rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 


Leşkerekî kurd ji ber kurdbûna xwe ta mirinê hate işkencekirin

Roja 28.03.2006 derengî şevê leşkerê kurd ê bi navê Mihemed Osso Elî (19) piştî işkencekirineke dijwar li ser destên serbazên leşkeriya Sûriyê hate kuştin.
M. O. Elî ji meha adara 2006ê, yanî berî mehekê çûbû leşkeriya Sûriyê. Bavê Mihemed berî demekê çûbû serdana kurê xwe. Li wir rewşa Mihemed a tendursutî a xerab bala bavê wî dikşîne. Li ser pirsa bavê xwe gelo çima ew di rewşeke wisa xerab de ye, Mihemed gotibû ku ew û herweha çend leşkerên dî yên kurd ji ber ku kurd in ji hêla serbazên ereb ve têne işkencekirin û lêdaneke zor li wan tê kirin. Hevalekî Mihemed ê leşkeriyê ji bavê wî re gotibû ku serbazekî ereb ew di sermayê de tazî dikir, ava sar bi ser de dadikir û piştre bi şêweyekî hovane lê dida.
Piştî ku fermandarên sûrî nûçeya mirina Mihemed gihandin malbata wî, wan pêşî nexwest ku termê wî radestî wan bikin û hewildan ku wî li cihê leşkeriya wî veşêrin. Lê piştî ku malbata wî li ser ya xwe daneket, termê wî dan malbatê lê ji wan xwestin ku ew zû û bê deng wî veşêrin. Lê tevî beşdarbûna hêzeke mezin a leşkerên sûrî li gundê Mihemed Osso Elî, malbata wî dikarîbû darbesta wî veke û hin wêneyean ji termê wî ê ku şûna işkencekirinê li ser diyar e, bikşîne. Em li vir wan wêneyan mîna mînaka regezperestiya tazî ya rêcîma baas a hov diweşînin.

Ji serhildana 12 adara 2004ê û vir de bi kêmanî 7 leşkerên kurd ku leşkeriya sûrî dikirin tenê ji ber ku ew kurd bûn, li leşkeriya xwe bi kurdî diaxfîn an navê wan kurdî bû yan bi gulleyan yan jî bi işkencekirinê hatine kuştin.
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE