rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

  Dîmenin ciwan ji Rojavayê Kurdistanê: Ciwanên kurd 1000 dar li Gundê Elî Fero (Qamişlo) çandin


Roja înê 27.04.2006 nêzî 100 ciwanên kurd berê xwe dane gundê Elî Fero ( nêzî 15 km rojavayê Qamişloyê) û 1000 dar lê çandin. Li gor nûçeyeke malpera keskesor.info ev kar ji hêla komên Qamişlo û Xelat ên folklora kurdî û Tevgera Ciwnên Kurd û tevlîbûna hin ciwanên serbixwe hatiye amade kirin. Amadekarên çalakiya çandina daran ji keskesor.info re diyar kirin ku hemwelatiyek kurd ew hezar dar diyarî bo geşkirina gundê Elî Fero kir. Her wî hemwelatiyî berî niha 1000 dar bo çandina wan li hundirê bajarê Qamişlo diyarî kiribûn.

Di dema çûna ciwanan bo gundê Elî Fero hêzên istixbaratên Sûriyê astengî ji wan re derxistibûn û lêpirsîn bi wan re pêk anîbûn. Istixbaratan li amedekarên çalakiyê pirsîbûn û nemreyên trimbêl û basên ku ciwan dibirin Elî Fero qeyd kiribûn.

Gundê Elî Fero bi berxwedana xelkên xwe li dijî erebîkirina gund û bicihkirina ereban bi nav û deng e. Ji ber berxwedana wan, xelkên Elî Fero naçarbûn ku ji gundê xwe koçberî Qamişloyê bibin. Ewan li rojavayê bajêr xanî ji xwe re ava kirin û ta nuha jî ew mehel (tax) di nav kurdan de bi navê taxa Elî Fero tê naskirin. Hikumeta Sûriyê navê taxê guhart û kir „ Taxar Xerbî – ango Taxa Rojava“.

Ev 2 sal in ku kurdên bajarê Qamişlo û derdora wê cejna Newrozê li herêma gundê Elî Fero pîroz dikin.

Wêne: www.keskesor.info
 
 


 



 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE