| |
Hêrsa min tê ku ...
Besam Mistefa
Wekû
Dîsa şev ji çavên te bibarin û
Vê şeva min dagîr kiriye
Du bostan ji min dûr xîne ...
Erê kezîkura min !
Bere roj dema xemla te bibîne – tarî bibe
Bere şev bi çavnebariya xwe bimire biçe
Dema ku ji nişkave çav li pora te ...bike
Bere heyv xwe veşêre
Bere stêrk bivemirin..
Bitemirin !
*
De bibarîne
Ey bûka berfê !
Ey afireta aferîdeya axa Xwedê !
De ,
Bihna şev û memikan
Bi ser topraxê me bêwaran bixe ...
De ,
Gulstêrekê li asîmanê me xemxwaran
xîne ...
Barana ku li derve dibare
Sêwî bihêle
Reşkên şevê yên ku bi şevan ji dayik dibin
Û li pişt dergehan radiwestin ,
Bi dengê maçên xwe ji qehran bifetisîne ....
Û sînoran jî biherfîne ...
Wan sînorên bê jmar
Bi mêbûna xwe ya har
hilweşîne !
Dilê min yê rawestiyayî ...
Bi dînîtiya xwe
Bi ava ber û singên xwe
Ji min bidize ...
Bidize û ...
Ji kefen derxîne !
*
Kezîkura min !
Her şev
Heman çîrok dubare dibe
Rûpel
Rûpel
Bi tiliyên bayekî mê
Dîsan tête vegotin !
Şev!
Û heman çîrok dîsa li ba dibe:
Ez û
Şev û
Kezîkurê windayî ye!
*
.....Li wan şevên zivistanê yên dirêj û
bêxwedîmayî, dema ku agirê sobê gur dibû, sor û
şîn û zer dibû û hezar dev ji seridandina
çîrokên êş û îxanetan, çîrokên jibîrbûyan;
birayên têkçûn û tinazan; pêkenokên xelk û
aleman; xuşkên stûxwarî û bêhêvîmayinê; yên ku
ji herdû dunyayan mehrûm ...., qul dibûn.
Li wan şevan ku agir gur dibû,
Şaşîtî û gunihan xwe li ba dikir:
Çiqasî me xwe jibîr dikir !
Çiqasî me Xweda û Pelîd jibîr dikirin û di nav
Reşahiyê de, bi şev û gunihan rapêçayî, li ber
agirê germ û çîrokên bi xem û êşan poşayî, em
dixew ve diçûn ...lê ! Êş , xemgînî û xisaret
şiyar diman ...mîna pizotên wî agirê sobê û...
wî agirê di dilan de, şiyar diman .......diçirisandin
!
*
Çûkên xezeba min
Vane dikine çîve çîv
:
Ne tî me
Ne birçî me,
Aciz im ez û ji çixaran pê ve tukes
Li min nebû xwedî!
Tiştek nîn bû û
Tiştek nema .....û ji nemanê pê ve tukes
Li min nebû xwedî !
Ez dê bi ku ve herim
Êş lê nebin?! Û ji vî Bakurê bêxwedîmayî pê ve
tukes
Li min nebû xwedî !
........
Çîve çîv bilind dibe
Hêrsa min tê ku .....
Li min bibe xwedî !!
Kurdistan
8-2-2006
|
|