Şiira min jî çavlêkirina
aloziya ye
Diwaniyeke berboye min..
Şiira min jî çavlêkirina diwayiyê ye
Ez ê xerîb im ji paşerojê û xewna bihêt“ 1.
Çi alozî ne, yên Arif Hîto di xewnên xwe de,
himbêz dike? Çi çiya ne, yên daxwaza „gul û
tivingê dikin“? çi hawar in? Çi girayn in?
Kî zarok in? Çi nûçe ne, yên guhên Arif î ji
Radiyoyê venakin? An jî efsanekirina
jiyaneke mişt „mirovên wek mişkan in, li
qolaçkan dijî“?
Girnijîna bîtanoka û cadeyên vala“ ne?.
Di vê xirecirê de, helbestvanê pirtûka
Payîza çiyan,
çi maçan, çi welatan, çi dewletan, ji
zivistan, buhar, havîn û payîzên şeran
divêt?
Erê Nabo, Mardox, çima roniyê li dadgeha
Hamorabî hildigirin?
Erê şêx Ebros, dê çi li peyvên tirfayê di
helbesta Arifî de û dewleta Qoçanî de,,
bike?!
Tanatos li her devereke Erotîkî, li çî xwe
digere? An jî li Ankîdo, hîn kela dilê wan
jinan piştî heft roj û heft şevan
nekewandiye û hînik nekiriye?
Dê mamosteyê erdnîgariyê, çi ji peyvên sor,
li ser nexşeya xwe bike?
Erê Arifî bo çi em gihandin çemê Dicle? Çi
li paş wî rûbarî heye? Çi çîrok, çi dîrok
hene, ko hîne diyar nebûne!? Çi susret
hatine serê vî rûbarî? Kî hatiye, kî çûye û
çi bîrhatineke adarane ye dergehê hizra Arif
Hîtoyî diqute?
Di pirtûka Arif Hîto de, ya bi navê Payîza
çiyay, ko di sala 2004an, li çapxaneya
Hawar, bi helîkariya yekîtiya nivîskarên
kurd- Duhok, hatibû çapkirin, em pêrgî pirr
pirsên vekirî tên, yên bîra me vedigerîne,
şoreşên deverê, serîhildana 1991, êşên
civakê, wêneyên xemnak û evînên azarkêş,
bihreya nivîskarên herêmê. Me vedigerîne
efsane û metolojiya Mezopotamiyayê. Lehengên
legend û efsaneyan, ji dema wan, ya mijê,
dadixe asîmanê Duhok, li Kurdistanê,…
“Li roja êkê:/ Xuin bi tîrojkên rojê gerim
bû..rehend girnijî
Li roja diwê: / Işqê xo di Taristana çavê
reş de nivand.. heyv girnijî
Li roja siyê: / Hizran xo di fezayê freh
werkir û.. felek girnijî
Li roja care: / Karwanê li hev bûne reşe û
rê berze kir..,stira subehê girnijî
Li roja pence: / Çavên şebeqê yê baranê bi
erdî ve man û..,giya girnijî
Li roja şeşê: / Şehîdan agirê newrozê
helkir.., omêd girnijî
Li roja heftê: / Zarokan di peregeha êzîda
ve, bixûr sotin “ 2
Em wer in navnîşana pirtûkê-Payîza çiyay-.
Di rîtima herdû peyvan de, û di wateya wan
de ji hev bixin û hermeneutîka wan binerin:
Payîz
Belgweşiyan/ Êş / Rev / çandin / matayîn /
dudilî / mirin / bîranîn
Çiya
Parastin / hêz / asoyên vekirî / çeng û
qehremanî / evîn / xewin / azadî /
lixwemukurhatin/ çavdêrî / xebat bo welatî /
Efsane û çîrok/ berxwedan.
Navnîşan, nîşana pênasîn û bi çarçevkirina
deqî ye. Di pir caran de, navnîşan, kilîta
dergehê deqê asê ye, wî ji tariyê derbasî
ronahiyê dike, hebûna wî diçespîne û caran
dibe nasnameya deq (pirtûk) jî.
Lihevrasthatina bi navnîşana pirtûka Arifî
re ( Payîza çiya), para mezin ji mijar û
atmosfêra helbestên wî bo me ronî dike. Ji
hêla mijaran ve, xwêner çu astengan nabîne,
lê çawa Arif ew mijar û babet û bi çi zimanî
vehûnane, êdî pêdivî bi têgehiştineke ji
hêla Metolojiya, dîrok, ziman, lîtertûra
cîhan û nasîna herêmê, ji nav û nîşan, tîtal
û simbolên herêmê heye.
Pirtûka Payîza çiyayî, wan xalên, ko
watedariya simbolîk ya Peyva payîz û peyva
çiya bi xwe ve digire.
Êdî her peyvek dibe symbol û pêdivî bi
background ya wê heye. Bi tenê em berê xwe
bidin navûnîşanên deqên pirtûkê, dê wan
xalên li jor hatîn nivîsîn bibînin û
bêdudilî biçespînin.
Payîz….welatê min belgxezame bi wexerê ve/
çiya ….Eşq doman e û xewn û befir/
Belatînk/Ez û hewê / Hesûdî (Daxisî)/şiir
girnijî /Hinar.
Arif bizav kiriye, di helbesta xwe ya yekem
de , di vê berhevokê de, sîmayê xîtaba xwe
ya helbestane bo xwêneran diyar û eşkere
bike. Ji hêla forma axaftinê ve, berê xwe
daye xwêner û bi daxwaziya xwe, xwêner
têkilî prosesa dahênanê û avakirina beşê
nebeşdar ji deqî kiriye. Bi vî şêweyî, hişê
xwêner êxistiye bin ezmûneyekê û
Apîstomolojiya wî bêjing dike.
Gulê bide min, bêhna te jê bihêt
Yan Tifingekê û bêhna axê
Evro êvarî zûyî dada û bayek tezî ruyê min
digest
Hawarên asmanî
Hilweşiyana zeviya
Girya zaroka..“ 3
Arif î dest bi pênasîna axaftina (Xîtab) xwe
ya cuda kiriye û zanava xwe bi dest xwe ve
înaye.
Di wan rêzikan de, sîstema hebûna nijyariya
xîtaba xwe ya cuda destnîşan û tomar kiriye.
Li vir kiryara nivîsînê ya subjektîv
destnîşan kiriye û berê xwêner berbi mijar û
babeta xwe ve biriye. Li vir Arif î
xwêner(Ez) mendehoş kiriye. Ne tenê wisa,
belkî xwêner agahdar kiriye, ko va dê
buyerek diqewime, nexasime, ko navnîşana
pirtûkê, dergehê buyerê vekiriye, bi kêmanî
nîşanekê didite xwênerî, ko dê tiştek,
buyerek, susretk, bobelatek, nexweşiyek,
desteserkirinek ji hêla dijminî ve, bi ser
axê de bêt, lewra dixwaze, ji bêhna axa xwe
têr bibe, berahîka dagîr bibe. Li vir diyar
dibe, ko helbestvan gelek serpêhatiyên bi wî
rengî dîtine, an jî bihîstine. Ne tenê weha,
ji ber ko dê çarnûsa wî, piştî qewimîna
buyerê, nediyar be. Ew dixwaze berxwedanê
bike.
Ev ji hêla xwendina pêşî ve, xwêner ber bi
rewşenbîriya xwe ve dibe û xîtaba xwe ya
nivîskarekî liberxwedayî vedihûne. Di vê
rewşê de, çu rê li pêşiya nivîsînê namîne,
ji bilî ko sembolên babet û mijara xwe
biafirîne. Ev deqê edebî yên em li hemberî
xwe dibînin, deqekî par û parçe û vekiriye.
Ji ber wisa jî, jihevweşana nijyara deqî,
biyavên fereh, belavbûyî li ber xwêner
vedike, li ber ravkirin û têgehiştinên cuda
cuda vedike.
Ev xaçerêka di navbera herdû sembolên jor,
bêhna axê ( welat) û tifingê (berxwedan),
kiryar in bi dînamîkiyeteke watedarî û bi
hêz peyda dibe.
„ ji bo Destnîşankirina boşahiyeke( Sphäre=
Feza), ko sîmiyolojeyeke hermeneutîkî
dikaribe tê bigere, kar dike“4.
Dema xwêner pêrgî fermaneke weha dibe, ko
mîna hêviyekê jî bête têgehîştin, di rastiyê
de, mesaja nivîskarî ye, hayedariyek e, rêga
armancekê ye, realîteyê bi sembol û şîfre
dike. Çi bo xwêner diyar dibe? Arif dixwaze
guherankariyekê têxe jiyana hevwelatiyan,
wan ji pileya tirsê û agahdariyê bibe pileya
rahijtina tifingê, destneberdana ji xakê,
berhingariyê. Lewra, xwêner di malikên bi
şûn de dibîne, ko fermanan, bi şêweyê hêvî û
daxwazan dibêje:
„ Maçekê bide min bêhna axê jê bihêt
Yan peleke agirî
Şevreşa warê me ronîket“ 5.
Baudelaire dibêje “ Eger em bixwazin derbasî
giyanê helbestvanî bibin, pêdiviye, em, li
wan peyvan bigerin, yên di nivîsê de
gelekbare dibin. Ev peyv, dê bo me bibin
kilît, ji bo şirovekirina deqî û dê
bizanibin, ka helbestvan bi çi hizir û
ramanan ve berbest bûye”6
Eger bi awirdanekê dihnê xwe bidin deqê Arif
yê bi navê “Payîz….welatê min belgxezame bi
wexerê ve”, wek nimûne, dê çend peyvên
sereke bibînin, ko dikevin xizmeta hizir û
mijara deqî de
7. Ax =
6. welat/ 1.toz/ 1.aqar/ 1.kevir/ 3.dewlet/
3.çiya/ 1.xulî/ 1.Dicle/ 1.Mûsil/ 1.meydana
şer
20. Şer=
2.tifing/ 4. Birîn/ 1.şehîd/ 1.pêşmerge /
1.şemşîr / 1.Abûzer Alxefarî
5.Işq=
2. evîn / 1.hez/ 1.şeyda/ 1.işqa mazoşî/
2.maç
Ev deqê helbestî “Payîz….welatê min
belgxezame bi wexerê ve”, van hersê peyvan
dike nijyarên biçûk yên helbesta xwe û
hevok, lêkdan, wêne û fenteziyên xîtabqa xwe
ya helbestiyane û carnan ya efsaneyane
pêktîne. Li derdora wan nijiyaran, hûrîniyên
din bo alîkariyê ji wan nijyaran re peyda
dike, ko em dikarin wek xwêner bibêjin, ew
kilît û çirîsk in, yên bo me deqê Arifî ronî
dikin. Bo nimûne, nasname, Stirana Azadiyê,
Êlûn, şêx Abulselamê Barzanî. Ji bilî
pêşmergeyê birîndar yên bi qêrîna xwe dîwar
diherifîne.
Guman bo min wek xwêner nîne, ko ev deq, li
derdora rewşa kurdan, astengên hatî pêşberî
wan, li dirêjiya dîrokê, xiyaneta li wan
hatî, hem ji hêla dagîrkerên kurdan ve, yên
berjewendiyên wan di welatê kurdan de heye,
ve û hem jî di nêv kurdan xwe bi xwe de.
Lewra, em dixwênin, ko xwe carcaran disperse
Mihsin Qoçan, yê bi helbesta bi navê Dewlet
gotî ye. Arif weha dibêje:
“Cendek rêz bi rêz li ser kaxezên Muhsin
Qoçan
Semayê dikin û işqeke mazoşî
Bo welatê weku zevya di herdû çavên min de
kolayî..
Dibîte seyran
…
Muhsin Qoçan .. têk hele ye
Ji yaxîbûnê û işqek har û peyvên ciwan
Sêgoşe ye.. ji jengên ter
Ji gulên zer
Ji dewletek azad û xweser.“ 7.
Em bi tenê, çavê xwe bidin wan her sê
nijyaran, dê bibînin, ax, axa welatî ye û
axîn jî her bo wî welatî ye. Şer ji bo wê
xakê, qurbanî ji bo xakê ne, serkirdeyên
şoreşan, mîn wî bi nav kirî şêx Abdulselamê
Barzanî bû şehîd û qurbanê wê xakê, şoreşa
Êlûnê bo vê xakê û vî welatî bû.
Ev işqa Arif dilerizîne, işq û evîna welatî
ye, nihêl, çiya, deşt, zinar û hevrazên wî
welatî ne, ko Arif bi welatê Evînê bi nav
dike.
Serencama wê ew e, ko nijyara mezin
(structure) welat e û yên din nijyarên biçûk
in.
Welat
Evîna welêt
şer ji bo welat
Pêşmerge Birîndar Dîrok û lehengên wê (Şêx
A.S. Barzanî)
Dema em bi hûrbînî li vê tabloyê binerin, dê
bizanibin bo çi Arif xwe spartiye dîrokê û
bo çi hevok, wêne û hevoksaziya wî, ji
çarçewa realîzimê derneçûye. Di gel wê jî,
lerzên helbestî bilind û nizim dibin, mîna
kurpîna dilî û di gel biyav û asoyên peyvê,
hermoniyeke zimanevanî li dar dixe û li gor
xwe û babeta xwe, bi erkên ciwaniyê radibe,
mîna pêlên Dicle, hest, nest, hizir, raman,
dîrok, çîrok, efsane, diyarde, xewin, baran,
û qelaçên deverê, rîtima melodiya işqeke
hemdemî, hevçerx û nûxwaz vedihûnin.
Arif di Payîza çiyan de, amurên xwe yên
helbestiyane, bi gelek şêweyan bi kar anîne,
carcaran, zemîn ji xwêner re amade, dike, lê
berahîka xwêner, bi xwe xwe amade bike, bi
buyerekê, di demeke kurt de, wî mendehoş
dike û di dergehekî tirsê, an xweşiyê re wî
têkelî prosesa nivîsînê dike. Wek nimûne bo
vê çendê, di deqê 2an de, yê bi navê
„çiya..işq duman e û xewn befir“- ji xwe
navnîşana pirtûkê ji herdû peyvên pêşîn yên
deqê yekê û diwan wergirtiye-:
“ çibkên baranek nerim û tena
ruyê pencera min diquta
Ez ê mijûl bi nivîsîna namekê ve…,
Işq jê bibarêt
Gulleyek sarbûyî kefte ser berperê êkê û,
min xewnên xwe yên burî dane destê bayî
Peyvên nûtirkî ji nameya min ya işqawî
werhan û
Bûne gulwazek nêrgizan
Ji bo berçema buhereke nû girnijîn
Lê…
Ewrên drewîn baran nebarand
Bilbilên xemgîn strana keyfê nexwend
Bişkuj venebûn
Soz xewar bûn
Hemi tiştên min wek xwe man” 8.
Li vir, diyar dibe helbestvan dest bi
rîtmeke hêmin û hêdî dike, atmosfêreke
romansî bo xwe çi dike, ji ber dixwaze
nameyeke evînê binivîse, lê dema gulle
derbas dibe, her tişt tête guhertin û buyer,
rewşê ber bi jêr de, wate bi nexweşiyê de
dibe. Li vir postera helbestvanê ferensî
Jaques Prévert tête hizra me, ko pencera wî
vekiriye ye, çûk derbas dibe û tête kuştin,
êdî hertişt tête guhertin“ Pencere vekiriye/
derve xweş e/ çûk derbas dibe/ 1+ 1 dibin 2/
2+2 dibin 4/ 4+4 dibin çûk tête kuştin/
êdî../ 1+1 nema 2/ 2+2 nema 4/ 4+4 nema 8“
Agahiya yekem bo nivîskarê nameyê baran rûyê
pencerê diquta.Ew qutan gava yekem ji
hayedariyê bû. Buyera ew ji mijûliya
nivîsînê ve, hişiyar kir, gulleya li ser
berpera yekem ketî bû. Li vir têkçûnê dest
pê kir û hemî xewin hatine guhertin.
Ev hevdeqiya (Intertextulity) di nêvbera
helbesta Jaque Briviere, ne ji wê hatiye, ko
Arif ew xwendiye, an jî xwestiye weha mîna
Prévert binivîse. Ev bêguman ji serpêhatiya
wî ye û tesaduf e, ko avahiya vê kopeleyê û
helbestvanê ferensî mîna hev hatine.
Huneriya nivîsê ew e, ya ko nivîskar, ji
hemî şêweyên hunerê sûde û havil werbigirê,
wan bi kar bîne, bêy ko ziyanê bighîne
şêweyê zayendê nivîsana xwe. Di Pirtûka
Payîza çiyayî de, Arif Hîto, carcaran, kurt,
kin û puxt nivîsiye, di cihên din de, bi
şêweyê vegêrana buyeran, li biyavên din, bi
çîrokbêjî dest bi deqê xwe yê helbestî
kiriye. Destpêkirina bi çîrokbêjiyê di
avakirina helbestê de, xaleke rakêş e. Wek
li jor jî, hatî nivîsîn, bi karanîna vî
şêweyî li gor xwendina min, çu ziyan
negihandiye ruhê helbestê, belkî berovajî
wê, helbest bi hêz kiriye, helbest biriye,
ber bi asoyên demên buhurî ve, û demên
buhurî bi lehengên wê ve, di gel xwe anîne
qada vê dema ko helbestvan tê de dijî û
ciwaniya kevin û nû têkel bûye, simfoniyeke
çiyayî, di şevên payîzan de aniye dîlan,
govend û semayê.
„ Kevin kevin..li dêr zeman
Li bajêrekî agir pêve û..mirin û viyan
Keçek hebû“ 9.
Hebû ..nebû
Li rojeke weke evro
Torîneke nazik hebû.. digotinê Hinar
Hêvî bi kezîviyê ve dibûn rûbar
Di nav rengên gulîstaneke buharî de
Yarî dikirin çep û rast” 10
Arif dixwaze bi vî şêweyê çîrokbêjiyê,
buyerekê destnîşan bike û ji encama buyera
çîrokê wek waneyekê bide xwêner. Li vir
gelek caran, ew nakokiya di navbera
ezezî(narsîzim), xwedîtin û şîretkirinê, deq
ber bi sadebûnê ve dibe û ji bo wê sarbûnê
bikuje, bizavê dike, ko rîtmeke derve, an jî
mîna kurte-helbesteke bi kêşe peyda bike:
“ Eve eniya min..keske bimaçîkirina/şemalkê
ve
Eve dilê min…bergê sipî ye di xilwê ve
Eve destê min.. yê gurrî bîyî bi paqijiyê ve
Eve gava min.. ya pêtî bûyî bi çikiyî ve..”.
Misteka axa gerim û xuhdayî“ 11
Xaleke giring, di vê xwendinê dixwazim
destnîşan bikim, ko helbestvan, bêdudilî,
xwestiye tabloyên xewnên xwe, rengîn bike,
herweha bi mebest, têkilkirinek êxistiye di
nav rola guhî de, ko kopleyên kêşsaz in û
rola çavî de, ko pexşaneya helbestî ye, vêca
çi bi şêweyê çîrokbêjiyê, flaşê, matmayîn û
mendehoşiyê be, yan her şêweyekî din be.
Pirdengî û pirahengî, sîmayên vê berhevôkê
ne û bi taybetî ew efsankirina leheng û
buyeran, ko hêzek dane helbestan. Di gel
girî, girnijîn e. Di gel çiya, nihêl e. Di
gel rondikan robar û Dicle yariya dikin. Di
gel xemê, mey bi Remezan Îsa serxweş dibe.
Hêdî hêdî nehênî bi tiblên helbestvanê xwedê
jêrazî, Selman Kovilî re bi girnijînekê
wexer dikin û..
…
Serencam:
Payîza çiyayî ya ji heftê rûpelî ji destê 14
x 21, bi bergekî û layoutek û rengên axê û
çiyan yên ciwan, hêjayî, ne xwendinekê belkî
gelek xwendina ye, ta ko xwêner mafê wê
bidiyê û di gel prosesa dahênanê beşdar
bibe.
Tyabetmendiya van deqan, ew e, ko helbest
ber bi afesanekirinê ve birine, belkî xwêner
mecbûr dike, da biçe perestgehên, êzdiyan,
bexçe û gulîstanên Babel û bibe mêvanê
Hemorabî û pirsan li ser dadmendiya îro
pêdivî jê bipirse. Ev pirtûk xwêner mecbûrî
hilkişandina wan çiyan dike, ew yên dastan û
efsane û qehremanên wan damezirandine,
xwêner pêdivî cegerdariya Trîfa Doskî dike,
pêdivî rahijtina destmalan dike, pê sere
govendan bigire û pey re biçe rondikên herdû
çavên Muhsin Qoçanî, yên li ser dewleteke
azad û serbixwe digrîn, vemale û pêdivî…û…û…
Li dumahîkê, berahîka vê xwendinê bi dawî
bînim, dixwazim, di guhê birayê xwe Arif de,
pistepistekê bikim û bibêjim “ xwênerno
nexwênin, pirtûkê peyda bikin û bixwênin”
1. Pêdivî bi dehmen nebû, çimkî, ew erkê
xwêner e, li sembolan bigere, ji bilî ko ev
sembolên di pirtûkê de, yê deverê ne. Ji
hêleke din ve dikare mîn biçûkirina xwêner
bête dîtin.
2. Dil diviya ziman, çarçewa behdîna
çirandibaye û sinor bibezandaya.
3. Guman tê de nîne, ko ev deq, mişt ji
wêneyan bûn, lê wêne sade bûn, ne lêkdayî.
Sedema wê jî şêweyê nivîsînê, têkelkirina
çîrok, bîranîn, efsane, behî-helbest in, lê
dîsan wêneyên lêkdayî, wêneyên asoveker in û
peydabûna biyavên nû bo xîtabên
helbestiyane.
4. Carcaran, helbesta pir efsankirî, dibe
barekî giran li ser deqî û bi taybetî, dema
ko wateya xwe ya li def xwêneran niyas
derbas neke.
Bi giştî ..
Hinar… hinar
Demê dikevît.. dibîte hezar.
Çendî bête xwendin weha jî dergehên nû
vedibin û kilîlên wan dergehan di destê
xwêneran de ye……
Jêder:
1. Payîza çiyay, Arif Hîto, r. 30
2. Y.b r. 24-25
3. Y.b. r. 4
4. Dr. Xalid Hisên, Nezeriyet Al.inwan,
2007. Altekwîn lilta,ilîf we ddîrasat we
terceme, Dîmeşq R.160
5. Payîza çiyay, Arif Hîto r. 4
6. Horst J. Frank, wie interpretiere ich ein
Gedicht?= çawa dikarim helbestekê şirove
dikim,
çap.5 UTB, çapxaneya Franke- Tübingen, Basel
2000, R.41
7. çiyay, Arif Hîto, r. 12.
8. Y.b r. 19
9. Y.b r. 44
10. Y.b r. 68
11. Y.b r. 15
tengezarmarini_41@hotmail.com