Xelat Ehmed: Li wir ku berbang
ji mijê heta bi mijê ne,
her tişt, mezin diçe zayînê
Hoşeng Broka
Di helbesta Xelat Ehmed de, li kêleka “berbangên mezin” ku destên
xwe dirêjî destên xwêner dikin, “mijên mezin” jî hene ku heman
destan dihinêrin xatirxwestin û bendemana mezin.
li kêleka “beşdarbûnên mezin” ku diçin “keskbûnê”, “gombûnên mezin”
ku diçin “ketinên mezin”, “koça dawî a mezin”, “pistepistên bajêr
yên mezin” û “taristanên li derveyî pencereyan yên mezin” (R.29) jî,
hen e:
min mijaleyeke din veşartiye,
ku tu xwe tê werkî,
wek gombûna te,
ya mezin û hey mezin.
Em li ser ketina xwe ya mezin dilîzin,
em koça xwe ya dawî,
û pistepistên bajêr,
di gavên xwe de, dixwînin,
daku taristan,
li derveyî pencereyan,
em bin.(R.29)
Helbestvan li seranserî “mijên xwe yên ku ji hezkiriyê xwe re vedane,
daku xwe tê werke” qista berbangan dike û li ber pencereyên wan yên
dûr û yên nêzîk, yek bi yek pêjna wî li dar dixe û haha “xwêya ji
dûrbûna navê wî dicû”(R.20):
“Demsal di destên wê de dizên”(R.28) û ew nayê.
“Dem di kathejmêra dêrîn de ditewtihe”(R.20) û ew nayê.
“Nimêj lê vik û vala dibe”(R.25) û ew nayê.
“Ew tirên bi tirên ku xir û xalî derbas dibin, ji dînbûna wî ya li
hev hatî, hez dike”(R.20) û ew nayê.
Piştî hewqasî “demsal zayîn”(R.28); hewqasî “bajar xerîbî”(R.20);
hewqasî “nimêj boşahî”(R.25); hewqasî “sema derwêşî”(R.25); hewqasî
“ba endîşe”(R.20); hewqasî “razan di awêneyan de”(R.24) û hewqasî
“laş pezkovî”(R.32) ku ew diçe lehiya ji basa navê wî û ew her “navê
nehatinê”, dimîne, wê wexta “nehatinê”,
“ne talanek dimîne ku Xelat xwe tê de belav bike”
û “ne jî nazenîniyek dimîne ku ji wir, nav di rabûna xwe bide”,
çimkî “berbang hertim ji wî xir û xalî digihin”.(R.26)
Di vê xirecira helbestiyane ya li dûv navê wî, yê ku nayê de, Xelat
Ehmed, ji gombûnê xweşiktir xilwetgeheke dîtir nabîne ku tê de,
“pezkoviyan” ji pêjna navê şeydayê xwe biçine;
ji gombûnê sadetir “aveke” dîtir nabîne ku tê de “hemî destpêkan
biherifîne”;
ji gombûnê mihrivantir civanekî dîtir nahebîne ku ji wir xwe ji
dengê wî yê dagirtî bi tivîlkan biçine; ji gombûnê ferehtir, aliyekî
dîtir ji xew ranake ku ji wir “tiliyên xwe yên mişt bi nêrgizan” ber
bi navê wî ve bike. Û ji gombûnê jî hesantir “Nirvanake” dîtir nas
nake ku ji wir “kamil” biçe “kamilbûna” navê wî:
Eger tu nayê,
ez dê dakevim kamilbûna gombûna te.
Ez dê heya ku tiliyên min
yên mişt bi nêrgizine xwîndayî biçin,
di teyê ser hev mayî de,
fereh bibim.
Tîna dengê te yê dagirtî bi tivîlkan,
li rûkê min dixîne
Piço piço, ez te dinoşînim.
Hemî destpêkan berbelav dikim.
Weha....,
ez te,
wek ku çawa tê xwestin,
vedihewînim xwe.(R.28)
Weha, bi „sipartina hemî destpêkan/Hawaya destpêkê, sêva destpêkê,
Ademê destpêkê, dara genim a destpêkê, ketina destpêkê, Xwedayê
destpêkê, mala destpêkê, nimêja destpêkê, pirtûka destpêkê…..htd, ji
bextê berbelavkirinê re“ û bi sipartina xwe ya „kamil“ ku haha wî di
karnevala laşê xwe de, vedihewîne, ji „kamilbûna gombûna wî“ re,
Xelat Ehmed ji gombûnê heta bi gombûnê bangî rexê din yê sêva xwe
dike:
Wer e,
wirde wirde,
min ji tevizandina gombûnê,
rakişîne.(R.87)
Lê wexta ku ji „siwara aliyên girtî“(R.77) heta bi „siwarê rexê
dîtir yê sêva wê ya ku nayê“; ji „zayîna demsalan“ heta bi „zayîna
taristanan li derveyî pencereyan“ û ji „zayîna berbangên mezin“ heta
bi „zayîna mijên mezin“, bersiveke ku bişê wê hînî beşdarbûyînê bike
nayê, Xelat, mezintir diçe pirsê, mezintir diçe gombûnê, mezintir
bêriya xwe ya gom, wî yê gom û me yê gom dike.
Wexta ku gombûn hewqasî mezin, ji Xelat heta bi Xelat e;
hewqsî mezin, ji „kamilbûnê“ heta bi „kamilbûnê“(R.28)) ye;
hewqasî mezin, ji „sîhên bajarên xerîb“ heta bi „sîyên bajarên xerîb“
e(R.20);
hewqasî ji „pezkoviyan“ heta bi „pezkoviyan“(R.32) e;
hewqasî mezin, ji „erzêlên havînî yên bilind“ heta bi „erzêlên
havînî yên bilind“(R.59) e;
hewqasî mezin ji „zayîna demsalan“ heta bi „zayîna demsalan“(R.28)
e;
û hewqasî mezin ji „berfê“ heta bi „berfê“ (R.29) û ji „tozê“ heta
bi „tozê“ ne,
wê çaxê Xelat jî, mezintir, xwe/ wî/ me, li tanê piştê vekirî, ji
çinîna pirsan û gombûnan re, dihêle:
Ma em dê çi bikin
ji vê qas gombûnê????(R.78)
*Amaje: Pirtûka helbestvana Kurd Xelat
Ehmed ya li jêr navê “çarikên berbangê/Tiryaq” ku bi zimanê erebî (cih
û dema weşanê ne diyar e) derçûye, wek çavkanî, ji bo deqê vê
xwendinê hatiye bikaranîn.