav û deng MOTKE di bîraninên
xwe de wiha dibêje, ”Kurd her tim cîranên Ereb û
Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe biajon
salê sê çar cara êrîş dibirin ser Kurdan. Konên
wan dişewtandin û li ber deriyê wan çi hebû ew
dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi tenê
ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya."
Em Kurdên ku li derdorên Ankerê, Qonyê bicîh
bûne ji 12 eşîreta hatine avakirin. Li gor hinek
rûspîyan bavê wan eşîretan yek bûne, diyê wan
cuda bûne. Yanî dibêje serokê Reşû ya bi danzde
jinan re zewiciyê. Ji her jinekê kurekî wî bûye.
Ew her yek bûyê serokê eşiretekê. Îro çiqas kurd
li derdora Qonyê, Ankerê û Kirşehrê hene hemû
hevdû nasdikin û ji hev keçik birine û lawik
zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hev in.
1- Sevkî, 2- Bilkî, 3- Mîfkî, 4- Xelkî. 5- Omerî,
6- Celkî, 7- Cudkî, 8- Terkî,
9- Nasirlî, 10- Mamitî, 11- Şêxikî, 12- Sawedî.
“ - Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî
weke vê girîng jî di çavkanî (3) an de ye .
3 - “Weke hinek urf û adetên di nava Kurdên
Aksarayê de hene û didine xwanê, dibe ku pêşîyên
wan jî Êzdî bin. Û belkî Kurdên Êzdî yên herêma
Ankara û li derdora Sincan ê bicîh bûne jî
merivên hevûdinê bin….. wergera ji tirkî:K.T.” -
Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê
girîng jî di çavkanî (4) an de ye .
4 – Dîroka Gölyazı yê : Ev gotara birêz Yusuf
Topal jî bi zimanê Tirkî ye û li goriya dîtina
min, di vir de jî gelekî eşkere û zelal xwanê
dibe ku cihê êl û eşîrên Xelikan jê derketine jî
navenda herêma mîrgeha Xaltiya ye û baweriya
gelek pêşiyên wan jî Êzdiyatî buye. Berdewama vê
gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di
çavkanî (5) an de ye .
Vêca, gava ez li hinek lêkolîn û pirtûkên
nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me yên
ku koçî nava deweletên Sovyeta berê kirine
dinerim, dibînim ew jî di nêrîn û berhemên xwe
de didine xwanê ku, cihê êl û êşîrên wan jê
derketine jî navenda herêma mîrgeha
Xaltiya(Serhedê) ye û baweriya piraniya pêşiyên
wan jî Êzdiyatî buye.
Em binerin dîrokzanê Kurd Prof. Şakirê Xudoyê
Mihoyan li ser pêşiyên xwe we dibêje:
“Pêşiyên min ji Qersê hatine. Sê pêlên koçberan
ji Qersê û herêmên derdorê wê hatine, li
Ermenîstanê herêma Elegez û derdorê wê bi cîh
bûne. Li herêma Elegezê yanzdeh gundên Kurda
hene. Li nahiya Talîdê dîsa yanzdeh gund hene.
Lê Kurd li wira, li Êsyan kêmtir in. Kurdê mayîn,
Kurdên Êzîdî, ew jî li nahiyeka deşta Araratê
dijîn.
Pêla pêşîn, di salên 1854-56’a, di şerê Rusan û
Tirkan de hatine. Bingeha gundê me Elegez jî, di
salên 1850’ê de hatiye danînê. Çimku kalê min ê
rehmetî digot “wekî ku pey şerê Rus û Romê du
sal, sê sal derbas bûye, ez bûme.” Me jî hesab
dikir û derdiket, ku di sala1856-1857’an de
hatine.
Pêla diduya dîsa salên 1877-1878’an de hatine.
Pêla sisiya jî wextê şerê Cihanê yê Yekemîn de
hatine. Sala 1918 an de Rum hatiye, ew dem şerê
Ermeniyan û Tirkan bû, hûn dizanin wî demî
kesekî nedizanî ka çi diqewime, ne radyo, ne jî
televizyon hebû.”(6)
Ji xwe gelek ji me baş dizanin ku, hîna gelek
xuşk û birayên me ye nivîskar, rewşenbîr û
dîrokzanên vê herêmê jî bi dehan kitêb û
berhemên qedir buha li ser kronolojiya dîroka
koç û qerkirina bav-kalên me nivîsandine. Ez
teva jî bi dil û can pîroz dikim û dibêjim, bila
Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta wan hêjayan qebûl
bike û bejna xwe li ber tevan ditewînim.
Vêca ji ber tengaya cîh, ez naxwazim nêrîna xwe
ya(binerin li çavkanî. 7 Rûpel:26- 70) ku min
derheqê dîrok, cîh, war, êşîr, êl, qebîle û
rewşa mîrgeha Xaltiya de nivîsandiye ya di vir
de dîsa birêz bikim. Ez ê di dewsa xwe de cîh
bidime nêrîna mamoste û birayê xwe Dr.Eskerê
Boyîk û ew jî weha dibêje:
“Ew eşîrên kurdên êzdî li dor kîjana ev lêkolîn
hatiye kirin xwe ra dibêjin Xaltî. Berê berê da,
heta van salên dewî, wan eşîra heyîta xwe li
der-dorên bajarên Sêrtê, Batmanê, qeza Qurtelanê,
Erûhê, Bişêryê xweyî dikirin. Li bin zor û zulm,
helandinê da çiqas diçû hesabê wan û warên wan
kêm dibûn, goveka wan teng dibû. Van 15-20 salên
dawiyê bi masayî cî û warên xwe berdan hatine
Ewropayê, xazma Almanyayê.
Wextê da mîrgeha Xalta li nav Kurdistanê da
mîreheke mezin û bi hêz bûye. Di nav da ev çend
eşîrên mezin bûne: Qizilî, Niqîbî, Xendeqî,
Berekî, Anqosî û hinekên biçûke usa çawa Bisiyan,
Biletinî, Emeran, Mamereşan û hvd. Ji van hinek
niha li ser bawariya êzdîtyê nînin…
Çawa tê zanîn, wextekê, hela 1300 sal li berî
zayînê, li der dorê golên Wanê, Ûrmyayê û çiyayê
Araratê hukumdarîke mezin çê bûye û heta sala
585–an dom kirye. Dîrokê da ew bi navê Xaldî (Ûrartû)
eyane. Gelo navbera navê wê dewletê û navê van
eşîrên Kurdên êzdî da girêdanek heye,yan na?Ji
bo dest me da delîlên anegor tune ne, em vê
pirsê bihêlin dîrokzanan û paşwextîyê ra.
Lê bêjim, hela ez zarok bûm, kalên gundê me jî
oda da dicivyan, diaxivîn, çîrok digotin, li ser
gelek babetan xeber didan.. Ji haj hatinçûyîna
cihanê jî kêm hebûn. Xwendî jî nînbûn. Wana ne
dîroka cihanê zanibû, ne jî haj tiştên kevnar û
lêkolînên zanyarî, arxolojyê û medenyeta
Mêzopotamyayê hebûn…Çi ji kal-bavên xwe
bihîstibûn, derheqa wan tiştan da gilî dikirin.
Digotin qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne…Navê çend
qebîlên din jî didan, ku li nav êzdîyên
Ermenistanê da hebûn (navê wan bîra min da
nemane). Wan ji mîna kalên van eşîran digotin
Xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê
war e, cih e… Eger navê war e, usane wana herêma
xwe, welatê xwe ra gotine Xalta. Gelo navê
Xelatê jî ( Sîpan Xelat ) ji wî navî nayê?. Çawa
Êzdî ber xwe dibêjin hemû qebîlên êzdîyan Xaltî
nînin, usa ne bi bawarya min, di bingeha Kurdan
da (Kurdên êzdî jî nav da) gelek civak, medenyet
û şaristanyên cûrbicûr yên wê heremê rol lîstine.
Lê gelo Kurdên wê heremê, yên Musulman çima xwe
ra navêjin Xaltî…Bi texmîna min li nav wan da ev
nav hatiye bîrkirin, sebeb ew e û dîrok jî wê
dide îzbatkirin ji pey qulibandinê ra kurdan
bêtir koka xwe înkar kirine û hela gelek
malmezinan koka xwe birine malbetên navdarên gel
û olên desthilatdar va girêdane.
Tê texmînkirin, di dema xwe de mîrgeha Xalta
mezin û bi hêz bûye. Salên 1820-1850-î eşîrên
mezin, yê li wê heremê ev bûne: Qizilî, Niqîbî,
Xendeqî, Anqosî, Berekî. Ji bo kilam û bîranîna
da navê wan tê bîranîn. Mezinayî li wê heremê
Mîrzikê Zaza mîrê qesra Ridiwanê, serokê
Qizilyanyê kirye. Pêra jî lêkolînên dîrokî
derdixine holê ku êle mezin bûye û li nav axa-
begên fêodal da parevekirî bûye. Hevgirtin û
tifaqa xurt jî tune bûye.
Ji bo belgên dîrokî derheqa mezinayî, hesabê
evdên Êzdî, gund û warên wê mîrgehê de destê me
da tune, em jî wan melûmeta tînin, kîjan hevkarê
me Kemal Tolan ji devê mezinên wê heremê top
kirye û weşandîye. Bê şik hinek şaşî dibe vê
nivîsarê de, çawa di nirxandinan de usa jî hesab
û navên gundên êzdîyan da hebin, lê rastîk sedî
sed e, ku wê demê hesabê gundên Kurdên êzdî yê
wê heremê ji evên nivîsar pirtir bûne… Gelek
guhestinên mezin jîyana wê heremê û jîyana
Êzdîya da bûne, dest zulm û zorê, qir û birê
goveka êzdîtayê teng bûye… Mînakêke biçûk em ji
dîrokê bînin: Dema fermana Sultan Mehemedê I da
“Reşîd paşa êrîşê dibe li ser Kurdistanê, wê
êrîşê da ewî 40 hezar Êzdî kuştine…” (Dr. P.
Müllêr Sîmonîs, Durch Armenien, Kurdistan und
Mezopotamien; Meinz 1897. bi elmanî , kurdiya wê
„ di Ermenîstan, Kurdistan û Mîzobotamya re“)
Eger di her gundekî Êzdîyan de 400 nefer jî bê
hesabkirin, wisa ne tek wê êrîşê da 100 gundên
Êzdîyan hatine wêrankirin, li ser rûyê dinyayê
winda bûne…Lê çiqas welgerya ne? “(8)
Belê bi rastî dilê min hêjî dixwaze, ku ez di
lêkolînên xwe de bersiva gelek pirsan bidim. Her
weha çiqas navên êl û êşîrên me Kurdên li cîhanê
belabûne û yên hêjî li ser axa bav-kalan hene
bidime berhevûdinê û bibêjim birênên xuşk û
birayên min, her çiqas dijminên ol û netewa me
navên me li goriya berjivendiyên xwe guhastibin
jî, em Kurd tev sêvên ji darekê ne. Hemû kultur,
çand, ol, êl-êşîrên me jî gul û beybûnên li
derdora wê dara sêvan in . Belê ez çibikim, hîna
ew quweta min ku van tevan bînime ser hevûdinê
kombikim tune ye. Lê, ez ji bo vê armancê ji
Xwedê hêvî dikim, ku fersend û tifaqa nivîskar,
rewşenbîr, zana, dîroknas û lêkolînvanên me
Kurd(Êzdî)an jî hîna mezintir bive û ew jî
karibin ji bona pêşeroja zarokên me temamiya
kronolojiya dîroka dagîrkirina welatê me, bawerî,
belabûn(asîmlebûn), koç û qerkirina me Kurdan
hîna çêtir zelaltir bidine nasandin û valeyiyên
di dîroka me de sererast bikin.
_________________________________________________
Çavkanî
1. Mehrdad R. Zady, Bir el Kitabi KÜRTLER-
Weşanên Doz sala 2004, rûpel :72,80
2. Hesenê Alê -
http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin.htm
3. Hesenê Alê -
http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin_2.htm
4. Memê Hileciki -
http://www.birnebun.com/birnneu/birn7/aksaray.htm
5. Yusuf Topal -
http://www.golyazibirligi.com –Tarih
6. Prof.Şakirê Xudoyê Mihoyan-
http://www.demanu.com.tr/arsiv/18_07_2006_162sy/sir_dirokzane_kurd_mihoyan.htm
7. Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev
Romanên Zindîne- Weşanên Dengê Êzdiyan 2000.
8. Eskerê Boyîk- Êzdiyatî Fermanên reş Mîrzikê
Zaza Rûpel:193-194 - Ji weşenen Dengê Êzîdiyan
2006
|
|