HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Rêxistina Efuyê Surî bi tundî hişyar kir

 rojava.net 30.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



rojava.net–MHA-Şam


ŞAM (29.07.2005) MHA Rêxistina Efuyê ya Navnetewî girtinên rojên dawî ku li Suriyê çêbûne şermezar kir û ji Başar Esad daxwaz kiriye ku qadeke berfireh ji bo azadiyê bide vekirin.
Rêxistina Efuyê ji bo ku girtî serbest werin berdan bang li Suriyê kir ku bernameya reformên mafê mirovan derbasî jiyanê bike.
Rêxistina Navnetewî ya Efuyê ji ber binçavkirina xizmên du girtiyên sucê ramanê rêvebiriya Suriyê şermezar kir.
Rêxistina Efuyê radigihîne ku komîteya malbatên girtiyên ramanê ku di 25ê Tirmehê de hatibû avakirin rastî mudaxeleyên hêzên ewlekariyê hatiye.
Roja pey konferansê Yassîn El Hamawî li bajarê Darya ku di navbera Şamê û Qatana de ye hatiye binçav kirin û birine cihekî ku nayê zanîn.
Di 27 Tirmehê de jî Muhammed Alî el Abdullah ku li mala xizmê xwe yê girtî bû, hatiye binçav kirin. Bavê Muhammed Alî Elî el Abdullah wekî tawanbarê ramanê di 15ê Gulana 2005an de hatiye binçav kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji Beşar Esad daxwaz kir ku ji bo serbest berdana girtiyan êdî têkevê nava tevgerê.


MHA NEWS AGENCY
 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE