| |
Şêx Maşûq, qurbaniyê guhertina mezin…
Tariq Hemo
Di 1.6.2005 an de û piştî vegera wî ya ji
Ewrûpayê, dewleta Sûriyê ya stemkar, zaniyar û
oldarê kurd yê pêşverû Şêx Maşûqê Xeznewî bi
şêweyekî hovane û piştî êşkenceyek mezin kuşt.
Biryara kuştina Şêx Maşûq yê ku roj bi roj cihê
xwe di dilê gelê kurd li Başûrê Rojavayê
Kurdistanê de digirt, ji berpirsiyarên
ewlekariya Şamê yên herî mezin û payebilind
derçû.
Çima biriyara ji holêrakirina vî mirovê aştîxwaz?
Ji ber ku Şêx Maşûq dikarîbû bibe simbola
têkoşîna gelê kurd û hemû hêzên muxalefeta
Sûriyê û ji ber ku zaniyarekî ola îslamê ku li
ser asta navdewletî dihat zanîn û bi mînaka
îslama pêşverû û reformkirî bang dikir, ew ji
aliyê hêzên muhafezekar û tarî di rejîma Essedê
kur de hat kuştin.
Xîtaba Şêx Maşûq li ser 2 astan dihat dîtin:
1- Pirsgirêka kurd: Şêx Maşûq nêrînek netewî
derbarê pirsa gelê kurd li her parçeyên
Kurdistanê de hebû. Wî bawerî hebû ku gelê kurd
yê welatê wî Kurdistan di nava 4 dewletan de
hatiye parçekirin û parvekirin, mafê serxwebûn û
avakirina dewleteke netewî heye. Ev nêrîn jî her
car dubare dikir û li her cihî diparast.
2- Mînaka îslama pêşverû û reformîst dida pêş:
Li himberî pêla nijadperestî û fundamentalîstê
ya li herêmê pêş ketiye, têza biratiya olan
derdixist û li dijî terora rêxistinên Islamî ya
navnetewî deng bilind dikir.
Di vî warî de jî di gelek konfransên navdewletî
li Ewropa û Rojhilata Navîn de amede dibû û
nêrînên xwe eşker dikirin. Loma têkliyên wî bi
rêveberiya gelek welatên Ewropayê re hebû. Gelek
caran sefîrê Norwec, Swêd serdana wî li Qamişlo
dikirin. Her weha ji ber van nêrînên xwe ji
aliyê hêzên terorîst û rejîma Sûrî ya hevkar wek
hedef hatibû nîşandan…
Şêx Maşuqê kurd û kurê malbata Xeznewî ya li
seranserî Kurdistana mezin navdar e( lê ya dûrî
siyaset û kurdeweriyê ye jî) di hemû çalakiyên
kurdên binxetê de beşdar dibû. Di dema
serhildana 12‘ê Adara 2004 an de, ew bi eba û
şaşika xwe li nava hezarên ciwanên kurdan
digeriya û banga berxwedan û azadiyê li wan
dikir. Li şîna şehîd Ferhad, ew ciwanê ku ji
aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate kuştin,
axaftinên cegeryane dikirin ku heya niha tu kesî
ji tevgera kurd ya siyasî nekirine. Di merasîma
bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê û di şahiyên
Newrozê de bejna Şêx Maşûq ya zirav dihat
xuyakirin û bi ala rengîn ya li dora sukra wî
pêçayî, bi ayetên berxwedan û serhildanê
diqîriya.
Dema hatibû cem me ROJ Tv yê û me pê re çend
hevdîtin kirin, me ji nêz ve ev mirov nas kir.
Yekser wê demê min ji xwe re got, ev mirovên
wiha her sed salî carekê peyda dibin. Weha Şêx
Maşûq wêrek û bi qeder û emrê xwedê bawer bû. Ji
me re digot "Hûn ciwanên Kurdistanê ne, gelê we
bindest û hejar e. Hûn jî li vir li Ewropayê ne,
pêwendiyên xwe bi her kesî re xurt bikin,
bixwînin û kar bikin. Çavên hemû kurdan li we
ye, baş bizanibin".
Şêx Maşûq, şehîdê Netewa Kurd, ji aliyê hêzên
tarî yên ku gelek simbolên guherînê li herêmê
kuştine, hate şehîdkirin. Berî wî jî Selîm
Izzaldîn, Serokê Meclîsa Birêveberiyê demî ya
Iraqê û Refîq Herîrî Serokwezîrê Lubnanê û
Serokê Partiya Komunîst ya Lubnanê Georg Hawî,
rojnamevan Cibran Tiwênî, rojnemevan Semîr Qesîr
ji aliyê kujerên Şêx ve hatibûn kuştin. Tenê ji
ber ku doza guhertinê dikirin.
Kurd dibêjin berxê nêr ji kêrê re ye. Wiha xwîna
mezinekî wek Şêx Maşûq wê bibe nîşana azadiya
gelê kurd û guhertina mezin ya ku dê textê hemû
qatilan birûxîne, peyda bike…
tariqhemo@hotmail.com
|
|