|
Mehmûd Badilî
Westiyam . . . .
çogê min pûç bûn
di bin vê valahiyê de
Qorê goran
li ser mijankên min
sema dikin
Valahî çavê min dadigire
çavê min valahiyê
di reşika xwe de vala dike
Pincarê hestê min dinale
li ser stirana
gorên bê kêl
pê re tenbûra
pêlên keserê
di çavên min de
şevbuhêrkan dimeyînin .
|