Weku sîstema şahê Iranê bûye qurbana hovbaziya xwe ya mezin û gelên
Iranê ew sîstem bi darê zorê roxandine, diyar e ev sîstema têrorî jî,
ya ku kurkekî derewîn li ser navê Islamê li xwe kiriye û ji zû ve
rastîniya wî bo hemî cîhanê diyar e, dikeve wan şaşiyên şah M. Riza,
û wilo temenê xwe kintir dike û roxandina xwe bi xwe nêzîktir dike.
Şahê Iranê ket şaşiyek mezin, dema hêzên xwe dij bi serhildana gelên
Iranê derxistin kolan û xiyabanan, ew hêz li hember fedekarî û
biryara gel jar bûn û nema dikarîn sîstema wî biparizin. Di dûrokê
da jî her wilo bûye, gava deselatdar û gel dij bi hev dibin, hêza
leşkerî dest bi bedkariyên xûnî dike, lê paş demekê dibîne, ku ji
berjewendiyên wê hêzê ye, xwe bide aliyê gel û dev ji deselatdar
berde.
Lê belê wilo dibe, gava teviya gel li hember deselatdar bi hev re
rabe, hema gava parek seriyê xwe hilde û parên dî jî destgirêdayî û
wek temaşvan di mala xwe de rûnin, hîngê rewş wêran dibe û hêza
leşkerî û hêminî bi deselatdariyê re dimîne û hovbaziya wê bi cih
tîne, wek acetek xûnrijandinê kar dike. Ew parê gel, ku serê xwe
hildaye, di xûna xwe da digevize û ew serhildan tê vemirandin.
Em di dûroka nûjen de jî vê yekê dibînin. Çawa Kemalîstan hemî
serhildanên gelê me li bakurê niştê me yek û yek bi darê zorê, bi
xûnrêtinê û bi qirkirin û wêrankirinê pelixandin û vemirandin. Bo çi?
Ji ber ku parek ji gel radibû ser pêyan û para mezin jî di mala xwe
de bêliv daniştibû, weku ev kêşe hîç ne ya wan e.
Li Sûriyê jî sîstema Esed di sala 1980ê de serhildana bajarên Hema û
Helebê bi xûnrijandinek mezin şikand û di sala 2004 da serhildana
gelê Kurd tepisand, ji ber ku dîsa parek ji gelê sûrî tev li
serhildanê bû ne teviya gel.
Iro li rojhilatê Kurdistanê, ji ber îşkencekirinê, wêrankirinê û
darvekirina mirovan bi şêweyekî hovane, ji ber nasnekirina nasnameya
neteweyî ya gelê me, ji ber talankirina xêr û bêrên Kurdistanê û ji
ber binpêkirina mafên mirov, êdî gelê me yê qehreman nema vê yekê
dipejirîne.
Ev serhildan terzek ji terzên bi cihanîna mafê çarenivîsê ye, ew
mafê di peymanên navneteweyî de hatiye paristin û dewleta Iranê jî
îmze û şeqleya xwe li binî daye.
Rewşa cîhanê hatiye guhartin. Di dema şah de du xendek stratîcî li
hember hev hebûn, ya Sosyalîst û ya Imperyalîst. Iro ne wilo ye. Di
dema şah de biryarek neteweyî ya bo ketina hindir welatekî bi egera
paristina mafên mirov tune bû. Paşku Seddam Huseyn ê har di sala
1991ê de hêrişa xwe ya xûnî aniye ser gelê me li başûrê Kurdistanê,
Neteweyên Yekbûyî di encumana xwe ya hêminiyê de biryarek bo
rawestandina wê hovîtiyê di nav sînorên fermî yên dewleta Iraqê de
stand û bi teherekî leşkerî ew biryar bi cih anî. Ev biryar çavên
deselatdarên Iranê jî ditirsîne, lê gelek pêwîst e ku bangeşîniya "mediya"
kurdî hovîtiya va sîstema têrorê baş bide ber çavên cîhanê. Mixabin!
Di vir de karê Kurdan wek hercar qels e û bangeşîniya kurdî ketiye
bin basikên partîniyê.
Hêzên ramiyarî yên neteweya Kurd, weku çawa piştvaniya serhildana
başûrê Kurdistanê di sala 1991-1992 kirine, ji sala 1984ê de bi
histobariya xwe ya neteweyî bo bakur rabûne û gelek şehîd di rêya
azadiyê de dane û sala 2004ê li serhildana gelê me li rojavayê
Kurdistanê xwedî derketine, wê bêguman di ber gelê xwe de li
rojhilatê Kurdistanê jî bi erkên xwe yên biratiyê û hevmaliyê rabe.
Ne di şahiyê de û ne jî di tengiyê de, çi hêz li cîhanê nikane vê
neteweyê paş dayîna evqas şehîd û paş evqas hişyarî ji hev cihê bike.
Deselatdariya têrorî li Iranê destê xwe yê zorê daye ser gelê me,
her û her bizavê dike, ku bihna serhildanê di sînga gelê Kurd de
bifetisîne, lê ew nema dikare, ji ber ku rewşa cîhanê bi tevayî
hatiye guhartin û neteweya Kurd jî di van bîst salên dawîn de pir
gavên mezin di hişyariyê de avêtine. Paş wan gavên berçav ên li
başûrê Kurdistanê, êdî kêşeya kurdî di cîhanê de deng vedaye. Kurd
bi hêz bûne, bêtir hatîne naskirin, ku ewan bo azadiyê û demokratiyê
dixebitin û derewên neyarên wan berbad bûne, yek û yek çarîkên wan
ên qerêj hatîne çirandin.
Raste ku gelên Iranê yên dî niho li gelê me destgirêdayî û bêliv û
bêşiv temaşe dikin, lê ewê binzor bibin, ku ciyê xwe diyar bikin, ka
ew li gel serhildana azadiyê ne an li dij in.
Histobariya hêzên neteweyî û demokrat ên kurd jî ev e, ku wan gelan
û hemî gelên cîhanê û azadîxwaz û aştîhezan bi ser xwe ve û bi ser
serhildana gelê xwe ve bikişînin. Hîngê wê deselatdariya têrorî ya
Iranê binzor bibe, ku destê xwe yê bi xûn ji ser gelê me rake.