|
|
|
Bêzariya Heskirina te |
| |
Mesûd Xelef
Tişt nabe
Ew jî rojek bû
Ew jî xewnek bû
Bihêle ew jî biçe
Bi ava hêsirên xwe re berde
Bira cîya veguhêzin bîranînên te
Heskirin heyameke
Heskirin tenê qonaxeke
Tenê axaftineke
Lê te ew axaftin jî nasnekir
Hîna tu xerîb î
Piroz be cana min
Min bihîst ku tu hesdikî
Min bihîst ku tu fêrî lezandina lêvan bûyî
Ew jî ne xem e
Tu mamoste yî
Keça vî dilî yî
Ma tu jî niha guhdariya vê helbestê dikî
Yan bihêle ew jî çend gotinên şewitîne
Min li dûv xwe nehêle
Min jî bibe wî welatî
Ku em tê de tazî bin
Tenê heskirin ji asîmanan bibare
Tu nêrgizeke şevên xerîbekî yî
Tu dengê dilekî ji xwediyê xwe xeydiye
Min jî bibe
Bêzariya xwe bi min jî werbike
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
|