Li gora nûçeyek tirbespi com; parêzerê Hisiçe Muhemed Nimûr fermana
guhertina cihê karê mamoste Ibrahîm Yûsiv ku berê dibistana Alkerame
li qamişlo bû da: Li gora vê fermanê mamoste Yûsiv dê li derî herêma
Qamişlo kar bike. Yûsiv mamosteyê zimanê erebî ye û ev 26 sal in ku
di karê perwerdeyê de dixebite herweha nivîskarekî bi nav û deng e.
Ev ne cara yekem e ku mamoste û nivîskarê kurd Ibrahîm Yûsiv rastî
vê neheqiyê dibe. Sûcê mamoste Yûsiv tenê ew e ku kurd e û li
welatekî wek Sûriyê, di bin siya qanûnên awrete de, dijî.
Tê zanîn ku berî niha nivîskar û mamosteyê zimanê erebî yê kurd
Xalid Muhemed jî bi eynî tawanê ji cihê karê xwe hatibû avêtin.