Bi amadebûna damezirînerên şepêla pêşeroj a kurdî ji hemû
herêmên kurdî, komcivîna damezirandinê pêkhat û destpêk bi
sekneke bêdengî li ser giyanê nemirên kurd û demoqrasiyê bû.
Piştre komîteke kargêr hate hilbijartin û pê re jî gengeşeyeke
berfireh li darket, li ser rewşa sêyasî sûrî û amûrên
danûstandinê bi guhertinên hûndir û herêmê jî, ew guhertinên yên
ku di naveroka xwe de paldera damezirandina şepêl bûn, weke
çarçoveke sêyasî, rewşenbîrî û civakî, dûrî partiyetê, lê weke
amrazeke praktîk be, li ser baweriya bi mavê mirovan û civata
sivîl ava bûye. Ji xwe guzîdan û hevdegiye bi xwendina sêyasî ya
hemdem ji berpîrikên rewşa sûrî bi giştî re û bi rewşa kurdî bi
taybet. Helbet ji bo avakirina fereziyeke kurdî Sûrî ku bikaribe
hevjînê bi çarçova xwe yî netewî re bike, ango xebat ji bo peyda
kirina dadokeke sêyasî û çandî kurdî bibe, demoqrasî di
rahatinên xwe yê hûndir bike û bi xebite ku îdelocîka sêyasî bi
dawî bîne. Çimkî herdû xal hiştin ku em bigerin li amrazên bê
navendî û îdelocîk be, bo ku em karibin pêlên serbixweyan di
şepêleke lîbral bicivînin.
Komcivînê esehî kir ku demoqrasî armanceke navendî ye, di siya
wê de dadî û wekheviya mirovan pêk tê û ew weke rêjîmeke sêyasî
ava dibe li ser azadiya giştî û hemû berbêj û mafan e, ji xwe
naveroka demoqrasiyê ji wekheviyê , dadiyê , homaniya gel û
hevguhertina kelîjê ava dibe û bi hebûna demoqrasiyê dewleteke
yasa û maf pêk tê, danasînê bi pirnetew , civak, çand û
pirnerînan dike û hingî Sûriyê dibe welatek ji hemû hemwelatiyên
xwe re, têde hemû sêyastên şovînîstan li ser gelê kurd têne
hilanîn û danasîneke detûrî bi hebûna me weke netewa dudyan li
Sûrî tête çesipandin, çimkî pirsa kurd li Sûriyê pirseke netewî
ye, sêyasî û dîrokî ye û parçeke ji pirsa demoqrasiyê ye, ji ber
ku ew e ya girêdaneke babetî di navbera nasnameya netewî Sûrî û
binkokên wê û nasnameya netewî kurdî, sêyasî/çandî weke parçeke
ji wan binkokan e, dûrî tengnerînan û tengbaweriyan û tunekirina
yên cuda çi yê bi netewa xwe an jî bi ramanên xwe.
Bi esehî komcivîn ragihand ku şepêla pêşeroj a kurdî hevrekiye
ji xweseriyê re û dixebite bi hemû amûrên aşîtî û demoqrasiyê ve
ji bo dawîanîna tagirtina sêyasî û dewlet û civak û veguhestina
Sûriyê ji deweleteke parastinî heta dewleteke demoqrat, ji xwe
gelek gavên bingehî ji bo vê guhertinê têne xustin, ew jî evin :
dawîkirina yasayên awarte û belavkirina azadiya giştî û
serbestberdana girtiyê nerînê û vegerandina nasnameya ji
destçûyî ji hemwelatiyan re û hirmeta azadiya ferezî û
cudakirina ol ji dewletê û esehîkirina çanda lêbûrînê û
hevpariyê û pijirandina cudahiyan weke vajiyeke ji fêreya
hemwelatiyê ya ko koka dewleta netewî ava dike.
Bi dest xistina karîna fêrbûna hevkêşa sêyasî a pêşeroj pêdeviya
derketina ji bin baskên kelîjê dixwaze, çimkî kelîj heta roja
îroj ne di bîra wê de ye ku guhertinan bike, tenê li nûbûna xwe
ya xweser digere û asta guhertina ku dixwaze bike partiya be'es
dijî civatê amade bike. Ev rewş lêkedanek cure di xebatên me
divêt, û ji bo ku em rizgariya demoqrat bi destxin divê sûdeyê
ji guhertinê cureyî di sêyaseta cîhanê de bikin, nemaze yên di
warê azadî û demoqrasiyê, bê ku duyemîna xweseran bibe sînor di
ber rêveçûna wê armancê, lewma komcivîn danpêdana hemû amûrên
xebata sivîl kir, çi girav bin an jî xwepêşendan bin an jî çi
behanên xebatê yên nerxa cada cemawerî bi saw û biryar bike .
Wisa jî komcivîn danpêdana bername û rêjîma hûnder da meşandin
piştî guhertinên pêwîst li wan kir û da xuyakirin ku ev herdû
bawername lihevhatinên sêyasî ne, her di bin guhertina bûyeran
têne guhertin, ji ber ku buyer ew e yê ku helwesta sêyasî tîne
holê, lewma hate bicîkirin pêwîstiya stûbarkirina anarjiya gelê
kurd ya ku serhildana avdarê yek ji temtêlên wê bû û berdewamiya
di cihêna sêyasî de heta pêkanîna dewleta yasa û maf têde doza
kurdî pêkhatî be û hemû sêyasetên şovînî helweşiya bin û bi
taybet kembera Erebî û projeya erebkirinê û windakirina mafan.
Komcivîn dît ku ew mina komîteke kargêr û vekiriye, wisa jî bi
lihevhatin endamên komîta şopandin û sazînê pijirand, ew jî evin
: Ahmed musa – Ahmed heyder – Anwer abdo – Rûfend temo – Heybet
me'mo – Xelîl husên – Meşal temo – yihya silo – Mihemed resînî –
Mistefa xelîl – Mihemed sulêman .
Komcivîn bi dawî bû bi peymangirtina xebatê jib û parastina
yekîtiya cudahiyê û çandina rewşenbîriya gengeşeyan û hirmeta
yên cuda di baweriyên xwe yî sêyasî de, heta helwesta wî ji
şepêl çibe, çimkî şepêl jîwereke vacayî ye baweriyê bi pirnerîn
û cîwaziyê dike û her xebatê berdewam dike ji bo hawsing be bi
doza gelê xwe û berevedaniyê di ber bike.
Qamişlo 29/5/2005
Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê