rojava@rojava.net

 
 
Kurdi

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî


 
 


Daxuyanî H.R.K.R.D

 rojava.net 30.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava dezgeheke serbixwe ye
Ji destpêka damezrandina Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava ve, hin deng derketin û çend nîq û bêbextî êxistine stûyê vê dezgeha nûxwedêdayî de û rixne lê kirin. Helbet her bûnewerekî were ser rûyê dinyayê hin bertekiyan li ber xwe dibîne û hin milmilaneyê peyde dike. Di rewşeke xwezayî de ev milmilane tiştekî adetiyî ye. Lê rengê vê milmilaneyê ne hecar adetî bû. Rixne hatin kirin, ko vê dezgehê navê rewşenbîran li xwe kiriye, lê rewşenbîrî ji qama endamên vê dezgehê bilindtir e û nîq êxistine stûyê wê, gotin ko hin ji Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava bi rêxistineke siyasî ya li Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye, bi PKK ve girêdayî ye.

Rixneya rewşenbîriyê bi pîvanên rewşenbîriyê di nav civatan de girêdayî ye. Em di dezgehê de rewşenbîriyê bi endametiya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava ve bi sînor nakin. Danasînên rewşenbîriyê ne wek danasînên endaziyariyê bi mîlîmetran têne pîvandin. Em dizanin, ko ne hemû rewşenbîrên kurdên Rojava li derve endamên vê dezgehê ne, lê mil bi mil bi hev re karkirin û xwe bi rêxistinkirin xizmeta berhevkirin û bihêzdarkirina helwest û çalakkirina gotara rewşenbîrî ya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dike.

Nîqa ”rixneya” girêdan Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava bi PKK ve bê zemîn ne. Destûra Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava ti pîvanên tuxmî, olî, ramanî, ramiyarî naxe nav endamanê xwe de. Di destûrê de bi vî rengî hatiye: ”Her kesê ku bi huner, wêje û ragihandinê mijûl dibe, dikare bibe endamê Hevgirtinê.” Pîvanên endametiya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li gor destûra wê ne. Eger destûr rê li ber hebûna endamên ji rêxistinên siyasî di nav dezgehê de nagire, Komîteya Kargêr jî dive wê pêk bêne. Lê Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava weke dezgeh bi ti rêxistinên siyasî ve nehatiye girêdan û her helwesta wê serbixwe û bêlayen e.

Têbînî û rrxne di nav Komîteya Kargêr bi rêzdarî cihê xwe digirin, ji ber ko ew alîkariya me di karê me de dikin. Lê nîq ne sûdê didine yên nikalan diavêjine Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava û ne jî didne me.

Ji roja ko Komîteya Kargêr di Kongereyê yekê hatiye hibijarin û ta roja îro, me li gor wize û zanîna xwe, erkê sereke ji xwe re kiriye pêkanîna destûra Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava û her emê vî erkî biparêzin.

Komîteya Kargêr

28.6.2005

 

 

  

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE