Vaye
zincîrên şevê şikestin
Qels in
Roj û mehên vî welatî
Henase û lêdan
Şev çirayên ronahiyê
Me qest in
*
Razin
Mişte raz
Bi rewneqa bayê sibê re
Hestin
*
Neçe ti deveran
Dever berbi te ve tên
Rê û rêçik
Deşt û newal
Şar û bajar
Di kûzên me de
Di mest in
*
Razin
Çiya
Berf
Kuç û kolan
Giya û lawir
Mirov û derya
Bi qedera Xwedê ve
Di best in
*
Lê!
Xerîbî
Tenahî
Laşê canê me
Di geztin
*
De werin!
Welat digirî
Zarokên wî
Xwîna giyan
Dixwestin!
* * *
Hewlêr 27/9/2007