HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 


Dîsa Kenê Çavên Te

                                                                                        rojava.net 31.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 




Hoşeng Osê


Dema çavên te dikenin…
Gotin, wate yên xwe sirgûnî buhara te ya dîlkirî dikin.
Xamav dibe mey.
Helbest serxweş dibin.
Li dora bejna te dizîvirin.
Ji gunehên xwe, xwe dişon.
û li ser siya te ya kej, limêj dikin.
Li ber lingên te, ji te niyaz û lava dikin, da lêborîn û dilovaniyê dixwazin.
ji nava kavilên têkçûnê,
mîna kaniyên ronahiyê radiperin.
Hildikşin pêjna te ya ji benefş û laleyan hatiye hûnandin.
Cota kewên li ser zozanê çûn û nehatinê razayîne, şiyar dikin.
Min, li min vedgerînin.
Dikujn
dihejênin
divejînin.
Bi xewneke qedexe, min dipêçin
li ser tîrêjeke sêwî, siwar dikin
û ber bi te ve dişînin.

* * *

Dema çavên te dikenin…
Dîrok xwe dikuje.
Dem, di kêlîkekê de
temenê xwe tîr dike.
Hemû efsane û rastî
hemû pirs û bersiv
hemû despêk û dawî
hemû çiya
daristan
çem

gund
demsal.....
ber bi te ve tên.
Serkêşê vî karwanî, dilê min e.
Karwanê xwazgîniyên te, ji min re ye.

* * *

Dema çavên te dikenin...
Hîv xwe vedişêre
û şev şerma xwe diçirîne.
Ez dilerzim
Diderizim.
Dibin keldûmana helbesteke bê xwedî.
Hemû çûkên ji helbesta min, koça dawî kiribûn
vedigerin demsala evîna min û te.
Aso gêj dibe.
Xwe berdide şikefta şeveke westiyayî
û ez hîna dilerizim
diderizim.
Dem ji bendên xwe azad dibe.
Newroz dibe newroz.
Nû, dibim stranbêjekî koçerî
Û destana evîna xwe û te
ji çemê Dijlê re dibêjim.
Dibim şivanekî koçer ku li kerî û bilûra xwe bigere.
Bêrîvana xewnan...
te dibînim, û xwe wenda dikim.

* * *

Dema çavên te dikenin...
Jiyan dikene, û mirin digrî.
Mirî divejin
û giyan dibarin.
Xwerist dikeve govenda min û te.
Her tiştên qedexe, rewa dibin.
Xewn dibin rastî
rastî dibin xewn.
Birînên min xunava kenê çavên te dinoşin.
Xwefiroşa leylanê...
ta kengî tê welatekî ji rewrewkê nîgar bikî..?!
Ez im welatê te.
Ji paş dûmana têkçûnan
destên xwe dirêj dikim
himbêza xwe, ji te re vedikim
De were...
Ma tu newestiyayî..?!!
De were...
çav
dil
giyana min ji te re dikenin.

* * *

Dema çavên te dikenin...
Dibim sûlav, û her devera te kenê xwe
lê belav kiriye
ez kenê te berhev dikim.
Her cihê Pêjna te, tê de derbasbûye, radimûsim.
Dengê te yê belav bûyî
ji bayê û ji hemû guhan, berhev dikim.
Wêneyên te, ji bîr û bîranînên
xelkê dertînim, dicivînim
û ji xwe re vedişêrim

* * *

Dema çavên te dikenin...
Dibim zembîlfroşê te, Xatûna koçeran.
Mîna artêşeke Mîdî, ku cenga xwe wenda kiribe
mîna refekî hêviyên çilmisî, ku li dilopeke ronahî û mestek
axa baweriyê digere
Ez xwe davêjim bextê ol, êl û karwanê te
yan te bidin min
yan min bidin te

11/4/2002




 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Zingilê Evîn û Birînê
 
Siwarê Tîpên Bêcir
 
Mikirhatinên Dereng
 
Dîsa Kenê Çavên Te
 
Nameyek Lezgînî Ji Do re
 

Serxweşiya Dînbûnê

 

Şivanê Xewnan
 

Çar Gul Û Bendewariyek
 
 Ji bo Neviya Ronahiyê (...........)
 
Du Stêrk Û Gîtarek
 
Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî
 
KEVIRO
 
Çend Kurtehelbest
 
Hinek Kurtehelbest