rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

De here
Mişel Osman


di bêhûdeyiyê de
direve..
da ku ji xwe re
biskên leylanê..bigire
sawîrên bê dawî
di kolanên serê wî de
bê hedan in..
kelogirî dibe..
dimire..
ger te xwest..
ez ê ji te re dil bavêjim
gulek li ser rê
û mijank nehtor be
tu zanî..piştî
hembêzkirinê..çi bû?
dil çar gopal lêxist
hinarê riwa ji rondikan re
bû cok..
wê gavê..
ketim şevek girêdayî
bi lerziyana mirinê
hevalê min..
çawa tê nêzîkî
qeraxa lêdanê bibî
bi gotina
belkî tu min nebînî.



 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE