rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43


Mebesta min e ku çîrok dirêj nebe û xwe
di helbestê de reşgirênedim

 

 

Mihemedê Seyid Husên


"1"
Şev qar in, bendewar in, roj ker in, lalezar in, lavaj û gazind qels û sar in, sînor qedexe û tengezar in, li xwe mikurhatin e pêwan in, qeder bextreşiyê dinixumîne, navê te jî di bin de dimîne, di gel wê pirsa derengmayî, berê dara helweşiyayî, sirûda vemanê vedixwîne.

"2"
Di xavika qurixê de, karwanê kadizan, di keskesorê de xemilîne, li ser sêpla hêviyên tar û mar dihêwişin, ew navê te yê ku di dara beriwê de kolaye, qebqeba kewê ribat, li hêla nêçîrê, gireva tîbûnê, di xîmava pênûsê de, keservedana bêveger, di wê oxira derengmayî de, di ahenga poşmaniyê de, tevlî veayisîna xunavê, li wê buhara rengîn nebû mêvan.

"3"
Daroxakî zilama me, kelenihîtekî mêra me, tund im, serhişk im, hevoriyê serê çiya me, bazê fira bê aso me, ho xwariye, ho vedixum, dest birakê şêrê cengelê me, yarê çavên gula berberoj im, lawê dîroka dirêj im, gav, rav û volqan im, salarê ser pêla hêç im, perestarê hilatina rokê me, nîgaşên pût û latên ûcaxa zeradeşt im, nimêja dor agirê avesta me, tenha armanca min e ku çîroka min dirêj nebe, mîna remtelekî kurdûnde, xwe di helbestê de reş girênedim.

"4"
Çirava gola şermok, li ber pêlên derya hêç, nêçîra kevzê dike, di civaka bê zirav de, pariyê tisî di talda kavilan de, girawa zagonên ewarte dimînin.
Di kezeba rê de, di mexelê metirsînê de, pêwanê serdemê, li ser evrazên xewnê vediceniqî û girî di qirikê de ziwa dima.

"5"
Di paxavan de ji xwe bawer û pir zana me û çaktir jî hûr, kûr û dûrbîn im, stêrka min li asîmana nîne, min digot, qey dikarim baranê ji asîmanê bê ewr bibarînim, tînê di seqemê bixînim, xapa li Beko Ewanan bikim, serî li şeytan bigerînim, gur û miyê bi hev re biçêrînim. Lê çi bikim vê dubendiya malwêran, mejiyê min bawî kiriye, nema dikarim du zarokan li hev bînim.

"6"
Dîmenê xemla zave û bûkê, ney, def, zirne û tûtûkê, şahiyên xwe mişar nekin, bazbendan jî xelîtik nekin, kewê ribat rekeh nekin, nameyê tekoşyarî pîr nekin, tenha dermanê nava pirtûkê li serê xwekin, serhaweyê demê îro zanîne, xurcizîna mandê li bejna xwe bipîve û bê etlayî agirê evsane, di ûcaxê de gurbikin.

"7"
Tenha em in yên ku di sînga bahozê de rawestiyane, ew in yên ku li ser derzika piştê razane, sitêrka dijmêrin, nasnameyên xwe yên vewestiyayî berdane, ji dayikbûna helperînê de, bersiva têkçûnê dane, li ber pencera çerxa 21ê alavên cegerdariyê, di derbendên qirika wan de asê mane, bi yek carî Pirên li ser xaçerêyên radayî, xwîna pakrewanan, eniya berxwedanê, mizgîniya agirê evsane, li ber roj û zinarên, destana Mem û Zînê, di ferhenga wan de, tîn pê nehat.

"8"
Xwîn ji dil diçizire, kîn ji çavnebariyê diafire, bêdengiya te xav e, tevgera te bê gav e, helwesta te bê nav e, timî ber ba û sera ve.

"9"
Tavsorka rojava, hilû noqî taristanê dibe, bi mijankan xatir ji ronahiyê dixwaze.

"10"
Menale keko, hewara me deng girtiye, gaziya dûv gura ye, li van topraxan hino hino, gerdûn noqî taristanê dibe, mirov tê de sawgirtîne, dilê min dibêje, wê tiştin bibin, karxezal di çêristanê de, nema vedihewin, lê mişt di lehiya hêsran de dinime, xewnên çav li rêmanê, di çirava mizeloqî de teqinîne, pûk û xwêsî, li ser banemalan qîç mane, pêşbînî di tenahiyê de pûç bûne, razên qolincên azardanê mikurtên, di pêxêla kelecanê de, di beynebaneyên nenas de, bê hişê xwe dikulmişim.

"11"
Qûnax mêrkuj e "li şûna şêran, kund dixwîne, li ser şikêran" girî pêla radike, hêviya min e ku şapaz ji van topraxan dûr be, ta ku dawa kesî li serê wan negerîne.

"12"
Dem dipêle, serûkaş di hev werdibe, kose û ber kose, çolaxên çolbir, temena difroşin maye ku sawêrên xwe jî, qoçan bikin, careke din pêlan, avêtime ber peravên evinê û geştiya qûnaxê, li wê jorê diçelqiya.

"13"
Di çaxê ku çiya, xwe bi qolanê radipêça, zincîra ramanê dihate birin, kewê ribat di zinaran de agahî didan, rajalê tekoşînê, di biryara nîvmirî de, li xwe mukur dihat, ayê dev bizmikirî, li gel xewnên baskokirî bîr û baweriyên perşikestî, di gandera zikreşiyê de, berbadibûn.
"14"
Qelûnê bi çena xwe dixurîne, pêçeka gazindan, li ser milê perîşaniyê girandike, tovê tometê di guldanka demê de diçîne, şirûs û razên helbestê, bê rêdan vala dibin, heste li kevir dixînin, reşika çavan, qermîçokên eniyê, bi kavişkî, ji oxirê xatir dixwaze.

"15"
Berya ku giyanê desthilanînê, xwe pispêre tebatê, tolaziya êgir, ter û ziwa dişewitîne, hermel li ser wê tirba kawikî şîndibe, û di reşbîniyan de, kelogirî derbasî dîrokê dibe.

*Qamişlo * /25/11/2005/
 

 

 

 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE