HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Aloziya li Şinoyê hê jî didome  

 rojava.net 30.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

GORAN KIRMAŞANÎ/ MHA ŞINO (29.07.2005) MHA

Aloziya li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Şinoyê dewam dike. Hêzên dewletê her derek girtine û bi sedan esker li nav kolanan belavbûne. Gelek dikan hatine talan kirin û her kesî deriyê dikanên xwe girtiye.

Hate zanîn kesek ji wan kesên ku xebera mirina wî hati bû bi navê Îbrahîm Xezalî hîn nemiriye û bi giranî birîndar e. Xezalî niha li Nexweşxaneya Navendî ya Şinoyê dimîne. Lê ji ber ku birîna wî mezin e, rê nedabûn kesek wî bibîne, ji bo vê jî malbata wî ji gel re gotibû ku mirovê wan mirî ye. Kesek bi navê Hemze ku birîna wî mezin e û ew jî li nexweşxaneyê dimîne.

Herwiha man girtin îro jî dewam dike û bi vî rengî roja înê dibe roja şeşemîn a mangirtina gel a li hemberî zexta rejîma Îranê.

Li aliyê dî dewletê gelek cerdevanan rêkiriye Şinoyê ku yek ji wan bi navê Selîm Celdîyanî ye. Tê gotin ku ev kes bi tûndî li hemberî gel disekne û gelek kesan jî îşkence dike.

Bi dehan kes ji ciwanên bajarê Ciwaroya ser bi herêma Kirmaşanê ji bo protestokirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan û ji bo 24 saetî dest bi gireva birçîbûnê kirin. Heman çalakî roja pêncşemê li bajarê Îlamê jî pêk hat.

Bi dehan kes li vî bajarî li hev kom bûn û li hemberî tecrîta ser Rêberê Gelê kurd Ocalan û êrişên dewleta Îranê li hemberî gelê kurd nerezîbûn nîşan dan.

Di civîna ciwanan de wêneyên Şiwane Qadrî hatine girtin. Ciwanên Îlamî bi diruşmeya “em hemî yek rûh in di nava mîlyon bedenan de” yekbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê daxwaz kirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi daxûyaniyekî serhildana Kurdên Îlamê ji bo piştgîriyên Kurdên din pîroz kir û di belavokê de xwest ku dewleta Îranê dawî li van zextên xwe bîne.

 

MHA NEWS AGENCY 


 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE