Û em dikenîn û şewat di êvarên deryayî de li
pişt me diman, wê şevê avahiyên ji remilê me
rûxandin û pîroziya hezkirinê me li
asîmanekî ji hêviyan şîn reşand, wê şevê
sînorên sîngê te dibûne qiyameta maçên min,
bê hijmar ji xew radibûn peşikên barana
Kevin û li ser pora teya şevînî re di
şemitîn.
Em jîna vîna vê axa beravêtîne, dilê me li
wir, xwîna me li vir… navê me li wir, kenê
me li vir.
Ma me çend xwezî hene ku em vê bêrîkirinê di
nava xwe de bikujin, wê deriyayê îşev ji xew
şiyarike rica dikim wê ji xew şiyarike û
pêlên wê şona min maçke…wan kevira..wan
zuxira.. we remilê di nava pora xwe de bi
bisikên xwe biguvêşe û bi ava wan têhina
dilê min bişkîne.. êdî dilê min dibê tixûbek
ji remilê û dilê te lê şîn dihê.
Şevên çûy, şerê sîngên ji berfê û çavên bi
terma xweda ve daliqiyayî bûn û Ariyanên
dengvedana şeveka agirîn bûn di bêdengiya
şerê hezkirina maran de.
Hîna te xatir ne xwestî min bêriya te dikir,
hîna te hêsira xwe paqij nekirî min dilê xwe
li sêdarê da û çavê wî kor kirin û navê te
di çentê seferê de parçên asiqê ji wan şeva
kom dikir û diyarî lêvên min dikir… hîna
bêriya wan kêliyan dikim