|
|
|
TU NEHATÎ |
| |
Jîr DILOVAN
Çend bihar bihûrîn
Çend havîn
Nizanim çend payîz
û zivistanên temenqesifandî
Çend caran kulîlk vekirin
Çend caran pel weşand
dara me navê xwe lê kolandî
Lê tu nehatî
Koça dawî barkirin çîrokbêjên gundê me
Sêwî man şevên Kanûnan
Xalî bû dîwan ji stranbêjên awazzêrîn
û pitikên pêçekê bûn bûkê serbixêlî
Tu nehatî
Volkan pijiqandin çiyayên hêviyên min
û sar kirin
Lê sar nebûn volkanên dilê min
Dikelin nola dohnê helandî
Bendewar mam zenûn
bi dilê ku te şikandî
Va ez çûm
Tu nehatî
Tu nehatî
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
|