rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Evîna min Kurdistan
Mihemed Elî, Efrîn



Tu mûmeke tim vêketî
Tu rojeke bêqam î
Tu di ser kul û kovan re
Hertim bi me diramî
Di jana e‏şqê de
Tu sînga zîz î
Di bêdadiya jiyanê de
Tu hem dê, xwîş‏k û qîz î
Ev hezaran sal in tu zarokên xwe dipêçî
Bo sax û can bin, tu tim li ‏şop û rêç î
Bi te ez serbilind im
Bi te ez tim ‏şad û rind im

Pêsîra girî tu yî
Behiya dilên xapandî tu yî
Ava tiyan tu yî
Nanê birçiyan tu yî
Dayîka sêwiyan tu yî
Mala koçberan tu yî
Sîwana germiyan tu yî…

Ez çi bêjim ez çi bijmêrim
Bi rastî ez ji te newêrim
Dibe (bex‏în ji te) ez nirxa te bi‏kînim
Wê kêmasî û bêrûmetiyê
Bi ser xwe de bînim…
Tu der wesf û nîgar î
Tu der gihîş‏tin û dîdar î
Tu stêrka puxte li asîman
Tu heyîna awarte li cîhan
Tu bi xwedayê jorîn re bûyî yek
Ev diyarde li ba te tenê û tek

Bihar ziwa dibe diçe
Demsal dizîvirin
Her kes niha diç‏e
Kesên wek te namirin!
Ma kengî miriye xweda!
Ma kengî asa bûye cuda!
Ma kengî rê‏ bûye berf
Ma kengî tu bûyî
berdest û wesf…

Heke dadî hebe tu yî
Heke nemirin hebe tu yî
Heke xwedê be…
Tu li ser taca zêrîn
Rûniş‏tî yî…


 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE