Wednesday, 27 June 2007 23:42

 


Daxwiyanî

Komela Xwendekarên Êzîdiyan hat damezrandin


Di civîna xwe ya duyemîn de li bajarê Hildesheim/Elmaniya komeke xwendekarên Êzîdiyan ji seranserî Kurdistanê di 27.05.2006 an de Komela Xwendekarên Êzîdiyan li Elmaniya damezrandin. Bargeha komelê dê li bajarê Hannover be.
Di vê civînê de bi gelmperî li ser reşbeleka rêbaza komelê gufûgo hate kirin û di dumahîka civînê de biriyara giştî li ser rêbaza komelê hate dayîn û herweha desteya birêvebir ku ji heft kesan pêk tê hate hilbijartin.

Komela Xwendekarên Êzîdiyan di destpêka rêbaza xwe de bi vî rengî xwe dide nasandin:

„Em xwendekarên Êzîdiyan ji hemî Zanîngeh û Fêrgehên Elmaniya û ji hemî herêmên Kurdistanê me pêwîst dît ku em Komeleke Xwendekarên Êzîdiyan ya serbixwe ava bikin. Komel xwe dide ber karê zanistî, weke nivîsandina lêkoînên zaninstî li ser dîrok, klutûr, rewşa aborî û civakî, û herweha rewşa yasayî û siyasî ya Êzîdiyan.

Armancên Komelê li ser astê Zanistî/akadîmî:

- xûrtkitina karê zanistî yê hevbeş di navbera rewşenbîr, nivîskar û zanayên Êzîdiyan de li ser dîroka Êzîdiyan û nivîsandina lêkolînên rewşenbîrî li ser dîrok û civaka Êzîdiyan.
- Danheva pirtûk û nivîsên ku li ser Êzîdiyan hatine belavkirin û pêşkêşkirina wan jibo xwendevanan. Komele dê di pêşerojê de hewl bide ku pirtûkxaneyeke Êzdatiyê li bajarê Hannover veke.
- Avakirina dezgeh, komel û saziyan ji bo Êzîdiyan.
- Avakakirina saziyeke yan dezgeheke rewşenbîrî, zanistî, akadîmî ji bo karûbarê lêkolînên zanistî li ser Êzdatiyê.
- Weşan û belavkirina pirtûk, kovar û rojnameyan li ser Êzdatiyê.
- Weşana kovareke zanistî bi zimanê kurdî û elmanî.
- Li darxistina konferens, semînar û civînên rewşenbîrî li ser dîrok, civak, mîtolocî, tore, mûzîk û şanoya Êzîdiyan.
- Weşana malperekê di internêtê de.
- Avakirina peywendiyan ligel xwendekarên Êzîdiyan li tevaya cîhanê, ligor rêbaza komelê.
- Xurtkirina peywendiyan di navbera xwendekar û rewşenbîran de û kesên ku xwendina xwe ya akadîmî bi dawî anîne.
- Vekirina şaxên komelê li bajarên din yên Elmaniyayê.

Armancên komelê li ser astê civakî:

- Arîkariya xwendekarên ku nuh dest bi xwendina xwe dikin.
- Karê Civakî
- Piştgirî û pêşvexistina projeyên derbarey dersa dînê Êzdatiyê li fêrgeh û dibistanên Elmaniya.
- Bidestxistina mafê avakirina dibistanan ji bo xwendina Êzdatiyê.
- Lidarxistina konferens û semînaran li ser rewşa Êzîdiyan ya hemdemî.
- Piştgirî û pêşvexistina civaka Êzîdiyan di warê huner û mûzîkê de.


Di dumahîka vê daxuyaniya xwe de em bang li hemî xwendekarên Êzîdiyan dikin û dibêjn wan ku dergehê komelê ji bo wan vekiriye. Em hêvî ji Xwedê û Tawisî Melk dikin ku me ji bo xizmeta Êzdiatiyê bi ser bixe.

Desteya birêvebir ya Komela Xwendekarên Êzîdiyan li Elmaniya.
Elmaniya, 29.05.2006



 




 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE