| |
Ragehandina
dawiyê ya karê yekemîn kongireya
Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
Di nîva duwê ya vê mehê de , bi amadebûna
nûnerên helbijartî ji rêxistinên partiyê , di
seqayekî pirrî karvedan û giyanekî bilindî
hevaltî û hest bi berpirsayetiya dîrokî ya li
ser stûyê Azadî weku projeyek ramyarî xebatgerî,
yekmîn kongireyê partiya me Partiya Azadî ya
Kurd li Sûriyê li jêr van dirûşman hate girêdan:
- Demokrasî bo Sûrya û danpêdana destûrî bi
hebûna gelê kurd , ku duwemîn netewe di welat de
.
- Azadî bo hemû girtiyên ramyarî û girtiyên
wijdan û nerînê di girtîgehên welat de .
- ber bi dariştina pirojeyekî ramyarî bi çespînê
rastî yên dîrokî û cugrafî yên gelê kurd li
Sûrya .
- kar ji bo çarçovekî xebatgerî kurd bersiva
daparên qunaxê bidê û terazûya di nêv netewî û
niştîmanî pêkbînê di çarçovê guhertina
nîştîmaniya demukrasî de .
- ber bi avakirina pêwendiyên Kurdistanî ,
karvedan û tewawkerên di nêv parçeyekî û
kurdistana mezin de pêkbînê .
- hevpeyvînên niştîmanî pêdiviye pêkhatên Sûrî
Xak û Gel biçespînê .
- ber bi çalakirina rolê Afreta kurd û bayexdan
bi nifşê xort .
- br bi bilindkirina rêbaza Netewiya demukras .
Piştî rawestandin xolek bê dengî bi rêz û
newazişt li ser giyanên nemirên Azadiyê û bi
taybetî nemirên Serhildana Adarê û şêxê nemir
Mihemed Me,şoq el Xiznewî , û pesindkirina
ezmûna pêşewî ya Azadî dayî encamdan , û
biyardana xişta karê kongir , herweha pêdeçûna
hevalê Sikretêrê Giştî yê Partî yê dayî bi rêka
peyvekî û têde rawesta li ser aliyên ramyarî û
rêxistinî , û herweha xwendina rapora ramyarî ya
ji bal nivîsîngeha ramyarî hat pêşkêşkirin , û
helbijartina komîta rêvebirina karê kogir ,
gengeşe hatin kirin li ser tev xalên dahatî di
xişta kar de û herweha pirsên girêdayî bi
paşeroja doza kurdî ve li Sûrya de li gorey
dîtinek ramyarî berçav bigrê guherankariyan û
daparên doza kurdî , wek Xak û Gel , dijî l ser
navçeyên xwe yên dîrokî ( Kurdistana Sûrya ) di
zincîra bakur û bakurê rojhelatî Sûrya de , mafê
wî heye biryarê li ser çarenivîsê xwe bide li
gorey peyman û belgenamên nêvdewletî yên
girêdayî bi mafê çarenûsê gelan de , bi rêka vî
mafî ku bête tekez kirin wê çanda pêkvejiyanê
pitew bike û rêbaza yekîtî ya arezû xurt bike ,
ji ber ku ezmûnên gelan zengînin ji rengên
gehandina çareserî yên yek girtina niştîmanî
dabîn bike , bi rêka tekezkirina mafê biryardana
çarenivîsê xwe , zêdebarî hokarên nêvdewletî û
herêmayetî yên karvedanan dikin bi rêka piroje û
terazû yên di xebitin jib o veguhestina deverê
bo dergehên demukrasyê û guhertina demukrasî û
rêzgirtina li mafê mirovan , herweha encamdanên
çanda giştî yak u rewiştê ne hêlan û zalbûna
dîtir , tevlî belavbûna diyarda tîrorê , weku
evcamek yekser ji ramana damezrayî li ser çanda
ezayetî ya netewî û ayînî û ayînzayî , û bi
taybetî li hevdemê rizgarî ya Îraqê ji
diktatorîyetê , û brfirehbûna xola pirojê bizavê
dikê bo vegerandina avakirina deverê li gorey
têgeh û seqayên dabîn bike binyat û stûnên
pêkanîna mirovayetî ya mirovan , û piştre
dariştina paşerojê li gorey amrazên xudan şiyan
da ku havilbê di gel guhrenkariyên bi lez têne
kirin li astê cîhanî ….
Di layê niştîmanî de :
Kongir rawesta li ser encamdanên siyseta stem û
tepesriyê yak u ev rewşa niştîmanî dayî , ku em
di Karin bo wê bêjin rewşa dûrxistin û perawêz
kirina rol û şiyanên civakê di nîgarkirina
paşeroja welt de , û li peyre dûrkirina civakê
ji erkên wî yên niştîmanî , ew jî bi egerê wê
siyseta welat kirî di gelek asteng û aloziyan de
, ku hemû rêk girtin li pêş her bizaveka çaksazî
, ji ber ku hemû derfet ji dest de , lewra ya
daxwazkirî ewe guhertinek niştîmanî demukrasî
vekirî li şeqamê bi sercem reng û tiwêjan ve , û
herweha ew guhertin vekirî bê li ber sercem
rêkeçariyên niştîmanî û hokarên wê yên navxuyî û
derveyî ji ber ku / guhertin / pêdiviyek
niştîmanî ye û destpêka avakirina dewleta
hevçerxe , tev ku bigehek serekiye bo
nûjenkirina biyat û stûnên dewletê ye , ji
destûr û saziyan , ew jî bi rêka hevpeyvîna
niştîmanî ya dive ku palpiştiyê li çanda ku
Sûrya bo hemû xelkên Sûrya ne û dûr ji dûrkirin
û perawêzkirin û zalbûnê weku hindek pirojên ser
bi çanda desthilatdarê ve …..
Di aliyê Netewî de :
Xwendina kongir di vî alî de di vegerê wê çendê
ku doza kurdî ewe armanc ji sercem pirojên
pêşbînî kirî yên herêmayetî bi taybetî yên ji
bal dewletên dagîrkerên kurdistanê Xak û Gel , û
tişta rû didê û dibê li kurdistana Turkiya û ya
Îranê ji kuştin û wêrankirinê di kevê div ê
nerînê de , ji ber vê çendê nerîna kongir di
çarçovê rajedariya pêwndî yên netewî de yên
avakirî li ser biyatê karvedan û tewawkirinê di
nêv parçeyekî û kurdistana mezin de û
bilindkirina rêbaza netewî ya demukrasî , da ku
di hundir terazûyên nêvdewletî û herêmayetî de
xudan rol û cih bê , di vir de kogir di bînê ku
pirosêsa Fîdralîzma kurdistana Îraqê destkeftek
netewiye û rajedariyek xebatgeriye û bigeheke bo
tekezkirina doza kurdî ye , û rengeke ji rengên
derbirîna şiyana gelê meye karvedanê di gel
pêşdeçûnên ramyarî di kê yên bizavê dikin bo
dubare avakirina deverê , di vi de tête xwestin
di aliyê netewî de palpiştî û piştevaniya vê
pirosêsa xebatgerî û alîkariya xebata gelê Kurd
li Kurdistana Turkiya û ya Îranê bikin …..
Kurdistana Sûrya :
Dema li ser ketwarê Kurdistana Sûrya û doza
kurdî l vî parçeyî weku dozek niştîmanî
demukrasî pêdiviye bête çareserkirin li gorey
piransîbê maên gelan di çarenivîsê xwe de ,
kongir giha ku çareseriya tev kêşe yên niştîmanî
destpêdikê bi çareseriyek demukrasî ji doza
kurdî re , û emrazên çareseriyê pêdivî ye
rawestê li ser hevpeyvînek avakirî li ser
ketwarê tekezkirina pêkhatên Sûrî weku Xak û Gel
, damezrê li ser rastiyên dîrokî û cugrafî , û
pile yên vê çareseriyê hene li gorey rojeva
rewşa ramyarî ya giştî , bi nerîna me ev
çareserî di çespê pêkanîna demukrasiyê di welat
de û dan bi hebûna Gelê kurd ku netewa duwêye di
destûra welat de û pêkanîna vê çendê destpêdikê
li gorey bernameyekî Qonaxî ku gelê kurd
rêveberiya xwe bikê li navçeyên xwe yên dîrokî l
byatê ku mafê Gelê kurd bi azadî rêveberiya xwe
bi xwe bike ….
Û div ê barî de kogir dît ku bernamê Azadî û
pirojê ramyarî yê pêdivî ye destpêdikê tekez
dibê di daxwyaniya destpêka Azadî û di nerîna
partiyê ji bo demukrasiyê û çareseriya kêşa
kurdî li Sûrya ya berê pêşniarkirî hatiye , tevî
wan durustkirinên kogir êxistin di pirojê
ramyarî ya partî de yak u tekez dibe di
helbijartina rêya demukrasî ya Aştiyane de di
xebata ramyarî de ji mangirtin û xwepêşendan û
karê ne razîbûnê …. T.d , û herweha kongir
nerîna xwe darişt li ser ketwarê belavbûnê di
tevgera ramyarî ya kurdî de ya pêdivî ye bête
çarçove kirin di çarçovekî xebatgêrî de bersiva
xwest û daparên qonaxê bidê û terazûya di nêv
aliyê netewî û niştîmanî de pêkbînê di çarçovê
guhertina demukrasî di welat de .
Di aliyê rêxistinî de :
Kongir rawesta li ser hidek astengên havil hatîn
di gel destpêka Azadî de , ku kongir dît
çareseriye hindek ji van rengên astengan pêdivî
ye ku em bawer bibin ku pirojê yekîtiyê pirojek
ramyarî xebatgêriye pêdivî ye bo bêtirin şiyanan
kom bikn ji bo xurtkirin û pitewkirina vî
pirojeyî û tişta em bi pêdivîne rêk û pêkirina
emrazên hoşmendiyek komelayetî … û piştre kongir
rawsta li ser rengê karvedana cemawer di gel
partiyê û daxwazên tevlîbûnê û balvedan li ser
rêxistinê yak u pêdivî ye bo erazên astê
rêxistinî bilid dibê da ku şiyan hebin sercem
hêz û karênan bi xweve bigirê da ku partî bête
ava kirin bi rengek sazî ji ber vê çendê hidek
durustkirin hatin kirin di sîstema navxuyî de da
bêtir nermayetî têkevê têde û bêtir nêzîkî çemkê
qonaxê bê çi ji aliyê şêweyî bê û çi ji aliyê
erk û berpisiyaretî yê bê çi di aliyê kar di
nivîsîngeh û taybetmendî yên partayetî ….
Li dawiyê û di helbijartinek demukrasî de hevalê
Xêredîn Murad bo sekretêrê partiyê û her weha
hate helbijartin lijna ramyarî .
Gulan 2006 Parta Azadî ya
Kurd li Sûrya
|
|