Çavkanî: Profesor Harvey Weiss, Zankoya Yale
Werger: Zagrosê Hajo

1.Sînorên zanînê
Hatina Şahinşahiya Akadiyan nav deşta bakurê Mezopotamya, di
hezarsaliya sisiyan de, êzgeha dawî bû ya pêvajoya impratoriya
gund-welat, ya ko ji hezarsaliya şeşan ta hezarsaliya sisiyan
kişandibû (Adams 1966; Stone 1995; Wêne 1). Ev nimûneya guherîna
çandî ya derketî, weke paşmaya “Her Çar Gavên” (1776, Meek 1978)
Smith e, û Civaka Kevnare ya Morgan e (Leacock, ed., 1963), lê ev bi
tenê piştî wergerandina puwazka (prism) Weld-Blundell (Jacobsen
1939) qewimî û pêkanîna ji nû ve avakirina pûtxaneya Manishtushu ya
akadî li Nînewa (Childe 1936; Adams 1966; Weiss 2003).
Niha, wan bi temamî cihê xwe di nav deqên
pirtûkên me de girtine (bo nimûne, Nissen 1998; Wenke 2000, Roaf
1996; van de Mieroop 2004) û monograf (bo nimûne, Liverani ed.,
1993; Westenholz 1999; Glassner 1986; Goodnick Westenholz 1997) Akad
“impratoriya pêşî” ye. Lê regez, rewişt, erk û bandewariya
Şahinşahiya Akadiyan nehatine naskirin –bi tenê pesnê wan hatiye dan,
pesindaneke rijî û xav, yan jî bi watene dijraber, weke “impratorî”
hatiye pesindan.
Wêne 1. Şahinşahiya Akadî

Gelo ev şahinşahî impratorî bû? Eger weha be,
çawa? Yan gelo desthilata dewleta Akadiyan ”têra wê nedikir, da
biryardar be û bi tewayî kontroleke impatorî bike” (Adams 1966:
159), û bi tenê kontroleke seresere ya sînorên nêzîk û yên riyên
bazirganiyê dikir, ko berbi deverên dûr ve ‘derametên stratîjî’ ve
diçûn (wek nimûne, Michalowski 1993; Marcus 1998; van de Mieroop
2004; Nissen 1988)?
Hîmên şahinşahiya Akadan, helbet, ji verastkirinê
re ne vekirîne: ji bilî xwepesindana Sargon “mêrê mezin” li ser
neqşên 4000 sal kevn, em nizanin çawa ev şahinşahî hatibû avakirin
(Frayne 1993). Em nizanin paytexta vê şahinşahiyê li kû diket, tevlî
ko xwedî niştevan bû, û basa wê di belgeyên hevdem de, di dirêjayiya
du hezar salan de, hatibû kirin (Weiss 1975; Weiss 1991). Bi rastî,
tiştê bi tenê mirov jê piştrast e rûdana hêriftina “şahinşahiya”
Akadan e, ko di çavkaniyên binekî de di Lîsta Şahên Sumeran de “…kî
şah bû, kî neşah bû?...” (Jacobsen 1939) hatiye dupat kirin, “…heft
nifş ji heyama hêriftina Akad” ya Şamşî Adad (Grayson 1987: 53), û
pêşkêşkirina (nûnertiya) hezar salî dirêj ya bi bêhna îdeyolojî,
weke ko cara pêşî be Mezopotamyaya yekbûyî bûbe xwedî kontroleke
navendî û hevbeş.
2. Lêkolînên girîmankarî
Arkeoloj di danasîna “şahinşahiyê” de dudil in (wek
nimûne, Sinopoli 1994; Alcock et al. 2001). Lê li Mezoamerîkayê û li
Andan jeolojan bi kategoriyên naskirî, yên aborî siyasî (Mommsen
1980), zanînên li ser şahinşahiyên kevnare parzinandine (Blanton
1996; Earle 1989, 1994; Hastorf 1990; Murra 1980). Tevlî ko, yan jî
ji ber ko datayên kêm û tevlîheviyên hê bêhtir, “Gelo şahinşahiyeke
Akadiyan hebû?” hê ta roja îro jî bi sê girîmankariyên (hîptêzên),
xuya ye ko xav in, tê bersivdan:
“Tomarên (rekordên) zimanê akadî bi kar anîne
nepêwist e, ko nîşana rêvebiriya şaneşîniya akadî be… bi tewawî weke
heyama Fermanrewayên Berê, dibe ko ew bêhtir nîşana belavbûna şêweyê
nivîsandina ji başûr be” (van de Mieroop 2004: 64; Michalowski
1993).
Hin akadî li Birak, Leylên û Mozan peydebûne, lê
wan li van deran çi dikirin, dev ji muhr, avayî, berdêlî û berdanan
berdin, ev yek nexuya ye û dibe ko dê nezanbar bimêne. Sîn keçek ji
keçên xwe da fermandarekî Mozan, lê nirx û payabilindiya wê li Mozan
nediyar e. Radeya kûrbûna tevlîbûn û çavdêriya herêmên gundewarî
nehatiye naskirin (Oates, Oates, McDonald 2002; Bucellati 2003)
tevlî ko hin nîşanên hebûna wan hene (Catagnoti and Bonechi 1992).
Çavdêriya akadan li ser herêman li gor peydebûna keresteyên bi nirx,
weke kan û kevirên taybet hatibû plankirin, kan û kevirên taybet ko
li bakur û li Hindê peyde dibûn (Oates 1976, Nissen 1988).
Akad li Leylên, Mozan, Birak hebûn û berhemdariya
mezin ya deşta Leylên dixwarin (Weiss 1984; Besonen and Cremaschi
2004). Berhemên dihatine çinîn ji Leylên bardikirine Farfara (TL
jimar 186) yan jî Tilayid (TL jimar 90) û ji wir di ser çemê Ceqceq
re dibirine Nagara (Loretz 1969: no. 68). Ceqceq di başûrrojavayê
Birak re derbas dibe --- Birak bênimûne dûrî çeman bû (Wilkinson et
al. 2001: 2, 7)--- piştre ji bakurrojhilat di ber rojhilat û başûrê
keviya bajêr re derbas dibû û ji wir diçû berbi başûrrojava ve (Wêne
2).
Wêne 2. Deşta Red û çemê Ceqceq, û Til Birak. Di
heyamên berê de çemê Ceqceq berbi Birak û hawîrdorê wê ve diherikî,
ji bakurrojhilat berbi başûrrojava ve diçû, û piştre ji bajêr
derdiket. Ev wêne yê Corona ye, çemê Ceqceqê kevnare bi PS û
hevdijiyê (kontrastê) hatiye çakkirin.

Wêne 3. Nexşê herêma Leylên, Leylan heyama IIb (Akadî)

Girîmankarî 1 (Hîpotêz 1), erê ew bi tewayî
nebergirbar e, lê herweha ew ya herî lawaz jî xuyadike. Awireke bi
lez li çanda keresteyî ya akadî li nav Deşta Xabûr (Wêne 4) dixwaze
belgeyên ko li bakur nayêne dîtin pêşkêş bike.
Wêne 4. cihê xwezayî yê çanda keresteyî ya akadan=
cihê xwezayî yê akadan?

Çar tomar ji rêvebiriyê nîşan didin, ko
çavdêriyeke lêwergirtî ya akadan rasterast li ser Deşa Xabûr hebû,
ew ev bûn:
-Çapa muhrên fermanberên akadî (Oates, Oates,
McDonald 2002; Weiss et al 2002)
-Pîvanên levakirinê yên akadî li herêmên
dagirkirî (Powell 1990; Senior and Weiss 1992)
-Beşkirina bacên karkerên herêmî ji aliyê akadan
ve (Catagnoti and Bonechi 1992)
-Şandina barên mezin yên tovê çandinê ji aliyê
akadan ve (wek nimûne 29 ton) ji Nagar berbi Sippar ve (King1896:
1b,c; Weiss 2003).
Wêne 5. “40800 lîtir ce, ji Nagar berbi Sippar ve,
Dada pîvaye”

Li Birak, “keliha” Naram-Sîn “yan jî çi be” (van
de Mieroop 2004), ji mêj ve nemaye, û pûtxaneyên vê dawiyê hatine
dîtin, kêm agahiyan li ser rêvebiriya akadî li Deşta Xabûr didin
(Oates, Oates McDonald 2002). Li Mozan, koçkeke herêmî ji bo
zewaceke şahanî bi keça Naram-Sîn re hatibû terxankirin (Buccellati
and Buccellati 2002), lê ti vekolînevan behwer nakin, ko çavdêriya
akadan li ser bajêr hebe, û giringiya belgeyên rêvebiriya akadî yên
li koçkê hatine dîtin ne zelal e (Milano 1991).
Bi tevayî, datayên li ber dest kêm in yan jî ti
derfetê nadin bo kûrkirin, ceribandin, yan jî parzinandina
girîmankariya li ser şahinşahiya gundane ya akadan bibe. Pêdiviya me
“bi vekolîna herêmên digehine taqên jor yên dara desthilatiyê heye,
da em avayiyên dezgehên dewletê bibînin” (Flannery 1998: 55).
Pêdiviya me bi derbasbûna nav avayiyên rêvebiriya akadan heye.
3. Ferehkirina radeyan
Leylan paytexta akadiyan ya herêmî bû, ko
çavdêriya berhemên çandinê yên pir bi xêr û bêr li Deşta Xabûr dikir
(Weiss 1984; Besonen and Cremaschi 2004). Leylan ew bajar e, ko di
belgeyeyên rêvebiriyê de û li ser muhrên ji Til Birak/Nagara de herî
bêhtir tê bi nav kirin. Me niha li Leylan/Şehna (AAB) dest bi
vekolîn û şîtelkirina (analîzkirin) tewaw ya avayiya rêvebiriya
akadan kiriye.
AAB li Akropolîsa Leylên NW yekser di ser cadeya
bi qehfik û keviran rastkirî di sala 2002an de cih girtiye û ji
avayiya dibistana akadî derdikeve. Gişt şeşyeka hersê taqên dawî yên
avayiyê, her yek nêzîkî 1500 metrên çarçik e, di heftiyên dawî de
yên demsala projeya vekolînê li Leylên 2002 hatine paqijkirin (Ristvet
and Weiss 2004; deLillis, Milano, Mori 2004).
Wêne 6. Avayiya Revebiriya Akadan, bergehê bakur
û riya li ber derî, dûmahiya niştevaniyê, vekolana temûza 2002an.

Ji nû ve avakirin û ji nû ve bikaranîna avayiya
ji çîna nêzîkî 2 metran bilind biheketiye; niştevanên dawî yên
avayiyê ji çîna dûmahî li Leylan IIb ne, yên niştevanên Akropolîsa
Leylên, û berî wê ti avayiyên kevntir peyde nabin. Bi dawî anîna
paqijkirina çînên vê avayiyê dê şeş demsalên vekolandinê bixwaze û
dibe ko ji deh salên pir bi bendûbarî (disîplîn) yên lêkolînan dirêj
bike.
Çavkanî:
Adams, Robert McC.1966 The Evolution of Urban
Society. Chicago:
Aldine.
Alcock, Susan.E., Terence N. d’Altroy, Kathleen D. Morrison, Carla.M.
Sinopoli, eds., 2001 Empires: perspectives from archaeology and
history. Cambridge: Cambridge UP
Blanton, Richard 1996 A Consideration of Causality in the Growth of
Empires in F. Berdan, R.Blanton, E.Boone, M.E. Smith, E. Umberger,
eds., Aztec Imperial Strategies. Wash. D.C.: Dumbarton Oaks..
Briant, Pierre 2003 From Cyrus to Alexander. Winona Lake:
Eisenbrauns.
Buccellati, Giorgio and Marilyn 2003 Tar’am Agade, daughter of Naram-
Sin, at Urkesh in L. al- Gailani Werr, et al., eds., Of Pots and
Plans. London: Nabu. Pp. 11-31.
Catagnoti, A. and M. Bonechi 1992 Le volcan Kawkab, Nagar et
problèmes connexes N.A.B.U. 1992.
Childe, V. Gordon 1936 Man Makes Himself. London: Watts.
deLillis, Francesca, Lucio Milano, Lucia Mori 2004 The Akkadian
Schoolroom at Tell Leilan Kaskal (Venezia) in press.
Earle, Timothy 1994 Wealth Finance in the Inka Empire: evidence from
the Calchaqui Valley, Argentina American Antiquity 59.3: 443-460.
Earle, Timothy 1989 The political economy of the Inka empire: the
archaeology of power and finance in C.C.Lamberg-Karlovsky, ed.,
Archaeological. Thought in America. NY: Cambridge UP. pp.183-204.
Emberling, Geoff 1999 Excavations at Tell Brak 1998: Preliminary
Report Iraq 61:1-41.
Emberling, G. and H. McDonald. 2001. Excavations at Tell Brak 2000:
preliminary report Iraq 63: 21–54
Flannery, Kent V.1998 The Ground Plans of Archaic States in Gary M.
Feinman and Joyce Marcus, eds., Archaic States. Santa Fe: SAR. Pp.
15-58.
Frayne, Douglas 19XX Royal Inscritpions of Mesopotamia. Vol. 1.
Sargonic and Gutian Periods.Toronto: Univ. Toronto Press.
Glassner, J.-J. 1986 La chute d’Akkade. Berlin: BBVO, 5.
Goodnick Westenholz, Joan, 1997 The Legends of the Kings of
Akkade. Winona Lake: Eisenbrauns.
Grayson, A. Kirk 1987 Assyrian Rulers of the Third and Second
Millennia B.C. Toronto: University of Toronto Press.
Hastorf, Christine A. 1990 The effect of the Inka state on Sausa
agricultural production and crop consumption American Antiquity
55.2: 262-291
Jacobsen, Thorkild 1939 The Sumerian King List. Chicago: University
of Chicago Press.
King, L.W. 1896 Cuneiform Texts, 1. London: British Museum.
Liverani, Mario, ed., 1993 Akkad:The First World Empire. Padua:
Sargon
Loretz, O. 1969 Texte aus Chagar Bazar und Tell Brak.. Padua:
Alte Orient und Altes Testament, 3/1. Neukirchen-Vluyn.
Marcus, Joyce 1998 The Peaks and Valleys of Ancient States in Gary
M. Feinman and Joyce Marcus, eds., Archaic States.Santa Fe: SAR.
Meek, Ronald 1976 Social Science and the Ignoble Savage.
Cambridge: Cambridge UP.
Michalowski, Piotr1993 Memory and Deed: Historiography of the
Political Expansion of the Akkad State in M. Liverani, ed., Akkad:
The First World Empire. Padua: Sargon. Pp. 69-90.
Milano, Lucio. 1991 Mozan 2. The Epigraphic Finds of the Sixth
Season. Syro-Mesopotamian Studies 5.1.
Mommsen, Wolfgang J. 1980 Theories of imperialism. U Chicago Press
Morgan. Lewis H. 1963 Ancient Society. Ed. Eleanor B. Leacock. NY:
Beacon.
Murra, John V. 1980 [1965] The Economic Organization of the Inka
State. Greenwich CT: JAI
Nissen, H.-J. 1998 The Early History of the Ancient Near East.
Chicago: University of Chicago Press.
Oates, David, Joan Oates and Helen McDonald 2002 Excavations at
Tell Brak, vol. 2. Cambridge: BSAI
Postgate, J. N. 1977 The Economic Structure of the Assyrian Empire
in:
M.T. Larsen, ed. Power and Propaganda.
Copenhagen: Akademisk Forlag. pp. 193-221.
Powell, Marvin 1990 Masse und Gewichte in
D.O. Edzard, ed.,
Reallexikon der Assyriologie. NY: deGruyter.
Band 7. Pp. 457-517.
Ristvet, Lauren 1999 What is Akkadian? An Examination of Ceramic
Variability in a Third Millennium Imperial Province. B.A. Thesis
(Anthropology). Yale College.
Ristvet, Lauren and Harvey Weiss 2004 Tell Leilan 2002: Dynamics of
State Formation and Imperialism Orient-Express In press.
http://research.yale.edu/leilan/2004OrientExpress2.pdf
Ristvet, Lauren and Harvey Weiss 2004 Micro- and Macro-: The
Stratigraphy and Historical Dynamics at the Lower Town Palace in
Jesper Eidem, The Second Millennium Royal Archives. Yale Tell Leilan
Research, 2. New Haven: Yale Univ Press. pp. i-xxxv.
Roaf, Michael 1996 Cultural Atlas of Mesopotamia. NY: Facts on File.
Senior, L. and H. Weiss 1992 Tell Leilan "sila bowls" and the
Akkadian Reorganization of Subarian Agricultural Production
Orient-Express 1992.2: 16-24
Sinopoli, Carla M. 1994 The Archaeology of Empire Annual Review of
Anthropology 23: 159-181
Stanish, Charles 1997 Nonmarket Imperialism in a Prehispanic
Context: The Inca Occupation of the Titicaca Basin Latin American
Antiquity 8.3: 1-18.
Stone, Elizabeth C. 1997 City States and their Centers: The
Mesopotamian Example, in D. L. Nichols and T. H. Charleton, eds.,
The Archaeology of City States: Cross-Cultural Approaches.
Washington: Smithsonian Institution, pp.15-26.
Stone, Elizabeth C. 1995 The Development of Cities in Ancient
Mesopotamia, in J.
Sasson, ed., The Ancient Near East New York: Scribners. vol. I, pp.
235-248.
Van de Mieroop, Marc 2004 A History of the Ancient Near East. NY:
Routledge.
Van de Mieroop, Marc 1997 The Ancient Mesopotamian City. NY:
Oxford.
Weiss, Harvey 1975 Kish, Akkad and Agade J. Amer. Oriental Soc.
95.3: 534-553.
1985 rev. J. Curtis, ed., Fifty Years of Mesopotamian Discovery
J.Amer.Oriental Soc.105: 250-3.
1986 The Origins of Tell Leilan and the Conquest of Space in H.
Weiss, ed., The Origin of Cities in Dry Farming Syria and
Mesopotamia in the Third Millennium B.C. Guilford: Four Quarters.
Pp. 71-109.
1990 Tell Leilan 1989: New Data for Mid-Third Millennium
Urbanization
and State Formation Mitteilungen den Deutschen Orient-Gesellschaft
122: 193-218.
1991 Akkad in E. Meyers, ed., Oxford Encyclopedia of Archaeology in
the Near East. NY: Oxford Univ. Press. Vol. 1. Pp. 41-44.
2000 Beyond the Younger Dryas: Collapse as Adaptation to Abrupt
Climate Change in Ancient West Asia and the East Mediterranean in G.
Bawden and R.Reycraft, eds., Environmental Disaster and the
Archaeology of Human Response. Albuquerque:
Univ.NewMexicoPress.pp.75-99.
http://research.yale.edu/leilan/weissdryas2002.pdf
2003 Ninevite 5 Periods and Processes in E. Rova and H. Weiss, eds.,
The Origins of North Mesopotamian Civilization: Ninevite 5
Chronology, Economy,Society.Turnhout: SubartuIX.Pp.593-624.
http://research.yale.edu/leilan/weiss2002ninevite.pdf
Weiss, H., M.-A. Courty, W. Wetterstrom, L. Senior. R. Meadow, F.
Guichard, A. Curnow 1993 The Genesis and Collapse of Third
Millennium North Mesopotamian Civilization Science 261 (20 August):
995-1004.
http://research.yale.edu/leilan/weissetal1993.pdf
Weiss, H. and M.-A. Courty 1993 The Genesis and Collapse of the
Akkadian Empire in M. Liverani, ed., Akkad: The First World Empire.
Padua: Sargon. Pp. 129-154.
Weiss, Harvey, Francesca deLillis, Dominique deMoulins, Ulla Kasten,
Torben Larsen, Lucio Milano, Lucia Mori, Elena Rova, Lauren.Ristvet,
Wilma Wetterstrom 2002 Revising the Contours of History at Tell
Leilan Annales archéologiques arabes syriennes, Cinquantenaire. in
press.http://research.yale.edu/leilan/weissetal2002.pdf
Westenholz, Age 1999 The Old Akkadian Period: history and culture.
In
W. W. Sallaberger and A. Westenholz, Akkad Zeit und Ur III Zeit.
Gottingen. Wetterstrom, Wilma 2003 Ninevite 5 Agriculture at Tell
Leilan in E.
Rova and H,. Weiss, eds., The Origins of North Mesopotamian
Civilization: Ninevite 5 Chronology, Economy, Society.
Turnhout:Subartu IX. Pp.355-367. Wilkinson, T.J., C.A. I. French, W.
Matthews, and J. Oates 2001 Geoarchaeology, Landscape and the Region
in D. Oates, J. Oates, and Helen McDonald, Excavations at Tell Brak,
vol. 2. London: BSAI. Pp.1-14.
The Akkadian Empire Project, 2002, 2005
Archaeology
Prof. Zainab Bahrani, Columbia University
Francesca DeLillis, Università di Roma
Torben Larsen, University of Copenhagen
Dr. Andrew McCarthy, Edinburgh University,
post-doctoral research
Prof. Richard Meadow, Harvard University
Dr. Lucia Mori, Università di Roma, post-doctoral
research
Salam Qantar, Directorate-General of Antiquities,
Damascus
Lauren Ristvet, Cambridge University,
post-doctoral research
Prof. Elena Rova, Università di Venezia
Prof. Harvey Weiss, Yale University
Yale University archaeology graduate students
GIS and Total Station
Dr. Stephania Merlo, Cambridge
Conservation
Ulla Kasten, Yale University
Instrumental Neutron Activation Analysis
Dr. M. James Blackman, Smithsonian Institution
Radiocarbon
Dr. Thomas Guilderson, Center for Accelerator
Mass Spectrometry, LLRL
Soil Micromorphology
Miranda Semple, Cambridge University,
dissertation research
Paleobotany
Dr. Wilma Wetterstrom, Harvard University
Dr. Dominique deMoulins, UCL Institute of
Archaeology
Zooarchaeology
Dr. Melinda Zeder, Smithsonian Institution
Scott Rufolo, Johns Hopkins University,
dissertation research
Prof. Richard Meadow, Harvard University
Geoarchaeology
Prof. Mauro Cremaschi, Università di Milano
Mark Besonen, UMass, Amherst
Assyriology
Prof. Piotr Steinkeller, Harvard University
Prof. Lucio Milano, Università di Venezia