rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         22
31Ê GULANÊ

Min ziq li bejna Qazî dinêrî
û Xezna dihate ber çavê min..
tirênên seferê û renckêşana tozê,
bawermendên çiyê û hawarên sînoran
dihatin bîra min..
Min silav li Qazî dikir,
lê destê wî ji rewrewkê bû, av li pey xwe dihişt..
Min silav li Qazî dikir
lê nermika wî ji ronahiyê bû rondikên germ li pey xwe dihiştin..

Min silav li Qazî dikir,
lê cubeyê wî ji neynikan bû,
dîmenên tofanê, zimanên jêkirî, helkehelka teşîrêsan,
nalenala dergûşa Mehabadê li pey xwe dihiştin..
ji min re digot
çîroka xwe berdewam bike kurê min,
Reşgirêdana dayikên Qamişloyê ji min re bibêje!
Keserkêşanên kevnar ên kolanên Amûda şewitî ji min re bibêje!
Nalîna bilûrên xwe,
tenhatiya girtiyên xwe
û bendemana bajaran ji min re bibêje!

Ez poşman nedibûn..
Çîrok poşman nedibû.
Spîndarên bejna wî poşman nedibûn..
Dîwarên tawanê û bêdengiya wî ya germ
û watedar jî poşman nedibûn..

Min kulîlkên jiyanê pêşkêşî cubeyê wî dikirin,
min asoyên giryanê,
di çîrokê de, tengtir dikirin,
min xaçên nehwirînê ji sînga xwe û ji henasa wî davêtin
min naçareyî bi lingê xwe diperçiqand..
min şaneyên xwe di evînê de dadikirin..
min bêzarî di kavilên aramê de vedişart
û min serê xwe datanî ser zendê Mehabadê
daku çîrokê ji nisrînên daristanê re bibêjim!
Daku çîrokê ji gulava wê rizgar bikim
û ji rojavahiyê re bibjim..
Daku çîrokê ji xeml û xêza wê daweşînim
Û ji karwanê destê sibê re bibêjim..
Daku çîrokê bispêrim dastanbêjan
Û li ber kêla rojê navê te
Li ser dilê rojê binivîsînim..









Berdewam dike ....

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE