Wednesday, 27 June 2007 23:44

 


Gulan her pîroz e
Mizgîn (Hesko) Mehmûd

dîsa gulan hat
gulan her pîroz e
çendîn ew pakrewanan himbêz bike
ew her cejin û şoreş û newroz e
dîsa gulan hat..û va ye Barzanî
siwarê hespê boz e
û li gel wî Şêxê Şêhîdan e
maşuqê kurd bi daxwaz û doz e

******************

Şêxê min tu hatî
te ji Şêx Se,îd û Qadî û Barzanî sûd wergirt
û te dest bi Dastanê kir
tu hatî
mîna lehiyeke boş, te qurmên mêrxasiyê bi xwe re anî
te navê rojava li nik bakur û başûr û rojhilat danî

tu hatî
ji gulgenimokên olperistê
te ristek netewî bi dar vekir

tu hatî mîna baraneke hişyarî
te axa kesên bi şaşik û cibe rewa dikir

ber ji bang û qewlên te re nimêj bikin
ber ji doz û daxwaza te re herin sicûdê

******************

tu hatî
Şêxê min...tu tev xêr û xelat î
tu hatî...ji destên te ên bîroz
kevokên sipî ber bi asoyên
aşitiyê ve dilivîn

ji nav sînga te ya dilovan
nêrgizan serî radikir û divejîn

Şêxê min tu hatî
ji giyanê te yê bi ocax
hilma kurdayetî difûriya

ji bilindgoya te a nirxbuha
bîna xewneke şêrîn
bi ser hicrikên Qamişlokê de
hildikişiya

ji bejna te ..şaxê tiwê tirh dida
û bi ser hêlînên çivîkan de
ditewiya
ji hiş û ramanên te
newêrek her sehw digirt û ditirsiya

*********************

Tu hatî....şêxê min
tu sirûda bi cab û şaşik
bi awayekî nûjen û hevçerx bû yî
tu hatî te peyvên Xanî
di bîranînên me de hişyarkirin

( Ez mame di hikmeta xwedê de.....kurmanc di dewleta dinê de
aya bi çi wechî mane mehrûm......bilcimle ji bo çi bûne mehkûm)


 




 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE