| |
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve di
navbera helwestên siyasî û rewşenbîrî de
Şêrwan Îbrahîm
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve,
saziyeke rewşenbîrî û serencama serîhildana 12ê
adara 2004ê ye.
Ez bawer im ku pêwîstiya gelê kurd bi vê saziyê
hebû û hêjî pê heye.
Ez herweha bawer im ku HRKRD îro di çarçeweya
ragihandina rojavayê Kurdistanê de, di rêza
malpera rojava,net de, karekî berbiçav û hêja
dike.
Lê dîsa jî gerek e HRKRD helwestên xwe yên
siyasî û rewşenbîrî têkel neke û bikaribe wan ji
hev cihê bike.
Di kongireya duwemîn a HRKRD de, guftûgoya
derbarê navê dezgehê bi qasî 3 seetan dirêj kir.
Ez jî digel hunermend Birader wek mêvan li wir
bûm. Em giş ji gengeşeya wan betilîn.
Ji ber rêya me dûr bû û karê min jî hebû, ez
mecbûr mam dawiya wê guftûgoyê nebînim, lê bi rê
de ez di rewşa wan de difikirîm û diêşiyam, wek
ê ku xema her tiştî dixwe. Min divîbû ku xelk
xwedî lê derkevin û endamên wê pirtir bikin û
rewşa wê ya aborî jî tekûztir bikin. Min ji xwe
re digot ka em çawa dikarin alîkariya vê dezgehê
bikin?
Em çawa dikarin wê tekûztir bikin?
Di civîna HRKRD de, hindek heval navê min ji bo
endametiya dezgehê pêşniyar dikin, lê hêja
Merwan Osman li dij radiweste û diyar dike ku
helwesta Merwan pir hişk e û dikare ziyanê
bigihîne saziyê.
Gelo rewşenbîrî çi ye?
Dema ku ez bi rewşenbîran bihisim û xwe nêzîk
wan bibînim, çima ne rewşenbîr im?
Dema ku ji rewşenbîran hez bikim û bixwazim
alîkariya wan bikim, dema ku hergav ji bo
xizmeta wan amade bim û hewl bidim ku dezgeha
wan biparêzim, gelo çima ne rewşenbîr im?
Ma pêwîst e ku ez jî wek hinekan xwe li
nivîsandinê bikim bela û pirtûkekê çap bikim an
jî, ji internêtê çend gotaran ji xwe re bidizim
hetanî ku bibim nivîskar an helbestvan û paşê
endamê HRKRD-yê?
Di malpera rojava.net de tê nivîsandin ku her
kes berpirsê naveroka nivîsa xwe ye, yanî di
warê belavkirina gotaran de, ti carî, rojava.net
nabe alîgira vê naverokê yan ya din.
Berî demekê, min xwest derbarê konfiransa
Brukselê daxuyaniyekê belav bikim.
Min nêrîn û helwesta xwe diyar kir û min ji
rojava.net re şand daku belav bikin.
Xwedê heye, birêz Merwan Osman ji min re got baş
e Şêrwan serçavan em ê daxuyaniya te belav bikin.
Piştî kurtedemkê, birêz Merwan Osman bixwe
telefonî min kir û got Şêrwan li qisûrê menêre
yaho weleh em daxuyaniyê belav nakin!
Min jî got de hûn dizanin ka ez ê ji xwe re li
xwedî xêrekî bigerim belkî bi xêra miriyên xwe
ji min re belav bike. Ez bawer im gelekan ew
daxuyanî xwendin.
Bawer im jî min bêbextî li ti kesî nekiribû û
min ti kes jî di daxuyaniya xwe-ligorî prensîbên
rojava.net- neêşandibû.
Min helwesta xwe nivîsandibû û va anuha piştî
konfiransê hemî nêrînên min rast derketin an na?
Îca anuha ji xwe re dibêjim: gelo ma ne pêwîst e
yê rewşenbîr berî her kesî rewşa miletê xwe fam
bike?
Ma rojava.net li helwesteke rewşenbîrî digere
yan dixwaze xelkê razî bike û kesî nexeyidîne?
Gelo ma çê dibe yê rewşenbîr ji rastiyê bitirse
yan divê rastgo û cegerdar be?
Gelo di vê qonaxa dîrokî de û di vê xirecira
rojavayê Kurdistanê de, dê ji bilî van
rewşenbîran kî li pêşberî dîrokê û nifşên
pêşerojê berpirs be?
Di baweriya min de, dema ku hêja Merwan Osman
daxuyaniya min xwend, bi çavê siyasetmedarekî
xwend. Lewra jî belav nekir, ez jî wî mafî didim
birêz M. Osman. Lê min dixwest ku hêja Merwan
Osman daxuyaniya min bi çavê rewşenbîrekî
bixwîne daku helwest berfirehtir bibe û
berjewendiyên netewî ku armancên rewşenbîran ne
di ser hemî berjewendiyên siyasî yên teng re
werin girtin.
Ez vê yekê dibêjim daku rojava.net karê xwe yê
ragihandinê berfirehtir bike û ez bawer im ger
xwe ji hindek kêmasiyan rizgar bike, dê di
demeke pir nêzik de bibe navenda ragihandina
giştî ya Rojava.
Ez bi reza xwe çûm konfiransê Emerîkayê, li wir,
hem partiyên siyasî û hem jî kurdên serbixwe li
ser hindek xalan li hev kirin û hindek encam bi
dest xistin. Di baweriya min de ger Şêrko Ebas
li wan xal û peymanan xwedî derketa, belkî
tiştekî baş ji bo kurdên Rojava bihata
damezirandin, min helwestên xwe di wê çarçeweyê
de derbirîn, deng û wêneyên beşdarên konfirasê
li ba min in, her kes dikare nakokî û tiştên ku
paşê li paş berdeyan çêbûne, ji xwe re nas bike.
Min jî xwest bêdeng nemînim û wek kurdekî
helwesta xwe ragihînim û beşekî ji rastiyê ji
miletê xwe re bibêjim.
Gelek tiştên din hene ku dixwazim belav bikim,
lê ger wek rojava.net be, jixwe ez nema dikarim
tiştekî belav bikim.
Hêja Merwan Osman ma ne te ji me re digot gerek
em rastiyê ji miletê xwe re bibêjin, me bi ya te
kir, me jî hewl da em rastiyê bibêjin ha!!
Ma ne te ji me re digot gerek em helwesta xwe
eşkere û bêtirs bibêjin ha! Îca anuha wexta ku
em hewl didin, çima tu rê li ber me digirî?
Ez van gotinan dibêjim lê dîsa jî baweriya min
bi we û HRKRD mezin e.
Ez ê hergav piştgiriya wê bikim û destekê bidim
we, ez dixwazim gazinên xwe û tişta di dilê xwe
de ji were bibêjim.
|
|