rojava@rojava.net

 
   


Tirkiya dizane çi dike?

rojava.net 30.11.2005

 


 

Tengezarê Marînî


Her careke ku daxwaz li Tirkiya tê kirin, ku rêz li mafê mirovan bê girtin, an jî pîvanên Kopenhagenê pêkbîne, an jî her tiştekî bi çarenûsa vî welatî ve girêdayî be, daku berbi xweşiyê ve here, berê xwe dide kurdan û mehanekê ji xwe re çêdike û demê ji xwe re distîne û hemî gunehên xwe berbi kurdan ve dibe û dixwaze nerasterast bibêje civta navnetewî û bi taybetî yekîtiya civatên Europayî, ez dixwazim bikim û lê ev „ terorîst ên kurd“ dixwazin welat xerabikin. Bi her awayî dixwaze her dezgeheke kurdî hebe nehêle, lewra li vir û wir dikeve bo astengan bixe pêşiya dezgehên kurdî û bi taybetî ew dezgehên ragihandinê ku karên dewleta Tirk yên qirêj ji civata navnetewî re diyar dikin. Ji bilî ku Hacker rêdike malper û toreyên internêtê yên kurdî, daxwaza daxistina Tv yên kurdî jî dike, ku li vir behsa RojTV ye.

Her careke ku daxwazeke weha ji hêla dewleta Toranî ve tê guhê min, peyva nivîsarekî kurd tê bîra min, dema di zindana Amedê de bû „ez behwer im ( Zeynulabidîn Zinar) bû“, ku li ser devê serdarekî tirk digot: „ xweska ji dêvla nivîsîn û axaftina peyveke kurdî 10 leşkerên me bihatana kuştin û ew nebuya“

Bi rastî, mirov seyr namîne ku dewleta Turk bi hemî şêweyên neşaristiyane dixwaze peyva kurdî vemirine û nehêl çirîsk û xewnên wê dilê me hênik û aram bike. Ji ber li dirêjiya dîrokê ev rêjîm li dijî kurdan û peyva kurd û Kurdistanê bû, li dij e û wê li dij be. Mirov dikare çi hêviyê ji wê dewletê û rêjîmên wê bike, ku hîn jî di wê behweriyê de ne û dibêjin“ Eger welatekî kurdan li başûrê efrîqa jî çêbibe, em dê li dij bin û baştirîn nimûne, dijbûna wan ji herêma Kurdistanê re. Kezebê dewlata toranî qetiyaye û xwe dighînin Europa û emerîka û Israêl, piştî têkiliyên wan di gel YDA têkçû, ku kurd dixwazin di bin guhê me de, dewleta xwe ava bikin. Tirs ketiye hinavê wan bi vir de û wir de dikevin.

Wek li destpêkê jî me nivîsî mirov seyr namîne, ku rêjîma Tirkiyê wê daxwaza girtina RojTV bikin, wek ku berî niha jî dikarîbûn Med û Mediya TV bigirin. Cihê sersurmanê ye, ku ev welatên ewropî, ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, azadiya derbirînê divê bê parastin,
dibin destekê dewleta toranî. Tirsa mirov ew e, ne Krîterên Kopenhagenê Turkiya biguherînê, belê berovajî Turkiya pîvanên Kopenhagen li dûv boçûn, behwerî û berjewendiyên xwe biguhurîne.

Ev erîşa li dijî RojTV ji hêla Turkiya ve, divê berpirsên RojTV sortir bike li ser pêşkêşkirina pirsa kurd bi şêweyekî xurtir û bikaribe kurdên xwedî bîr û behweriyên cuda amade bike û rê xweş bike û mirovên di zimanê kurdî jêhatî programan bi rê ve bibin.

Pirsa kurdî çi li bakurê Kurdistanê be û çi li cihên din be, ji qûnaxa metirsiyanê derketiye, belkî qûnaxa metirsiyana dewletên dagîrkerên Kurdistanê dest pê kiriye.

Ev karê Turkiya karekî li dijî hemî yasayên mafê mirovan û mafê azadiya ragihandinê ye û cihê nerehtiya dilê her kurdekî ye û pêdivî ye li ser hemî asteyan dewlta Turkiya bê reswakirin.


 




 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin