rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         21
30Ê GULANÊ

Qazî Mihemedê Çarçirayê diçurisî,
zengilên nalîna mehabadê radiwestiyan,
balindeyan dest bi rêvingiyê dikirin,
Şaho dipûnijî,
ji nû ve bajaran li çarenûsên xwe dipirsîn.
Evîndaran li dilberên xwe,
axê li baranên xwe,
dayikan li rondikên xwe
û şehîdan li nexşeyên xwe,
li çûkên êvarên xwe,
li zelûliya zaroktiyê û li xwînên xwe dipirsîn..

- xewna min pir biçûk bû Şêxê mino !
temenê min jî têra berbanga Mehabadê nedikir.
Mûmên komarê bi lez vedimirîn, ti kesî westana min ranedigirt, min dixwest gelek tiştan ji te re bibêjim,
lê dîwarên qalind ên di navbera me de nedihiştin. Min dixwest dilê xwe ji axînkêşana te re vekim,
lê bêdengiya Çarçirayê kelehên ji mirinê di navbera min û te de ava dikirin..

- Çavên min ji di erênaya banaga te de
û di zerê hinarkên te de dibestiyan.
Laşê min yê ji ava hinaran û hestiyên min ên ji şengebiyên Botanê li pey te, nimêjên bêhûdeyiyê dikirin
û li çirayên Çarçirayê yên bidarvekirî dinêrîn
û seqema gernameyê bi pêlavên qederê dimalandin.. Min pirsa sêwiyên Mehabadê ji te dikir,
min pirsa goristanên sirûdê û darbestên xewnê ji te dikir.
Lê deng ji te nedihat Qazî!?

- Ax kurê min, ka wê xencera xwe bide min daku zikê bêdengiyê biçirînim.. ka were em peykerên şevistanê birûxînin û germahiya dilê wan siwar û xweşmêran careke din di rehên Qamişloyê de vejînin.. Were wisa şkestî, têkçûyî, melûl û bêçare li min nenêre !

Min çend xuleyan ziq li bejna Qazî nihêrî.
Min dixwest çîroka xwe jê re bibêjim..
Min dixwest baskên çîrokê bi ser destên wî de vegirim
û xwe nêzî jena dilê wî bikim...
Min pirtûka xwe vekir
Diya min giriya...
Min dest bi xwendinê kir
Rojçêbûna min ji bîra min çû…
Min pirtûka xwe girt
Diya min mir…
Min nema xwend,
lal bûm,
û roja mirina min hate bîra min.








Berdewam dike ....

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE