Qilēixa: Qado Şźrīn
Tu ne
nivīskar ī, ne rewşenbīr ī ū ne jī zimanzan ī ji ber tu kurd ī, tu
ne tiştek ī, ev ne nerīn ū dītinźn min in, belź ya nivīskarźn kurd
e. Wek ko ew te nivīskar nabīne gelek kes wī jī nivīskar nabīnin.
Her wisa kes kesī nivīskar nabīne. Kes kesī
merov nabīne. Tenź xwe dibīne, tenź xwe nivīskar dibīne, tenź ez xwe
dibīnim, tenź ez nivīskar, zimanzan ū rewşenbīr ū siyasetmedar im.
Miletź ko min tenź bibīne bila tune be baştir e. Her yek ji me xwe
her tişt dibīne ū yźn din ne tistek dibīne.
Tengezarź Marīnī; Selīm Biēūk, Hoşeng Broka, Ezīz Xemcivīn, Axīn
Welat, M. Efīf Huseynī, Hźmen kurdaxī, Xelat Ehmed, Jan Dost,
Silźman Azer, Dildarź Mīdī, Mihemed Hemo, Azer Osī, Bavź Tosin,
Ferhadź Iēmo, Rizoyź Xerzī, Bźwar Ibrahīm ū Konź Reş helbestvan
nabīne. Tenź xwe ū Royarź Amedī ū Ehmedź Huseynī helbestvan dibīne.
Mala te ava ū xwedź xźra te jī binivīsīne ko tu dikarī ji keleha
asmanī dakevī ū du kesan wek xwe helbestvan bi nav bikī, ev jī
şehnaziyek e, de werin ū kirasź xwe neēirīnin. Sź melyon kurd sź
helbestavan anīne, serź melyonekī helbestvanek, wele bijī wisa milet.
De dīsa baş e ko
dikare wan herdu helbestvanźn din wek xwe bi nav bike, mane hine din
ji xwe pźve kesī nabīnin. Hin maye em hev bixwin, em hev bicūn.
Helīm Yūsiv ne nivīskar ū ne jī ēīroknivīs e, ji ber ko kurd e, ji
ber ko ji me ye, ji ber ko ji malź ye, lź Zekeriya Tamir nivīskarekī
navdar e ji ber Ereb e.(giyayź hewşź tahl e). ko Helīm Yūsiv ne kurd
ba meyź xelata Nobel jźre bixwesta, belź ko wergirta meyź bi
kźfxweşī bipejiranda ū jźre pīroz kirba, lź ji ber ko kurd e em wī
wek nivīskar jī nabīnin.
Jan Dost ne helbestvan
ū ne jī nivīskar e ji ber ko kurd e, ji malź ye, yź jinbavź ye, lź
Qasim Hedad her tişt e ji ber ko Ereb e(giyayź hewşź tahl e).
Ev du nimūne būn, min
ew wek nimūne anīn, lź bi tevayī wisa ye. Dīsa wek nimūne xwedź neke
ko Helīm Yūsiv Ereb an jī Tirk ba, meyź bi serź wī sūnd bixwara.
Dīsa xwedź neke.. xwedź neke.. dūr be ji van deran (ez ū ne ew) ko
Ehmedź Huseynī bimre em ź ji nū ve bi xwe kevin ū hźsran wek ba ū
baranź li ser bibarīnin ū xwedī lź derkevin. Yaho em ēi milet in.
Her tişt wisa ye, her kes wisa ye, siyasetmedar ji xwe pźve kesī
nabīne, xwedī malper ji malpera xwe pźve malperan nabīnin, solfiroş
ji solźn xwe baştir nabīnin, dź ū bav ji zarokźn xwe zane ū jīrtir
nabīnin. Ka em ēilo bikin ya rebī ya īlahī, ey xweda ka dilovaniya
te?.
Bijī Pīr Rustem ū bimre Qado Şźrīn.
Bijī Tengezarź Marīnī ū bimre Ezīz Xemcivīn.
Bijī malpera Efrīn ū bimre malpera Tīrźj.
Bijī partiya Yekītī 01 ū bimire partiya yekītī 02.
Bijī serokź min ū bimre serokź te.
Bijī rojava ū bimre rojhilat.
Bijī Efrīn ū bimre Qamişlo.
Bijī ez ū bimre tu.
Di dema ko em hevūdu
nivīskar nabīnin, rewşenbīr nabīnin, şźwekar nabīnin, siyasetmedar
nabīnin ū hevūdu napejirīnin ū tinazan bi nivīs ū kesmźn hev dikin,
nivīskarźn perēeyźn din me nivīskar ū qambilind dibīnin, ev ēilo ēź
dibe xweda jī nizane ?
Di dema ko helbestvan
ēīroknivīsan dipejirīnin helbestvanan napejirīnin, her wisa
ēīroknivīs helbestvanan dipejirīnin lź ēīroknivīsan na.
Em hemū pźxember in,
di ēavźn xwe de ū xwedayź Nītşe ji ber me ū tirsa me re mir. Em
hevūdu tune dikin ji ber em tune ne. Em hemū bi hevūdu dikenin ū
tinazźn xwe bi hevūdu dikin, helbet ne di rūyź hev de. Kes kesī
tiştek nabīne ū ji ber vź yekź kes dź nebe tiştek. Her yek rastnivīs
ū rźzimana di nivīs ū berhemźn xwe de di qatźn bilind de dibīne. Īca
ka ēilo em ź biserkevin. Em hemū derewan li hevūdu dikin ū di rūyź
hev de kenekī xapīnok dikin. Ji ber vź rewşa ne normal, ez bawerim
dź gelek wek Ehmedź Huseynī birawestin ū dź nema binivīsin. Yan jī
dź binivīsin ū belav nekin tako bimrin, ū dź donerź bifroşin bi
sūdetir e, jixwe ko mirin em ź hemū xwedī li wan derkevin ū wan ji
nū ve nivīskar bibīnin ū hźsrźn rovīyan li ser bibarīnin.
Holenda
30/06/05
Tźbīnī :
ji ber ez Helīm Yūsiv,
Jan Dost ū Ehmedź Huseynī wek nivīskarine bilind, xwedī rol ū
tecrubeyeke giranbuha ū dil mezin dibīnim min ew wek nimūne anīn.(bźguman
gelekźn din jī hene, lź tenź wek nimūne).