H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




Sozdilê
 

rojava.net30.05.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 





Ezîz Xemcivîn




Ez gelekî li benda te dirawestim…
Kewên çiyayî
li benda evîndarên xwe
weke min nikarin
bendewariyê bikin…!!

Heger ez bibêjim tu mij î;
çi dil ker û gêj î..
weye tu li cenga cegerê û tirsa teqle
li ber birûskên sor sosinî qet na peyivî..

erê weye tu sitem î..
ez nezan im, şîrmij im,
çawa devê xwe bi dilovanî,
mihrebanî
li agirê gur bipelînim?

Qey evqasî tu min bêçav dibînî,
bê serî diçim hêtûnê,
ew koh û mitikê diçim ser
li hîvên cejnan dinêrim,
çavnêr im..
nayê wateya xwekujînê..

Li hevrîşma sersalan
ez şûnik im;*
zîwana pêwendî û delîveyan*
bi kulma xwe dikutim…
sar nahêrim,
çi kelînê ez hênik dikim…!!

Bela kilîta sarinc û germavê*
li bin zimanê peyvên hinguvîn bilive..!!
sîwana mûmeya tiliyan
li dor serê pêjna pênûsê
gazindê ji te bike…!!

Çiya rewan e;
bo çî tu wî dehf didî…?
rebeno ji ber weynên te melisî!!
û ji ber gefên te kurkisî…!!

Hêj tu xemgîn î?
gelo şana li nizarê
wê karibe pêmayekî şêranî
ji kewara mest derbîne..?

bi pûkê re,
bi baran û bahozê re
dixwazim ko tu bê,
çi delîve ye
ji sira wê meya ramûsandî
dilxweşiya jiyan û viyana sorgula me ye…!!

Ger ez serxweş im;
dikarim guvika* lingên xwe
girêk bi girêk vekim;
li asîmanê çavan
bi basikên nîv şikestî dê bifirim..!!

perwaneyê şevên te ez bim;
tu şev î
ez berfa ser zemîna te bim…!!
li ser mijgûlên henaseyan
gelawêjê geş ez bim…!!

Bifirim, ne firim
baweşîna bafir
li ber dilê sozdar
herdem ez im…!!


14/5/2005
Alain


Şûnik: darê ko hirî pêk tête kutan
Delîve: keys
Sarinc: avsark
Germav: serşok
Guvik: benê ko lingê berxikan pêk tête girêdan



 

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE