
Jana
Seyda
Li ber destên kenê te
yê sar,
Jînnameya xwe velo
dikim
Û şîna payizên te
Li dara hejîrê dikim,
Ya siya bêzariya xwe,
nîgar dike..
“ jandar e sêwîtiya daran”
sergerdanim
li ber dergehên te yên
ji tûtin û qewanan...
dê sirûda xembarî û poşmaniya xwe
ji reşiya çavên te re
bêjim,
ji baxçe û kolanên te
yên ji tirs û
bêbextiyan..
ji nûve li ser Miştenûr
dîn bibin
“ ew jî bi me re dîn
dibû”
li ser zinarên reş û
belavbûyî
we k hêviyekê..
di şkeftên cinan de yên
hîştî
weke jinbîyekê..
na
ne ji bagerê re bûn
hemî derewên sipî,
ne jî ji mirinê re
hemî lîstok..!
dê di baxên te de
bêçare bibezim
ji tirsa dînên te
û dekên te yên neqişandî
li ser dîwar û gul û
destên evîndaran..
dê li ser Kerbeşên
dilovaniya te bibezim
pêxwas
bi alî dapîrekê de,
çîrok û bişrîn bi ser
qedera me de
dibarandin
û bi destên xwe yên
daristane
tejika hirî pîne dikir
da bijîn gulên hewşê..
bi alî girê te de
beqmasiyan ji yadîgara
kaniyekê
nêçîr bikim
û wan ji nûve bavêjim
dawa te ya miçiqî..
na
ne ji xewnan re bûn
hemî daxwaz
û ne ji bêhûdeyiyê re bû
ewqas girî..!
ji kenarên xwe bipirse
bo çi evîndarên te
di qeyika yekemîn de
ji te koç dikin..!
Ji zeviyê xwe bipirse
Bo çi şêtên te
Di darbesta yekemîn de
Li te vedigerin..!
Îşev
Dûrî te bi çend sedsalan
Nêzîkî te bi çend kêlîkan
Bêrîkirin
Min dudil dike,
Naxwazim vegerim
cadeyên te,
Tax û zerbûna silava
te,
Naxwazim vegerim
Zarokekî birçî
Li ber çavnebariya
dilê te
Ne jî dûrî te mezin bibim
Û di kefenekî de
Vegerim goristana te.