Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

29 September 2007 23:59

 

 

 

Hevpeyvîna bi Yousuf Ahmed Mantk

Amadekar: Siyamed Sîpan

"Dostê Kurdan tenê Kurdin"

Nivîskar û rojnamevanê kurd Yousuf Ahmed Mantk, ku niha li bajarê Elmanya Ludwigshafen am Rhein ê jiyan dike, di gelek rojnama û di gelek malper û sîteyan de jî gotar û nivîsên wî hatine wesandin, di derheqê xebat û projeyên xwe de bersiv da pirsên me.

• Birêz Yousuf Ahmed Mantk hûn dikarin hinekî xwe bidin nasîn?
Belê. Ez di sala 1966 de li basûrê Kurdîstanê li bajarê Hewlêr ji malbatek ku bi soranî diaxive ji dayik bûme. Di nava xwesî û nexwesiya bajarê Hewlêrê de mezin bûm, di 18 saliya xwe de ketim nava rêxistinên siyasî û ev rêxistin û komelên siyasî, wek mînak "Komele Rencderanî Kurdîstan" gelek derfet û mecal da min. Ji bo min perwerda min bû mîna medreseyekê. Pistî min di sala 1981 de besa aborî li Hewlêr xelas kir, min di destpêkê de dest bi karên Sano û Sanogeriyê kir. Min wê caxê gelek ji xwendina pirtûkan hez dikir, pirtûkên mîna helbest, destan, cîrok û hwd. Di wê demê de me fîlim ji zimanê biyanî diqeliband zimanê kurdî, min û grûbek hevalên xwe, ku di vê komelê de kar û xebat dikirin. Di serhildana 91 de min hewl de ku rolek û barekî posîtîv bigrim ser xwe. Di sala 1993 de me "Komele Hunerî Sebenk Nîna" saz kirin. Bi asta vê komelê me sahî, ahenk û ji bo rojên taybet yên mîna, "Roja Kedkarên Bindest", "Roja tekosîna Cîhanê", "Roja Jinên Kedkar" û hwd. amade dikir û li dar dixistin. Me di wira de Sanoyên ku me nivîsandibû di wê Komelê de pêskês dikir û li dar dixist. Me li kêleka rojên taybet, me festîval jî li dar dixistin ku ev jî gelek bala gelê me diksand.


• Hun dikarin sedemê derketina weya ji welat bi mere parve bikin? Gelo hun kînga û cima ji welat derketin?
Pistî salên 91ê û pistî wê her ku cû rewsa aborî li basûrê kurdîstanê xirab bû. Aborî bi yek gotinê têk cû û ji bo wê jî hikûmetê ambargo ango qirîs xiste ser Kurdîstanê. Ji aliyekî din serê birakujî yê cêbû. Rewsa gel gelekî xirab bû û jana wan gelekî zêde bû. Ciwanên me ji necariya aboriyê ya ji bo YNK yajî ji bo KDP ser dikirin. Aborî jî her ku dicû xirabtir dibû, her tist biha dibû. Azadiya Ramanê dihate bin pê kirin, mirova nikarîbû fikirên xwe bi awayekî azad bîne ziman. Ew jî necar diman, dicin ser dikirin û dihatin kustin. Ser hewiha bi xwere tistên xirab jî tanî, wek mîna bêbawerî, bircîtî, dizî û hwd. tanî, ku ev ji rê li ber dil tengiyê vedikir. Ev jî dibû sedem ku gelek malbat ji welat derbikevin û koc bikin. Ez jî yek ji wan kesên ku necar man ji welat derkevin. Di sala 96 de berî komkûjiya li Hewlêr. Ev xwînrijiyek mezin, bi taybetî li Hewlêr li bajarê min hinekî di ez xemgîn kirim û bu sedemê derketina min. Bi vê komkujiya li ser gerilayê PKK Hewlêr bajarê min bû gola xwînê û careke din birakûjiyê û careke din xiyanetê rûyê xwe yî gemarî, wek di dîroka gelê kurd de gelek caran xwe rê me daye, carek din rûyê xwe sanî me da. Bi vê komkujiya li ser gerilayê PKK, hikûmeta ku newêribû biketa bajêr bi destê kurdan, bi destê birakûjiyê kete Kurdîstanê. Bi alîkariya kurdan vegeriya Kurdîstanê û careke din Kurdîstan brîndar bû û bi sedan ciwanên Kurd bûne qûrbanê wê.
Ji dema ku ji welat derketime, li Elmanya li bajarê Ludwigshafen am Rhein ê jiyan dikim. Ez zewicîme û xwedî 2 zarokanim, ku navê wan Rêwaz û Rêgez e. Zaroka mina sê ye mîn ku di rêdeye navê wê Rojîn e.


• Birêz Mantk hezkirina we ya ji bo nivîsandinê cawa destpê kir, gelo di bin bandora kê de man?
Di bîra min de tê yekem pirtûka min di sala 1981 de kirî ya bi navê "Dîwanî Sahrî Welîddewanê û Sem", destana evîndariyek ku li serdora Silêmaniya hatiye jiyan kirin. Ev pirtûk gelek bala min kisand û min gelekî jê hezkir û wusa hêdî hêdî min pirtûk kirî û min xwend. Pistî min amadekariya dibistanê xelas kir, pistî ku ez ketim nava lib û xebatên siyasî min nivisên qurt û sano nivîsand.
Di wan salan de berî serhildanê azadiya ramanê tûnebû, pistî serhildanê jî mirov nikarîbû bigota ku ji sedî sed cêbuye, lê di wê demê de gelek tist qedexe bû. Tistên wêjeyî gelek bala min diksand û min gelekî jê hezdikir. Li welat jiyan roj bi roj zahmetir dibû, ji bo partiya bastir dibû lê ji bo gel xirabtir dibû, gel bêjar dibû û pirsgrêkên civakê zêde bûn û lewra ev bandorek mezin li ser min û sedema nivîsandina min kir.
Pistî salên 1991, pistî serhildanê ku hinekî azadî hate bi dest xistin min dil xwest ku nivîsên xwe kom bikim û zêde bikim.
Pistî ku derketim Ewrupa dema min zêde bû.Pesketinên li ewrupa derfetên nivîsandinê li min zêde ki û gelek mecal da min û lewra min jî berdewam kir.
Li ewrupa hemû sert û mercên ku mirov dikare biafirîne heye. Ezê ji bo welatê xwe binivîsînim heta ku kerwanê jiyana me kurda jî bigêje mîna jiyana ewrupa ya pêsketî. Wek mînak li welat ez dibînim ku zarokên me li kuca li ser cahdan e û nacin naxwînin. Lê li ewrupa mirov dikare bixwîne, dewlet derfet û alîkariyan dide mere.


• Gelo hun dikarin hinekî xebatên xwe bi xwendevanên mere parve bikin?
Yekem pirtûka mina bi navê "Bedirxaniyekan, Malbatekî Xebatkar" di sala 2005 de li bajarê Hewlêr hate capkirin. Naveroka pirtûkê li ser jiyana Bedirxaniyan, li ser jiyana wanî kocberiyê ye. Wek ku tê zanîn di dîrokê de Rojnamevaniya Kurd bi malabta Bedirxaniyan ve destpê kiriye. Di vê pirtûkê de ez bahsa dîroka rojnamevaniya kurd û bandora û hebûna malbata Bedirxaniyan dikim. Min di pirtûkê de herwiha bahsa jiyana wanî li sûrgûnê û têkiliyên wan bi bi miletan re û kar û xebatên wan. Malbata Bedirxaniya ji bo netewa Kurd gelek xizmetên mezin dane û ji lewra ji malbatên din cûdatirin, taybetmendiyek xwe hene. Endamên malbata Bedirxaniyan wek Mîkdat Mîthat Bedirxan, Evdirahman Bedirxan, Rewsen Bedirxan, Evdilrezak Bedirxan, Celadet Bedirxan, Mehmet Saleh Bedirxan û Sureya Bedirxan, min hewl daye ku wêneyên wan di pirtûka xwe de binivîsim. Min bi taybetî li ser kar û xebatên wan nivîsandiye. Malbata Bedirxaniyan bi rastî jî, ji bo netewa kurd, ji bo zimanê kurd, ji bo rojnamegeriya kurd mîna malbata ku rêbertî kiriye tê nasîn.

Wekî din pirtûkên minî ku niha li benda capêne "Xelata Nobelê ji bo Asîtiyê û ji bo Wêje (ku ewê ji du besa were capkirin).
Herwiha di rojnameya Hewler Post, Kurdistan-Report, Mangename Bedirxan, di gelek malper û di gelek sîteyan de nivîs û gotarên min tê wesandin.


• Dema mirov wêjeyên cîhanê tîne hemberî ya kurd, cûdahiyên di navbera wan de cine gelo? Hun dikarin hest û ramanên xwe bi mere parve bikin?
Niha Kurdîstan bi xwe baxceyekî pir mezin û ji bo nivîsandinê gelek rê li pêsiya mirova vedike. Li Kurdîstanê gelek capemenî pêsde dikeve. Gelek rojname, kovar, pirtûk, roman û hwd. derdikeve û tê wesandin. Lê li gora fikra min ew tistê ku mirova brîndar dike, di van pirtûkan de nayê dîtin. Ew wêneyê civaka bêzar mirov nikare di pirtûkên ku niha tê wesandin de bivîne. Bi xwe xwendevan gelekî kêmin, û tistên ku bala xwendevana diksîne jî ez dikarim bêjim ku kêm e. Niha wek mînak li basûrê Kurdîstan kesên ku di rêveberiya kurdîstanê de cîh digrin ne kesên ku xwedî xwendinek dirêj û ne jî ronakbîr. Lê di rêveberiya partiyên siyasî de cîh digrin. Li aliyê din jî bi dehan ronakbîr û zanayên me betalin. Li gora min dibê kesên ronakbîr, nivîskar û zanyar rêveberiyê ji gel re bike, dibê di sîstema hikûmetê de rolek mezin bilîzin. Lê belê mixabin dewlet û rêveberiya heremê û li kesên wusa guhdarî nake. Nahêlin dengê xwe bilind bikin. Nahêlin ku ronakbîrên me pêsengiyê ji gel re bike.


• Hûn dikarin niha bahsa rewsa li basûrê Kurdîstanê bikin. Dibê ci were guhertin li gora nêrînên we?
Heger ez niha bêjim ku azadî li basûrê Kurdîstanê heye, ezê derewa bikim. Li ser azadiya gotinê, azadiya ramanê astengiyên mezin hene. Em hîna jî dibînin ku heta niha zagonên ku maf û xebatên capemeniyê, zagonên azadiya ramanê hîna jî nehatiye misogerkirin. Ne pistgirî ji bo rojnamevana û ne jî ji bo nivîskaran heye. Herwiha bi dehan rojname û bi dehan radyo tên girtin. Hîna jî kesên ku ramanên xwe vekirî dibêje tên bincavkirin û heta ku dice iskencê û girtinê. Ev hemû astengiyên ku li hemberî nivîsandinê, li hemberî demokrasiyê ye. Kesên desthilatdar dixwazin ku rojnamevan û nivîskar xizmetê ji wan re bike, ne ji bo wêjeya kurd, ne ji bo canda kurd. Ji bo wê jî kesên ronakbîr nikarin dengê gel derbixin. Ji bo ku bi temamî azadî tuneye, gelê me bi sedan bi rojan li kolanane û ji bo zagonên ku mafên wanî bingehîn misorgerdikin calakiyan pêk tîne û xwe pêsandana dikin. Li welatekî ji ber van sedemên jimartî mirov dikare gelo bahsa azadî û demokrasiyê bike?
Ji aliyê din jî rewsa aborî jî gelek xirabe. Zikê bircî li demokrasiyê napirse, ji ber ku li kar û nan û avê û cahdan û pakbûna bajêr dipirse. Eger desthilatdar û reveberiya heremê nikaribe van tistan bide milet ewê demokrasî û azadiyê bide milet?


• Belê Birêz Yousuf Mantk, li gora we Zimanê Kurdî di kîjan astê deye. Li gora ramanên we dibê ci were kirin?
Ziman tenê dikare pêsde bikeve ku di nava kurdan de zimanekî standard cêbive. Lê ji ber ku li perceyan bi tîpên latînî û li perceyan jî bi tîpên erebî tên nivîsandin, ev nagêje ku mirov bikaribe bi xizmet û pêsketin bi lêv bike. Kînga Kurdîstan di dîrokê de hatiye talan kirin û dagirkerin tistê yekem ku kirine ew kesên ku dinivîsand, ku bi zimanê kurdî dizanîbû, ew kesên ronakbîr kustine û wan tune kirine. Bi vî awayî hewl daye ku rastiya canda kurd û hebûna wê ji holê rake û li dewsa wê jî ziman, tîp û canda xwe bi awayekî zorê li ser gelê kurd ferz bike. Bi sedan dîwanên ku bi kurdî hatiye nivîsandin hebûn, bi dehan pirtûk hebûn lê hemû ji aliyê dagirkerên ku kurdîstan talan kirine hate sewitandin. Osmaniyan jî û Farsan jî ev tist pêk aniye. Ronakbîr û mirovên ku ji bo zimanê kurdî û netewa kurd xizmet dikirin, yên wek Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan û Evdirahman Bedirxan û hwd. necar mane ku li surgûnê jiyana biyanîbûnê bijîn. Wan kesan ji bo ziman û alfaba kurdî gelek xebatên pîroz kirine, gelek xebat ji bo zimanekî standard kirine.
Pêwîste em gelê kurd, vê ji bîr neke. Dibê em gelê kurd yên hemû perceyan dest bidin hev û kar û xebatên ku dikeve ser milên me bike, bi taybetî jî ronakbîrên me ji bo ku zimanek di nava kurdan de bive stand, ji bo ku alfabeyek di nava kurdan de bive standard. Xebatên ziman dibê ji bo me bive karê herî girîng û karê yekem. Dibê ji niha de projeyên wusa bêne amadekirin û dema ku di pêserojê de dewletek ku her car perceyan dixe bin banê xwe mirov dikare van projeyan pêk bîne. Lê dibê em ji niha de kar û xebatên dikeve ser milên me pêk bîne. Dibê alfabeyek taybet ji bo kurda hebe. Dibê bi zanyar û rewsenbîr û ronakbîran re bên axaftin bê kîjan alfabe ewê zêdetir xizmetê ji bo netew û canda kurd bike.


• Gelê kurd dikare cawa bi bandora rewsenbîr û ronakbîran bigêje van armancên netewî?
Dibê tecrûbeyên soresê cîhanê û bi taybetî tecrûbeyên tekosîn û soresên gelê kurd dibê ji me kurda re bive dibistan, bive medrese. Dibê em li wira dersên xwe bigrin û bigêjin girîngiya hevgirtina netewî. Dibê em dîroka xwe bas bixwîne. Dema mirov rûpelên dîrokê vedikin bi serm mirov dibîne ku kurdan gelekî xizmet ji dijmanan re kiriye, birakujî û xiyanetî gelek di nava kurdan de cêbûye. Ji bo berjewendiyê cend kesan netewa kurd, berjewendiyên netewî hatine qurbankirin. Dema gelê kurd hisyar be, zana be, bi destê hev bigre, ji hev bawer bike wê demê ci bive bira bive gelê kurdê bigêje armanca xwe û ewê bi ser bikeve. Dibê kes baweriya xwe bi dewletên din nînin, kes ji bo dewletên cîran xizmetê nekin, dibê em baweriyê bi xwe bîne û bi gelê xwe bîne. Ji ber ku dostê kurd tenê kurd e. Sultanên Osmaniya, Rus di komara Mihabad de, heta ku berjewendiyê wan di kurdan de hebe û di axa wan de hebe, hewl didin ku wan bi kar bîne û bivin heval lê dema karên wan xelas dibe, li ser pistê dihêle kurdan. Ji bo wê tenê tenê dostê kurda kurdin. Ev sifata dewletên desthilatdarin. Bira em kurdin yekbin, em dikarin bi her dewletan re peymanan pêk bîne û mohr bikin lê dibê hemû tenê ji bo netewa kurd, ji bo berjewendiyê gelê kurd be. Dewletên derdora kurd tii car dostê wan nîne û nabin dostê wan. Bi navê dîn û biratiyê kurda dixebitîne û dixapîne. Lê gava pirsa netewa kurda serbixwe dibe, dîn û biratî ji bîr dikin û kurdan di rojên res de derbas dikin.


• Em li ser navê Rojnama Yeni Özgür Polîtika gelek spas dikin, ku ev derfet da me û we hest û ramanên xwe bi mere parve kirin.
Ez jî gelek spasiya te û spasiya rojnama Yeni Özgür Polîkta dikim, ji ber ku gelek xizmet ji bo gelê kurd û tekosîna azadiya gelê kurd dike. Ji ber ku gelek pêwîste ku gelê kurd hisyar be hisyar be hisyar be û di wî warî de jî rojnama Yeni Özgür Polîtika rolek mezin dilîze û cardin zor spas, di xebatên wan de serkeftinê dixwazim.






siyamed@hotmail.com 


 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1